Kongreya Amerîkayê keçeka kurd xelat kir

Keçeka kurd a ji bajarê Kerkûkê ku li Amerîkayê dijî ji ber zîrekîya wê di xwendinê û xebatên wê bo komelgehê ji aliye Kongreya Amerîkayê va hat xelatkirin.

Keça kurd a bi navê Sara Mihemed Şiwanî îro bi cilûbergên kurdî beşdarî merasîma wergirtina xelatê bû li Kongreya Amerîkayê. Sara Mihemed Şiwan axivî û aşkere kiriye ligel malbata xwe ev 10 sal in ew li Amerîkayê dijîn. Amerîka her sal xwendekarên serkeftî yên welatê xwe xelat dike bi wê armancê ew jî xelat kiriye.

Sara Mihemed Şiwanî dibêje ligel zîrekbûn û serkeftîbûn di xwendinê da karê komeleyatî û xwexşî jî tesîrê li wê biryarê dike. Îsal ew jî bûye yek ji wan xwendekaran ê ew xelat standine.

Mamosteyên ew ew hêjayî xelat standinê dîbûn û navê wê arasteyî Kongreyê kiribûn.

Herwiha Sara Mihmed Şiwanî amaje bi wî yekê kiriye endamên Kongreya Amerîkayê beramber liberkirina cilûbergên kurdî metalmayî bûne û wê jî bi liberkirina cilûbergên kurdî xwestiye nûnertiya Herêma Kurdistanê bike.

BasNews

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply