Kovara Dilopê dest bi weşana xwe kir

Koverek nû li weşangeriya kurdî zêde bû. Kovara Dilopê roja Newrozê bi dirûşma “Dilopek di deryaya mirovahiyê de!” bi zimanê kurdî û tirkî dest bi weşana xwe kir. Bi mabesta weşana kovarê me jî li ser navê Çandnameyê ji Nûnerê Diyarbekirê Reşo Ronahî sê-çar pirs pirsîn. Xwedê jê razî be camêr pirsên me bersivandin û ji me re şandin. Kerem bikin em bi hev re kovara dilopê ji nêz ve nasbikin…

  • Hûn kî ne? Ji bo çi hûn kovarekê derdixin û armanca we çi ye?

Du armancên me hene. Ya yekem; em dixwazin bibin platformek bo nivîskarên kurd.
A duwem; em dixwazin nîşan bidin ku çand, huner û edebîyata gelê kurd ne kêm e ji ya gelên din.

  • Fikra derxistina kovarê çawa derket holê? Çima kovareke nû?

Wekî ku tê zanîn li bakurê welatê me zext û zorîyek heye li ser ziman û nasnameya gelê me. Weşangerî jî di bin van zext û zoran de ye. Bi taybetî weşangerîya kovaran gelekî qels e. Em bi xwe kovargerî û weşangeriya kurdî wekî deryayek dibînin. Me xwest em jî bibin “dilop”ek di vê deryayê de.

  • Kovar, wê bi kîjan periyodê derkeve? Çima?

Kovara me di meha adarê ya 2018an de dest bi weşanê kir û dê du mehan carekê der biçe. Me li gorî derfetên xwe vê periyodê hilbijart.

  • We kovara xwe çima bi du zimanan weşand?

Du sedemên vê yeke hene.
Yek; mixabin hemû kurd xebatên xwe yên çand, huner, edebiyat û yên din bi zimanê xwe nakin, qismek ji me hezar mixabin bi tirkî xebatên xwe dimeşînin.
Du; em dixwazin bi du zimaniyê nîşanî xwînerên tirkî jî bidin ku çand û huner û edebiyata kurdan têra xwe dewlemend e.

  • Kovar, wê li ser kîjan mijaran herî zêde bisekine?

Wekî me di kunyeya kovarê de jî gotiye kovar wê li ser çand, huner, edebiyat û polîtîkayê weşanê bike. Divê em mesela polîtîkayê hinekî zelal bikin. Qesda me ne polîtîkaya rojane ye. Lê ji ber ku em kurd bê statu ne zimanê me jî, çanda me jî, hunera me jî têkelî polîtîkayê ne. Em ê hewl bidin ku ji zimanê siyaseta rojane dûr bisekinin û bi rehên wan ên polîtîk cî bidin meseleyên din.

  • Çima kovareke çapkirî? Ne PDF li ser înterntê an jî Malperek?

Em li ser vê meselê hinek klasîk in. Weşanên çapkirî bi ya me bi her awayî baştir tê xwendin. Lê ev nayê wê manê ku em li dijî e-weşanê ne. Em ê jî jixwe malperek li ser înternetê vebikin.

  • Hûn berdewamiya kovara xwe çawa dîbînin? Pêşiya we vekiriye gelo?

Wekî me got bi ya me zext û zorî gelek in. Lê ev zext û zorî ancax bi kedê û hilberînê bişikê. Ji ber wan, şert û merc her çi be em ê dev ji weşana xwe bernedin. Ji aliye din ve me bawerî bi dîtbarî û naveroka  kovara xwe jî aniye.

  • Hûn kovargeriya kurdî ya niha cawa dibînin?

Kovargeriya kurdî ji Hawarê heya îro xwedî tecrubeyekê ye. Lê divê hinekî ji nav qalibên heyî derkeve, ji ezberan dûr bisekine, tiştine nû biceribîne. Ne ku heya îro kesî vê nekiriye. Lê divê ev lêgerîn her berdewam be.

Agahiyên Kovara dilopê

  • Berpirs: Suleyman Çoban
  • Xwedî: Suleyman Çoban
  • Edîtor: Vedat Îlbeyoglu, Reşo Ronahî
  • Lijneya weşanê:
  • Navnîşan: Sarıgazi Mahallesi, Poyraz Sokak, No:1-4, Sancaktepe, İstanbul
  • Telelefon: 05415145497(Reşo Ronahî)
  • E-Peyam: dilopdergisi@gmail.com
  • Malper:
  • Facebook: facebook.com/dilop.kovar | facebook.com/Dilop-1623929141022929/
  • Twîtter: http://twitter.com/kovaradilop
  • Wîkîpedîa: 
  • Rewş/Agahî: Du mehan çarê kê derdikevê jimara yekem Adara 2018an weşiyaye.

Amadekarê nivîsê
Ridwan Xelîl

Naveroka jimara 1em a kovara dilopê
Naveroka jimara 1em a kovara dilopê
Kunyeya jimara 1em a kovara dilopê
Kunyeya jimara 1em a kovara dilopê

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply