Korona û kotîbûn

Korona wekî peyv di wateya axurê heywanan de ye, îhtimal ew e ku ji ber ev nexweşîn ji heywanan belav dibe, ev nav lê kiribin. Li herêma Vuhan a Çînê peyda bû û bû sedemê mirina bi qasî 3500 kesan. Niha bi lez li dinê belav dibe. Li Almanyayê heta niha bi qasî 2600 kes bi şewba koronayê ketine û 6 kes jî mirine. Li Îtalyayê 15 hezar kes nexweş in û ji 1000’î bêtir jî mirine. Îtalya bi giştî vegeriyaye nexweşxaneyekê. Niha dibistan tên girtin, çûn û hatinên komî tên rawestandin. Heta ji destê mirovan tê têkiliyên civakî bi sînor dikin. Li Almanyayê her sal ji ber şewbên cur bi cur 30 hezar kes dimirin, kes jî behsa wan nake. Lê ji niha ve li mexezeyên Berlînê dilopek jî dermanên paqijiyê nemaye. Gelekan jî mal û kulînekên xwe bi xurekan dagirtine, amadekariya rojên dijwar dikin.

Heta niha gelek caran felaket û bobelatên bi vî rengî bi ser mirovahiyê de hatine û bûne sedem ku hejmarên mezin mirov bibin goriyên nexweşîn an jî şewban. Di serdemên kevin de ku mirovahî bi qasî îro pêşneketibû, ji ber sedemên paqijî û nebûna dermanan gelek mirov mirine. Kotîbûn, weba, kolera, jana zirav, sorik û wd. gelek cûreyên nexweşînên ku dibûn sedemê xewnereşkên şevên mirovan niha di rojevê de nînin. Di hin dem û serdeman de ji bo mirovên kotî cih û giravên karantînayê hebûn. Di hin deman de jî ev nexweşî weke cezayeke Xwedê dihat qebûlkirin û kesên pê diketin jî weke gunehkar dihatin dîtin.

Di çîroka Jack London a bi navê Liberxwedan de civakeke bi vî rengî ya bûye armanca desthilatan heye. Nexweşîna kotîbûnê dikin sedem û wan sirgûnê giravekê dikin. Kotîbûn sûc e, û divê bê cezakirin. Bi tank û topan davêjin ser wan. Piçûk mezin, zarok û jin, kal û pîr bi girseyî li ber xwe didin. Lê di encamê de ji bilî kalekî tev jî tên girtin. Kalo heta ku tiliya wî ya li ser tetikê ku ji hesinê sincirandî dişewite, radest nabe, li ber xwe dide. Lê di bingeha çîrokê de derdikeve holê ku sedemê bingehîn desteserkirina axa wan e.

Di dîrokê de di demên dagirkeriyê de jî yên dagirker bi xwe re nexweşînên xwe jî dibirin nav gelên dîlketî û dibûn sedem ku bi sedhezaran mirov bimirin. Ji wan jî mînaka serdema dagirkirina parzemîna Amerîkayê hêjayê behskirinê ye. Spaniyên dagirker bi xwe re ne tenê çekên kujer her wisa nexweşînên vedigirin jî biribûn parzemînê û bûbûn sedem ku bi milyonan Aztek bimirin. Di serdemên şerî de jî nexweşînên vedigirin ji xwe re mercên çê dibînin. Ji ber nebûna dermanan û derfetên kêm yên paqijiyê gelek esker û mirovên din mirine. Di seferên Napolyon yên ber bi Rojhelat ve jî gelek behsa tîfo û dîzanteriyê tê kirin. Her wisa di serdema şerê yekemîn ê cîhanê de jî bi milyonan kes ji ber nexweşîn û şewban miribûn.

Vê gavê hema bêje kes behsa nexweşîna kolerayê nake, lê di serdemekê de ew jî bi qasî ebola, sars û wd. sedhezaran dabû ber xwe û biribûn.

Zanistan di vî warî de gelek ked dane, pir encamên erênî vedîtine. Ew nexweşînên ku hîna gelek pitik di yek mehî de dibûn qurbanî ji ber dîtina dermanan niha bi tenê di çîrokan de behsa wan tê kirin.

Ev aliyê erênî yên pêşketina teknolojî û zanistê ne. Lê li aliyê din gava mirov dêna xwe dide rewşa dinê û mirovahiyê tabloyeke pir sosret jî derdikeve pêşberî mirov. Ew selteneta ku gihiştiye fezayê ya maldaran, ew xan û xanedan, ew dewlemendiya ku êdî bi ser serê wan de dirije, ew çekên kujer û jehrîn, ew keştî û balafirên bi qasî bajaran tev de li hemberî şewbeke wiha çiqas bêçare ne. Ew dewletên ku cîhanê bi rê ve dibin, nekarîn sînorên xwe jî ji vîrûsa koronayê biparêzin. Niha ji destê wan bê, wê bifirine fezayê, lê heta niha ew derfet çênebûye. Kotîbûna esasî û ya divêt jê re çare bê dîtin jî ev e. Belkî korona bibe sedem ku kumê xwe deynin ber xwe û biponijin.

 

Yeko Ardil-Yenî Ozgur Polîtîka

Derbar ziman

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply