Yekşem , Îlon 23 2018
Malper / Forum / Nivîsxane / Kovar, Nivîs û Nivîskar

Kovar, Nivîs û Nivîskar

Rewşa civaka kurd û nivîskarîya kurdî ne weke neteweyên din e. Neteweyên ku xwedî dewletin, bi sedan, bi hezaran kovar û rojnameyên wan û bi hezaran nivîskarên wan hene. Binêrin li Swêdê hejmara nivîskarên ku endamên yekîtîya nivîskarên Swêdê ne ji sê hezaran pirtir in.

Li bakurê Kurdistanê ji blî rojnameyeke xêzikî û sîyasî ya rojane hêj jî rojnameyeke kurdî a rojane ku bi rastî jî mirov bibêje ev rojnameya rojaneye tune. Nivîskarên ku di kovarên kurdî de dinivîsin ji du tilîyên destan nabûrin. (Hûn li bêserûberîya malperên kurdan yên înternetê nenêrin. Li wir jî kesên bi rastî nivîskarin hindik in.) Gelek nivîskarên kurd yên heyî di kovarên kurdî – yên matbû – de nanivîsin. Hinek nivîskar ji ber kar û xebatên xwe, ji bo nivîsîn û amadekirina pirtûkên xwe û herweha ji bo xebatên xwe yên lêkolînî wext nabînin ku di kovarên kurdî de binivîsin. Hinek jî tenê di yek kovareke de dinivîsin û di yên din de nanivîsin. Hinek jî ji ber tercîha xwe ya îdeolojîk û sîyasî ji kovarên ku nêzîkê fikr û ramanên wanin re dinivîsin û ji yên ku dûrî ramanên wanin re nanivîsin.

Di kovarên matbû – her diçe hejmara kovar û rojnameyên matbû kêm dibe – de hejmara nivîskarên ku bi rêkûpêk di wê kovarê de dinivîsin çend kesan nabûre. Loma jî kêmbûna nivîskara bi xwe re qelsîya naveroka kovaran tîne. Lewre jî divê nivîskarên kurd bi kovarên kurdî re û herweha bi malperên kurdî re bibine alîkar. Di hêla madî de alîkarî bikin, bibine abone. Di hêla manewî de alîkarî bikin, ji kovaran re nivîs û nûçe binivîsîn, pirtûkên kurdî binirxînin, pêvajoya sîyasî û civakî şîrove bikin, bûyerên dîrokî analîz bikin û hwd.

Helbet mirov nivîskarên ku endamên partî û rêxistinên sîyasîne û tenê di weşanên partîya xwe de dinivîsînin fêm dike. Li gor rêzanên sîyaseta wan nabe ku ew ji kovarên din re bibin alîkar û nivîs binivîsin. Lê, nivîskarên ku endamên tu partî û sîyasetan nînin, dikarin vî tiştî pêk bînin û ji hemû kovarên kurdî re bibine alîkar. Ew nivîsên nesîyasî, lê yên çandî, edebî di kovarên curbecur de bidin weşandin.

Mirov dikare ji bo her kovareke nivîseke cuda binivîse û biweşîne. Nabe ku nivîsek – yanî eynî nivîs- di çend kovarên cuda de bê weşandin. Hinek kesan û min bi xwe jî vê şaşîyê kir. Ji bo ku xwendevanên her kovarê cudane û hinek xwendevanên kovaran kovarên din naxwînin, hinek nivîskaran xwestin ku nivîsên wan ji alî piranîya xwendevanan ve bêne xwendin. Nivîseke pir girîng be, tê de mesajeke-peyameke- pir girîng hebe, mirov bigîşîne piranîya xwendevanan tiştek nabe, lê nivîsên normal û gotarên rojane û hefteyî pêwîst nake di gelek kovaran de were weşandin. Nivîsên sîyasî di demeke kin de tesîr dikin û piştî demeke kevn dibin. Lê, nivîsên çandî edebî kevn nabin û kîjan dem û sal were weşandin, tê xwendin. Loma jî bi dîtina min nivîsên ku tê de mesajên sîyasî hene çiqas pir bigîşe xwendevanan ewqas baş e.

Ji bo ku nivîsên min di gelek kovaran – yên elektronîk û yên matbû- de têne weşandin, hinek xwendevan helwesta min fêm nakin, yan jî çewt fêm dikin. Ez kovaran wek dibistana nivîskaran dibînim. Bêkû ez menfeaateke xwe î şexsî bifikirim, dixwazim bi hemû kovarên kurdî re bibim alîkar. Ez tu xêzeke, partî yan rêxistineke kurd xaîn nabînim û li hemberê wan nînim. Kîjan hêz yan jî kîjan şexs dibe bilabe, dema ew kovareke kurdî biweşînin, li gor min ev ji bo çand, ziman û edebîyata kurdî re xizmetek e. Kî vê xizmetê bike, ez ê mil bidim pê û alîkarî bikim. Kovarên xwerû kurdî ji bo menfeaata madî, ji bo pere qezençkirinê, ji bo bazirganîyê dernakevin. Kesek ji kovarên kurdî pere qezenç nake, lewre jî kovara kurdî derxistin ji bo pere qezençkirinê anku ji bo karkirina dirafî nîn e.

Ez di kovar û rojnameyên sîyasî de nivîsên sîyasî nanivîsim, ez nivîsên çandî, edebî dinivîsim û pirtûkên kurdî didim nasînê. Di kovarên çandî edebî de gelek nivîsên min yên derbarê edebîyata kurdî de derketin. Ez bi nivîsên xwe ew jî bi fedekarîya weşandina kovaran, em bi tevahî ji çand, ziman û edebîyata kurdî re xizmet dikin. Li vir kar û xebata me hevpar e û armanca me kurd û kurdayetîyê re xizmet e.

Ji bo ku ez di gelek malper û kovarên curbecur de nivîsên xwe diweşînim, ez mirovekî fereh im, teng nafikirim û dixwazim ji çand, ziman û edebîyata kurdî re xizmet bikim. Ji bo vê helwesta min a dilsozîya alîkarîyê kî çi rexne digre bila bigre, kê ji xwe re bi çi şêweyî şîrove dike bila bike, ji bo min xem nîn e. Mirov tiştê ku rast bibîne, divê pêk bîne. Heger mirov weka xwe neke, tiştê ku rast dibîne pêk neyne û li gor gotina hinekan bike, mirov nikare tu tiştek jî bike.

Niha nivîsên min di kovarên matbû û weşanên elektronîk de têne weşandin. Ez bi helwesta xwe ya alîkarîya malper û kovarên kurdî kirin, ji kovarên malper û kurdî re alîkarî dikim. Ez ê alîkarî bikim û hema kî çi dibêje bila bibêje.

Ji bo ev helwesta min were fêm kirin, lewre jî ez vê gotara xwe ji çend kovar û malperên kurdî re dişînim.

Lokman Polat

Têbinî : Min vê nivîsa xwe ji kovara Dilop re, ji kovara Bar re, ji kovara Heteroutopya re û ji malpera Çandname re û malpera rojnama Kurdistan re şîyand. Êdî biweşînin neweşînin ew zanin, biryar a wan e.

Têbinîya Çandnameyê: Me Weşand 🙂

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Çîroka Nivîsandina Min Bi Zimanê Kurdî

Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir