Şemî , Berfanbar 16 2017
Malper / Danasîn / Kovar / Kovara Bîrnebûn 20 salî ye

Kovara Bîrnebûn 20 salî ye

Kurdên Anatoliyayê (Qonya, Enqere, Kırşehir, Yozgat û Qeyserî wk. ) ji ber gelek sedeman ji Kurdistanê koçî Anatoliyayê kirine û tevî ev qas dûr bûna welatê xwe û pişavtinê hewl dane ziman û çanda xwe parastine û gihandine îro. Ji aliyê Kurdên Anatoliyayê ve hin xebatên bo ziman û çanda Kurdî hatine meşandin. Yek ji van xebatan jî Kovara Bîrnebûnê ye. Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya yekem di sala 1997’an de derxist û îsal Bîrnebûn 20 saliya xwe pîroz dike. Bîrnebûn derheqê dîrok, ziman, çand û civaknasiya Kurdên Anatoliyayê de heta niha gelek nivîsên cur bi cur gihandiye xwînerên xwe. Kovara Bîrnebûnê ji aliyê weşanxaneya Apecê ve tê derxistin. Em weke Heftenameya Basê yek ji kedkarê Bîrnebûnê û xwediyê Weşanxaneya Apecê Alî Çîftçî re di derheqê Bîrnebûn û 20 saliya kovarê de axivîn.

Ali Çiftçi destnîşan dike ku erdê, îro Kurdên Anatoliyayê lê bicih bûne wek erdê Kurdistanê û Xorasanê cih û warê ku Kurd ji sedsala 11’an û vir de lê jiyane û bo wê jî dem bi dem têkîliya wan bi Kurdistanê re ji ber sedemên siyasî û cografîk qut bûne.  Çiftçi dibêje ev jî bûye sedem ku xelkê ji Kurdistanê pirê caran haya xwe ne ji Kurdên Anatoliyayê û ne jî ji yên Xoresanê bûne û Çiftçi wiha axaftina xwe didomîne,  “ Ev nezanîn ji her du aliyan ve ji ber rewşa ku Kurd tê de jiyane rûdaye. Ji ber sedemên bê dewletî firseta ku Kurd bikaribin ji dîrok, çand û ola xwe haydar bin, fêrbibin û pêşde bibin jî nebûye. Mixabin ev heta van salên dawî jî berdewam bû”  Çiftçi diyar dike ku salên 1960’î û şûnda danûstandinên Kurdan bi riya li bajarên Tirkiyê wek Stenbol, Enqere û derketina Kurdan ya Ewropayê ji nû ve hevnasînek û têkiliyek peyda kiriye û wiha berdewam dike, “Ji destpêka 1980’î ku derbeya eskerî hat, gelek Kurd hem ji Kurdistanê û hem jî ji Anatoliyayê derketin, derveyî welêt û li welatên Ewropayê belav bûn. Têkiliya Kurdên, Bakur, Başûr, Rojhilat,  Rojava û yên Anatoliyayê li van welatan xurttir bû. Kurd li van welatên Ewropayê karibûn li ser Kurd û Kurdîstanê, bê tirs û xof li ser dîrok, çand û zimanê xwe lêbikolin û pêş bixin.”  Çîftçi rave dike ku Kurdên Anatoliyayê jî bi vê armancê di sala 1997’an de kovara Bîrnebûnê derxistin û xwestin kovareka hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyayê biweşînin. Çiftçi derheqê sedema bijartina navê Bîrnebûnê de jî wiha diaxive,   “Armanca ji vî navê jî di mena jibîrnekirinê de ye. Yanê xwe wenda nekirin e. Piştî hew qes ji dûrketin û qutbûna li welêt jî karibûne çand û zimanê xwe biparêzin. Ji bo vê jî bûye Bîrnebûn. Ya rastî divê ‘ bibûya xwe ji bîrnekirin’. Lê carna hinek gotin çewt jî bên bikarnîn piştî demekê hêdî bi cîh dibin.”

“Heta ku emrê me têrê bike ev kovar dê berdewam be”

Di weşangeriya Kurdî de ji ber gelek sedeman, kêm weşan demdirêj derketine. Çiftçi wiha qala sedemên demdirêjiya kovara Bîrnebûnê dike,“Hevkarên koma xebata kovarê hevalên xwedî tercûbe ne. Bi salan di tevgerên Kurdî de kar kirine. Însanên dilsoz û nefsbicûk in. Şanseke Bîrnebûnê din jî heye ku nabe nesîbê her kovarekê. Ew jî weşanxaneyeka wek Apec li pişt e. Ji ber vê hewildanek ji aliyê koma hevkarên kovarê, dost û alîgirên wê yên ciwan heye û hem jî harmoniyeka baş li gor armanca derketina kovarê di nav vê komê de peyda bûye.  Heta ku emrê me têrê bike ev kovar dê berdewam be. Wek birêz Seyfî Doğan dibêje: “Ez ê ceketê xwe bifiroşim dîsa jî Bîrnebûnê derxim“

Di kovara Bîrnebûnê de li ser gelek mijaran û di cureyên çanda devkî de wek; serpêhatî, nivîs, gotar, helbest, nifir, çîrok, biwêj, pêşgotin, stran, kilam hene. Çiftçi pirsa me ya gelo Bîrnebûn dibêje êdî ev qas xebat bes e û me hemû çanda Kurdiya devkî ya Anatoliyayê û lêkolînên derheqê Kurdên Anatoliyayê de nivîsine? wiha dibersîvîne “Na, em nikarin bêjin ku me ev kar bi dawî anîye an jî hew qas xebat bes e. Jiyan proseseka zindî ye û ziman bingeha çand û huner e. Di vê prosesê de du merheleyên pir girîng hene; yek hafize û ya din pêşdebirina ziman e. Li dinê bi hezaran zanîngeh hene ku li ser çand û zimanê xwe bi hezaran salan li ser lêkolîna dikin, tezê doktorî û profesorêyê dikin. Û hên jî dawî neanînê. Em kî mîrasê awestayê ne em ê cing rabin bêjin bi 20 sala me mîsyona xwe temam kiriye!”

Çiftçi dibêje dibe ku kovara Bîrnebûnê, hinek cureyên folklorîk;  serpêhatî, çîrok, stran, kilam biwêj, yên li ber wendabûyînêbûn berhev kiriye û heta ciyekî, dikarin bêjin ku wek ansîklopediyekê di wan 20 salan de hatine parastin. Çiftçi amaje dike ku hê pir xebat û lêkolîn pêwîst in ku divê bên kirin û axaftina xwe wiha didomîne,  “Mixabin ji ber li derveyî welêtbûyîn hinek karê me zehmettir dike ku derfet çêbin em bikaribin li her deverên Anatoliyayê bigerin hem lêkolînan bikin û hem jî bikaribin hemû gund û warên ku Kurd lê hene bidin naskirin. Heta em dikarin bêjin ev kar tenê bi kovareka wek Bîrnebûnê jî têr nake.”

Kurdên Anatoliyayê an aliyê mezhebî an aliyê zarava û devokê xwe ve xweyî rengên cur bi cur in, weke rengên Kurdên Kurdistanê. Çiftçi wiha behsa naveroka xebatên Bîrnebûnê ya 20 saliyê dike,“Qasî ku ji me hatiye me hersê dîyalektên Kurdî ku li Anatoliyê hene, hem dane nasandin û hem jî nivîsên folklorik, wêje û serpêhatî ji derveyî kurmancî, bi kirmanckî/dimilî, şexbizeynî belavkirine. Lê li Anatoliyayê ji derveyî dîyalekta gelek devok jî hene mixabin me nikaribûye xwe bigîhîne hemû gund û warên Antoliyayê. Erê, gelek mijar jî hene ku me nikaribûye li ser lêkolînan bikin. Hinek xebat û lêkolîn hene karê enstîtuya ne ku divê jê re hinek karên pisporî ku bihatana kirin. Di aliyê etîmîlojîk û sosyolojik de gelek kêmanî hene.”

Bîrnebûn êdî bi temamî bi Kurdî ye

Heta niha 68 hejmarên kovara Bîrnebûnê gihiştiyê berdestê xwîneran. Dema meriv Bîrnebûnê dişopîne û dibîne ku her çûye di Bîrnebûn de ji destpêkê heta niha, sal bi sal Kurdî zêde bûye, heta van salên dawî piranîya hejmaran tenê bi zimanê Kurdî hatine weşandin. Çiftçi, derheqê vê mijarê de wiha diaxive,  “Ev helbet hem daxwaz û hem jî hewldanek bû. Ji ber her çiqas îmkanên fêrbûn, pêşxêstin û parastina zimên zêde bûye jî di eynê wextê de têkçûn û asîmîlasyon di nav Kurdên Anatoliyê de di van salên dawî de zêdetir bûye. Ji bo wê jî di kombûna hevkarên Bîrnebûnê yên li Darmstadtê, di 18.02.2017’an de biryar hat girtin ku zimanê kovarê û weşanên li ser înternetê, wek medya civakî û malperê tenê bi Kurdî bin.”

Wekî din di Bîrnebûnê de hin nivîsên bi devoka Kurdiya Anatoliyayê ve hatine nivîsandin jî hene. Çiftçi bo vê yekê jî wiha diaxive, ” Me ji destpêkê heta niha wek pîvan ev kesên ku dinivisînin bi çi zaraveyê binivisînin bila binivsînin tenê di rastnivîsîna Kurdî de hinek serrastkirin hatine kirin. Wek pîvan dema serpêhatiyek, an henek/yaranî an jî biwêj û çîrok bin, ji kijan gund an devokê hatibin gotin, qasî ku ji me hatiye me xwestiye wek orijînalê xwe bimîne. Yek ji armanca kovarê jî ev e ku ev devok an jî em bêjin dengên ku hene orijînalîya wan bên parastin.”

Dema ku em hejmarên ewil yên Bîrnebûnê dinihêrin û dibînin ku ji xwîneran name hatine û xwîner kêfxweşiya xwe ya bo derketina Bîrnebûnê anîne zimên her wisa wê demê Bîrnebûn bala çapemeniyê jî kişandiye.Çîftçi, bo bandora kovara Bîrnebûnê li ser Kurdên Anatoliyayê jî wiha rave dike,“Bi kêmasî be jî ji aliyê nasnamê û zimên ve tesîreka ber bi çav kir.  Ji aliyê ziman de em dikarin bêjin xwe baweriyek di nav Kurdên Anatoliyayê de peyda kir. Berê li welatên Ewropa dema Kurdên me yên ji Anatoliyayê rastî yeka/yekî Kurdîstanî dihatin, hema dest bi Tirkî dikirin û digotin; Kurdîya me ne baş e lê van salên dawî ev rabûye. Ya din kesên ku îro bi Kurdî dinivisînin û dixwînin li gor berê zêde bûne. Ji destpêka kovarê de yên ku bi Kurdî dinivisandin ji pênc tiliyan derbas nedibûn. Niha, tenê ev kesên ku di kovara Bîrnebûnê de heta niha bi Kurdî nivîsînê ku ji Kurdên Anatoliyayê ne, zêdeyî 200 nav in.”

“Bîrnebûn eger li welêt derketa ji ber sedemên siyasî demdirêj nedibû!”

Gava ku em li herêma Anatoliyayê yên Kurd tê de dijîn meze dikin herêmek berfireh xuya dike. Wekî din tê gotin ku Kurd nêzî 200 an 300 sal in li Anatoliyayê dijîn Çiftçi, li ser pirsa me ya gelo meriv dikare bibêje tevî herêmek berfireh û hebûna ev qas salî weşaneke wek Bîrnebûnê bo Kurdên Anatoliyayê divê ji zû de hebûya? wiha diaxive,  “Kurd li Anatoliyayê ji sedsala 11’an vir ve bi cih û war in. Lê piranîya gund û warên ku niha li Anatoliyayê pîştî “Qanuna Îskanê” ya Osmanîya fermî hatine qeyît kirin ji ber wê jî li gor hinekan ev hejmarana tên gotin. Erê, li gor hewqes herêmeka berfireh dîrokeka dûr û dirêj divê ji zûda, ne tenê kovar, rojname û televîzyon jî hebûna.”  Çiftçi dest nîşan dike û dibêje kesên ku îro di kovar Bîrnebûnê de kar dikin berî derketina Bîrnebûnê bi salan di kovar û rojnameyên Kurdî de xebitîne. Lê ji ber rewşa sîyasî ya li welêt rê nedaye ku ew kesan bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin an weşangeriyê bikin û Çiftçi wiha axaftina xwe berdewam dike, “ Bala xwe bidinê kovara me hê jî li derveyê welêt, li xerîbiyê derdikeve. Eger li welêt derketa ji ber rewşa sîyasî demdirêj nedibû!”

Em ji Çiftçi dibirsin û dibêjin, gelo planên dildar û xebatkarên Bîrnebûnê bo pêşerojê çi ne. Bi taybet ji bo keda ku nivîskar, lêkolîner, dîroknas, sosyolog, antropolog, rojnamegerên ciwan yên Kurd jî zêdetirîn di Bîrnebûnê de hebe wek teşvîkkirina van ciwanên Kurd, Bîrnebûn çi difikire? Çiftçi wisa bersiva me dide, “ Ev pirseka pir di cih de ye ku em ji zûde ye li ser difikirin ku em bikaribin hinek îmkanan peyda bikin ku bikaribin wek xelat bên dayin bo lêkolînên di wan mijarên wek; sosyolojîk, antropologî, dîrokî. Kêmasiyên me di vî warî de hene. Divê li vir em pir vekirî bin him ji bo xwe û hem jî ji bo ciwanên ku niha di gelek zanîngehan de dixwînin bidin zanin ku ev xebata 20 salan ne ji aliyê enstîtû an jî rêxistinên taybet ve bûye, ev karekê bi tevayî, sedî sed ji aliyê xêrxwas û insanên îdîalîst ve hatiye kirin”  Çiftçi rave dike û dibêje divê ciwanên Kurd yên ku di zanîngehan de dixwînin û bikaribin lêkolînên sosyo- etîmîlojîk li ser Kurdên Anatoliyayê bikin an doktora xwe li ser mijara Kurdên Anatolîyayê bidin, hebin bila bi kovara Bîrnebûnê re bikevin têkilîyê.

Çiftçi bo eleqeya Kurdên Kurdistanê û yên Xorasanê bo kovara Bînebûnê jî nêrînên xwe tîne zimên û dibêje bi qasî Kurdên Anatoliyayê yên Kurdistanê jî eleqeyeka baş ji Bîrnebûnê re nîşan dane. Ne tenê Kurdên bakur her wiha Kurdên başur, rojava û rojhilat jî heta yên Xorasanê jî ku bi rêya înternetê pê hesîyane bi baldarî hem kovarê dişopînin û hem jî eleqeyeka baş nîşan didin. Ji bilî vê yekê Çiftçi dest nîşandike ku ji derveyî Kurdan her wiha gelek zanîngeh û kitêbxaneyên dewletên Ewropa (li pirtûkxaneyên bajarên weke Berlin, Parîs, Roma, London) Amerîka û Îranê jî kovara Bîrnebûnê tê xwestin û tê şopandin.

Ali Çiftçi herî dawî bi riya heftenameya Basê bo hemû xwendevanên Kurdî wiha diaxive, “Divê em wek Kurd li her derê û di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe yê Kurdî bikarbînin. Bi taybetî ku niha çapemeniya civakî rojane pir bi lez tê bikaranîn, bi Kurdan re tenê zimanê Kurdî bê bikaranîn. Em dibînin ku gelek ji rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên Kurd, bi piranî jî yên bakur di çapemeniya civakî de bi zimanê Tirkî ji der û dorên xwe re dinivisînin û deng dikin. Ev bi xwe têkbirina ziman e!”

GÖNÜL GÜN-Heftenameya Bas

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Jimara 141ê ya Nûbiharê derket…

Di vê jimarê de Mustafa Dehqan wergereke Mem û Zînê ya bi zimanê Suryanî kiriye …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir