Konê Reş û pirtûkek li dor Osman Sebrî Di 60 saliya damezirandina Al-Partî de

Bi helkefta derbasbûna 60 salî di ser roja 14 tîrmeha 1957an de, ev roja ku Apo Osman Sebrî û hevalên xwe têde P.K.K.S (Alpartî) li Şamê damezirandin, Konê Reş ev pirtûka bi navê (Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû), berhev kiriye û li Qamişlo çap û belavkiriye.

Di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje:

(Ez Osman Sebrî wek lehengekî ji lehengên gelê xwe dibînim û kêfxweşim ku ez vê kurtejiyana wî, wek wefadarî di 60 saliya damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) de, ji xwendevanên zimanê kurdî re pêşkêş bikim.

Gelo! Osman Sebrî kî ye, ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim? Ew navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin û cihê xwe bi xurtî girtiye.

Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye.  Gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye. Wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re.

Di navbera salên 1926’an û 1971’ê de, anku di navbera (45) salan de (18) caran hatiye girtin û zindankirin. Anku di (88) biharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye. Di sala 1971’ê de, ji nû li mala xwe a li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..)

Pirtûk 134 rûpel e. Ji gundê (Narincê) yê Adîyemanê destpê dike, li gundê (Berkevirê) yê Derbasiyê bi dawî dibe. Digel çend gotar û helbestên Apo Osman yên ku nehatine belavkirin û hin perçe ji helbesta wî ya bi navê (Bersiva Hoşeng).

Konê Reş vê pirtûka xwe ji giyanê Apo Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û hevalên wan, damezrênerên (Al-Partî) re, pêşkêş dike. Ewên ku ji 60 salî ve (Al-Partî) di 14 tîrmeha 1957an de li Şamê damezirandine û tev jiyana xwe di ber mafê gelê xwe de xerckirine.

Qamişlo, 10/06/2017

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply