Nûçeya hejmara 18an a kovara dilopê
Kovara Dilopê ku her du mehan carekê bi kurdî û tirkî di warê çand-huner û polîtîkayê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 19an li pêşberî xwîneran e. Kovara ku di Newroza 2018an de dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe 3 salan li dû xwe hêşt.
Hejmara Adar-Nîsanê ya Kovara Dilopê derket. Di vê hejmara kovarê de bi zimanên kurdî û tirkî dîsa gelek nivîsên balkêş hene.
Kovar di dosyeya hejmara xwe ya nû de meseleya bişaftinê nîqaş dike. Bülent Küçükê hîndekarê Zankoya Boğaziçiyê yê “yek ji zarokên ku zimanê wî hatiye dizîn” roportajê daye V.Metin Bayrak û tê de li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirr-alî peşkeş dike.
Barış Avşar di hejmara nû ya kovarê de şaristaniya Urartuyê hildide dest û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sarıoğluyê şair jî ji Urartuyan wê de serdana bajarê Qersê dike, çavdêriyên xwe yên vê serdanê weke şairekî radigihîne.
Mesut Alpê arkeolog nivîsên xwe yên li ser mîtan berdewam dike û bi van nivîsan dide pey bermayiyên mîtan ên îroyîn. Alp, di vê hejmarê de mîta Şahmaranê hildide dest, zanînên şaş ên derheqê wê de nîqaş dike û bermayiyên wê yên îroyîn ên di jiyana rojane de bi mînakan li ber çavan radixe.
Ayhan Erkmen çîrokbêjek e ku çîrokan ji xwe re kiriye derd, daye dû wan û wan berhev dike û dixwaze bigihîne gel. Ronî Nasırkaya di vê hejmarê de ligel Erkmen hevpeyvînek kiriye û serencama wî ya div ê qadê de bi hemû aliyan gihandiye xwîneran.
Di vê hejmara nû de nivîseke balkêş jî ya Ozan Serhedî ye ku derheqê klamên Şakiro de analîzekê dihewîne. Serhedî li hêmayên ‘erotîk’ ên klamên Şakiro kolaye û wan bi mînakan raxistiye ber çavan.
Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de wefat kiribû. Lêkoler Mehmet Bayrak di vê hejmarê de hevnasîna xwe û wî nivîsiye, sekna wî ya serbilind a li hemberî meseleyên polîtîk û nemaze bangên wî yên derheqê kêşeya Kurd de cardin bi bîra xwîneran xistiye.
Xelef Diljanê rengvan di xebatên xwe de hêmayên kurdî rengîntir dike her weke vê hejmara kovarê jî wisa kiriye. Hevpeyvîna ku Mela Mihyedîn ligel Diljan kiriye strana Ozan Brader a navdar tîne bîra xwîneran: “Lo lo rengvano”.
Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê. Di hejmarê de Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengi Berfin Odabaşı, Savaş Yadırgı, Veysi Ülgen, Ragıp İncesağır, Îbrahîm Genç û Şeyhmus Diken bi nivîsên xwe, Arjen Arî, Mela Ehmedê Namî û Hejar Mukriyanî jî bi helbestên xwe li pêşberî xwîneran in.
Nûçeya hejmara 17an a kovara dilopê
Hejmara 17an a Kovara Dilopê, ku her du mehan carekê bi du zimanan tê weşandin û kovareke çand, huner û polîtîkayê ye, derket! Mijara dosyeya vê hejmarê ev e: Di çerxa Rojhilatanavîn de Siyaset û Kurd… Dosye îşaret pê dike ku li Tirkiyeyê kêşeya kurd nayê çareserkirin, li Rojhilatanavîn dibe meseleyeke pirr-alî ku hêzên mezin jî êdî midaxîlên wê ne. Di dosyeyê de analîzên Arzu Yılmaz, Hişyar Özsoy û Yusuf Karataş cî digirin.
Kovar, bi sî heb wêneyên Fewzî Bîlge cî dide ‘Çîrokeke Dêrsimê’ û bergê kovarê jî ji vê çîrokê hatiye wergirtin. Sezai Sarıoğlu jî bi nivîsa xwe ya bi serenavê ‘Ne peyv, ferheng e Dêrsim’ qala hêlên cuda yên Dêrsimê dike bi şêwazeke resen.
Ev sîh sal di ser koça Mihemed Arif Cizîrî re borîn. Zeyneb Yaş a berhevkar di vê hejmarê de portreya wî pêşkêşî xwîneran dike. Rûbar Dîndar jî bi mebesta 200 saliya Engels qala wî dike.
Ayhan Erkmen ê ku qala bûyer û hûrgiliyên balkêş dike, vê carê qala trajediya sed sal berê ya malbateke ermenî ji Licê dike.
Mêvanên hevpeyvînan ên vê hejmarê: Arkeolog Mesut Alp, Îbrahîm Amîr ê şanogerê ji Efrînê, Şeyhmys Kaynaka yê hosteyê dawîn kûzikan li Mêrdînê ye. Weke din M.Latif Sağlam ê peykertraş û Zeynep Türkyılmaz a akademîsyen ku bi lêkolînên xwe yî li ser Dêrsimê tê nasîn, mêvanên kovarê ne.
Barış Avşar ê ku tarîxa arkeolojiyê û jiyana siyasî ya îroyîn digihîne hev div ê hejmarê de bi nivîsa xwe ya bi serenavê ‘BÊRÛ û împaratoriya ziman’ li pêşberî xwîneran e. Du çîrokên vê hejmarê hene ku yek jê ya Helîm Yûsiv e derbarê qetliama Sînemaya Amûde de, ya din çîrokeke bi komik a H.Tumanyan e.
Du nivîs hene ku îşaret bi serboriyên balkêş dikin; yek jê Veysi Ülgen li ser Sînemaya Dîlanê ya Amedê nivîsî, yan din Ömer Leventoğlu jî li ser belgefîlmê ‘Bu da mı gol değil?’ nivîsek lêkir.
Di vê hejmara kovarê de Mehmet Bayrak li ser nûnerên gerok ên edebiyata Anadol û Mezopotamyayê, Ragıp İncesağır jî li ser Yunus Emre nivîsîn.
Edîtoryaya hejmara 17an a kovara dilopê
‘Ewlehî’ û ‘Bêrû’tî…
Têgeha ‘ewlehiyê’, li ser zarê serdestan tim xwedî naverokek cuda bû. Di navbera ewlehiya insanan, xwezayê, jînê û ya rêvebiran, ya çîn û zumreyên ‘bişens’ de têkiliyek berevajî hebû. Gava ewlehiya aliyekî ji bo aliyê din weke bêewlehî hate dîtin; têkoşînan, qetliaman û trajediyan jî rû dan. Dîroka mirovahiyê mişt e bi van.
Qetliama Dêrsimê jî, ku di 1937/1938an de pêk hat û ji aliyê gelê herêmê ve weke ‘Terteleyê’ tê zanîn, weke ‘tevgera ewlehiyê’ di arşîvên dewletê de cî girt. Lê ji aliyê karesatdîdeyên vê qetliamê ve ev bû rastiyek ji êş, bêwarî û sirgûnan û kir ku hîsa ‘bêbaweriyê’ her di dilê gel de bimîne. Seyîd Riza û hevalên wî yên ku 83 sal berê hatin sêdarekirin jî, Dêrsima ku lêborînek jê nehatî xwestin jî hêna mijara vê bêewlehî û bêbaweriyê ne.
Ew çerx her digere. Sermeseleyê; lîstika bi navê ‘Bêrû’ ya Dario Foeyê xelatgirê Nobelê hat qedexekirin. Li her derê ku darê zorê li ser e, weke gezek nan, ziman û çand jî tên astengkirin lê mixabin jîn û dahatûyeke ewle nayê sazkirin.
Ji qedexekirina ‘Bêrû’yê, ji Qetliama Dêrsimê em pê zanin ku tenê ew bêrûtî derdikeve holê.
Em hêvî dikin ku ev hejmara me jî bi dilê we be.
Naveroka hejmara 17an a kovara dilopê
- 3 Sezai Sarıoğlu Yirmi dört ayar sözlüktür DERSİM
- 9 Fewzi Bilge Çîrokeke Dêrsimê
- 14 Barış Avşar BÊRÛ ve dil imparatorluğu!
- 17 Îbrahîm Amîr Xebata min jı bo dadmendiyê ye
- 20 Ayhan Erkmen Mızag’dan Rıstam’a, yangın zamanı
- 22 H. Tumanyan Nêçîra Hirçê
- 24 Muslum Aslan Li wî çiyayî
- 25 Zeyneb Yaş Kewê ribat: Mihemed Arif Cizîrî
- 42 Mela Mihyedîn Welat ango Mesut Alp
- 47 Veysi Ülgen Bizim Dilan!
- 51 Mehmet Bayrak Mezopotamya gezi edebiyatının öncüleri
- 55 Rûbar Dîndar Teorîzan û şoreşgerê 200 salî
- 57 Zeynep Türkyılmaz Hak, hukuk, adalet konuşulmalı
- 61 Ragıp İncesağır Yunus
- 64 Evin Güneş Şikestin
- 65 M. Latif Sağlam ‘33 Kurşun’ yuvasında olmalı
- 71 Helîm Yûsiv Jina heftserî
- 73 Sertaç Kayar Evet, hâlâ bu çamurun içindeyim
- 76 Ömer Leventoğlu ‘Bu da mı gol değil?!..’
- 80 Elif Eser Kadim bir mühür gibi…
- DOSYA: 29-41 Ortadoğu sarkacında siyaset ve Kürtler Arzu Yılmaz, Hişyar Özsoy, Yusuf Karataş
Nûçeya hejmara 16an a kovara dilopê
Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê derket. Di vê hejmara kovarê de mijara dosyeyê Osman Sebrî yê rewşenbîr e. Jiyana wî li Semsûrê dest pê dike û li Şamê bi dawî dibe. Xwedî fikreke sosyalîst e ku ev baş nayê zanîn. Jîneke zor û zehmet û berxwedêr… Osman Sebrî di vê hejmarê de hem bergê kovarê, hem dosyeya kovarê dadigire. Dosye bi keda Firat Cewerî, Mehmet Oncu, Şeyhmus Diken û Hêvî Sebrî ya qîza Osman Sebrî hatiye pê.
Bikaranîna ziman li ba xizan û dewlemendan
Mijara dosyeya borî ya kovarê statuya ziman û bikaranîna wê bû. Di vê hejmarê de jî ev nîqaş berdewam e lê ji aliyê ekonomî-polîtîk ve. Necat Ayaz ê lêkolîner bikaranîna kurdî ya ji aliyê çînên civakî ve dide ber hev. Ayaz, mînakên dinyayê nîşan dide û bal dikşîne ser dewlemend û xizanên kurd bê ka kîjan çîn çima bêhtir bi kurdî dipeyive. Di vî warî de Ayaz rexneyên muhîm li tevgera kurd a li bakur dike û pê re tespîtên girîng datîne.
Serhildana Agiriyê û Xoybûn
Ayhan Erkmen qala serpêhatiyên sosret ên malbata Ebasê Miho dike. Mala Ebasê Miho ji Elegezê ne, têne Dîgorê, beşdarî Serhildana Agiriyê dibin û paşê meseleye digihê ta bi zindanên Îranê. Di heman tarîxê de li benxetê kurdan bo kar û barên siyasî Xoybûnê ava kirine. Mehmet Bayrak ê lêkolîner jî qala girîngiya dîplomasiya Xoybûnê dike.
Du rîtuelên kurdan
Mesut Alp di vê hejmara kovarê de berê xwe dide tarîxa Mezopotamyayê û dikeve pey şopên deqan. Deq kengî û çawa derketiye holê? Insanan çima xwe deq kirine û di nav gelên herêmê de cudahiyên wê çi ne? Alp, bersiva van pirsan dide. Nivîs bi wêneyên rengîn ên Selmet Guler rengîntir dibe.
Rîtuela din Cejna Hinaran a Hewramanê ye. Îbrahîm Şadman li ser vê rîtuela Yarsanan nivîsiye. Cihê hinarê di baweriya Yarsanan de çi ye û çima wekî cejnek ango festîvalek tê pîrozkirin? Şadman, xwînerên kovarê di vê mijarê de serxwet dike. Uranus Alizadeh a wênekêş jî bi wêneyên xwe atmosfera festîvalê li ber çavan radixe.
Du Seîd û Lawje
Îsal du neferên muzîka kurdî ji nav me bar kirin. Du Seîd; Seîd Yûsif û Seîd Gabarî di navbera du mehan de wefat kirin. Zeyneb Yaşê, div ê hejmarê de li ser van herdu Seîdan nivîsî. Yaşê, bi berfirehî jînenîgariya wan, xebatên wan ên di warê muzîkê de û girîngiya wan a bo muzîka kurdî bi xwîneran nîşan daye.
Mela Mihyedîn jî ligel şopdarên herdu Seîdan, ligel Koma Lawje ya ku dixwaze muzîka gelêrî ragihîne ciwanan, ragihîne dahatuyê hevpeyvînek li dar xistiye. Çîroka avakirina Lawjeyê, armanc û hedefên wan ji aliye hersê endamên komê ve, bi sohbeteke geş têne ravekirin.
Nûçeya hejmara 15an a kovara dilopê
Kovara dilop ku di warê çand, huner û polîtîkayê de du mehan carekê weşanê dike bi hejmara xwe ya nû gihîşt ber destê xwîneran. Ji ber nexweşiya COVID-19ê hejmara 14an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derket.
Di hejmara tîrmeh-tebaxa 2020an de dîsa nivîsên cur bi cur hene.
DOSYEYA HEJMARÊ
Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk derheqê axavtin û nivîsandina kurdî ya li bakurê Kurdistanê de encama lêkolînekê weşandibû. Lêkolîner, li ser têkiliya rewşa sosyo-ekonomîk û bikaranîna ziman gihabûn encamên balkêş û rewşa nebaş a kurdî careke din li ber çavan raxistibûn. Kovara Dilopê jî di vê hejmarê de berê xwe da vê meseleyê û dosyeya xwe li ser vê babetê weşand. Cûma Çîçek ê akademîsyen di roportaja dosyeyê de li ser vê meseleyê nirxandinên muhîm dike û pêşniyarên xwe vedibêje. Kovar, dê di hejmareke din de jî ji vî aliyî ve li vê meseleyê bikole.
KURDÊN SOVYETISTANÊ
Di navbera 1939-1945an de 2. Şerê Cîhanê diqewime. Di encama vî şerî de bi milyonan hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetê can didin ku gelek kurdên Sovyetistanê jî, ji bo parastina Sovyetistanê beşdarî şer dibin. Sedat Ulugana yê akademîsyen tesîra vî şerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman radixe ber çavan. Eskerê Boyîk jî di nivîsa xwe de qala tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê dike.
Di vê hejmara kovarê de Recep Maraşlı, ku ew bixwe jî resam e, derheqê berhemdariya Sevada Grigoryan ê ressam de nivisiye. Maraşlı di vê nivîsê de afirîneriya Grigoryan weke çîrokbêjiyê dibîne û dibêje berhemên wî “ji paş çiyayê Qaf hatine lê saf, xweşik û dilpak in”.
Di hejmara borî de Mesut Alp li ser yekem şerê biyolojîk nivîsîbû. Alp, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Şerê Darayê ku weke yekem şerê kîmyewî tê dîtin.
NAZIM HÎKMET, ÎDRÎSÊ BEDLÎSÎ, DR. QASIMLO
Mihemed Ronahî li ser Nazim Hîkmet nivîsiye di vê hejmarê de. Ronahî, têkiliya Nazim Hîkmet û kurdan, bi taybetî jî ya wî û Hejar Mukriyanî yê helbestvanê gewre, bi çavkaniya bîranînên Mukriyanî vegotiye.
Mehmet Bayrak li ser Îdrîsê Bedlîsî nivîsiye ku carcaran sekna wî û têkiliyên wî yên ligel dewleta Osmaniyan dibe sebebê nîqaşan. Bayrak, bi belgeyan qala têkiliyên wî yên ligel Osmaniyan dike û encamên van têkiliyan dinirxîne. Dr. Qasimlo û hevalên wî dê ji bo çareseriya kêşeya kurd ligel rayedarên Îranê rûniştina lê bi komployekê hatin kuştin; komploya Viyanayê. Fehîm Işik di 90 saliya Dr. Qasimlo de pirsa qatilên wî û hevalên wî kiriye.
Weke din di vê hejmarê de Rohat Alakom li ser Kurdistan-Sporê, Sezai Sarıoglu li ser guldexwînên Hekariyê, Mecnur Laçin jî li ser Anzeleyê nivîsandine.
Helbestvanên vê hejmarê Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran in ku Baran xelatgirê îsalîn ê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ye. Fewzî Bîlge dîsa bi tabloyeke xwe reng daye kovarê.
Nûçeya hejmara 13an a kovara dilopê
Kovara bi kurdî û tirkî Dilop ku du mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de dosya li ser Cegerxwîn hatiye çêkirin.
Dilopê niha ji bo adar-avrêlê hejmara xwe ya 13’ayn derxist û bi kete 3 saliya xwe. Ev hejmara ku rastî meha adarê û Newrozê dê li ser vê mehê û Newrozê hin nivîs têde hatine weşandin. Ji van nivîsan Recep Maraşli bi tirkî nivîsa “Ronahî ji bo Kawayê Hesinkar û Newrozê”, Mesut Alp jî bi kurdî nivîsa “Sersala kurdan kengî ye?” pêşkêş kiriye.
Dosyaya vê mehê li ser Cegerxwîn e. Dosyaya ku bi sernavê “Cegerxwî: Kî me ez?” hatiye weşandin têde cih dane dîtinên Lal Laleş, Şener Ozmen, Vecdi Erbay û Îsmaîl Dîndar.
Ji nivîsên kurdî Evîn Şikakî bi sernavê “Salek di dojehê de Mahabad Qeredaxî” portreya Qeredaxî girtiye dest. Amed Tîgrîs ji bi sernavê “Li cem kurdan cureyên nan” nivîseke balkêş amade kiriye.
Ji hevpeyvînan ligel Eskerê Boyik hevpeyvîna ku hatibû kirin wergerandine kurdî û bi sernavê “Dema Sovyet hilweşiya biratî jî hilweşiya” weşandine.
Di vê hejmarê de Fewzî Bîlge, Barış Avşar, Mehmet Ozyazanlar, Muslum Uzulmez, Ayhan Erkmen, Qedrî Sipranî, Murat Uçaner, Bulent Gedîk, Mehmet Bayrak, Omer Uluçay, Zelal Sadak, Miradê Miradan, Sertaç Kayar, Sezai Sarioglu, Ali Sînemîllî bi nivîsên xwe yên cur bi cur cih girtine.
Her wiha helbestên Cemal Sureya, Cegerxwîn, Mehsûn Reşçelan û Veysi Ulgen jî hatine weşandin.
Nûçeya hejmara 10an a kovara dilopê
Kovara Dilopê ya ku newroza 2018an dest bi weşana xwe kiribû bi jimara xwe ya nû derket. Dilop dîsa bi naverokeke dewlemend û tijî derket pêşberî xwendevanên xwe.
Dilopê di jimara xwe ya 10. de wek jimarên din bi nivîsên taybet û cûda derket pêberî xwendevanên xwe.
Dilopa ku serê du mahan carekê diniqutê bi jîmara xwe ya nû wek mijara taybet ji rêzdar Celîlê Celîl pirs pirsîne û bersivên wî weşandine.
Kovar li ser meseleyên çandî, hunerî û siyasî eleqedar e û bi zimanên Kurdî û Tirkî tê weşandin.
Ji bo têkilîyê: dilopdergisi@gmail.com
Herwiha hûn dikarin bi saya van nivîsên me yên berê derbarê kovara Dilopê de behtir agahiyan bidestxin.
Hejmara nû ser xêrê be ji bo zimanê kurdî…
Kunyeya vê jimarê
- Sal: 2
- Hejmar: 10
- Îlon-Cotmeh (Eylül-Ekim) 2019
- Biha 13tl
- kovara du mehî ya çand, huner û polîtîka yê.
Hin Nivîskarên vê Jimarê
- Necmiye Alpay
- Selim Temo
- Sezai Sarioğlu
- Gökçer Tahincioğlu
- Ali Fikri Işık
- Arzu Yılmaz
- Amed Tigrîs
- Receb Dildar
- Firat Cewerî
- Bextiyar Elî
Mijara Taybet
- LIGEL CELLÊ CELL PIRS Ú BERSIV
bir kültür ağacı: CELILË CELL
Pêwendî:
- twitter: @kovaradilop
- instagram: kovaradilop
- facebook: @kovaradilop
- web: kovaradilop.net
- e-mail: dilopdergisi@gmail.com
- Telefon: +90543 488 6996