Komîsyona Kurmancî û Grûba Xebatê ya Vateyî

Komîsyona Kurmancî (ji vir pê de KK) komisyoneke Enstîtûya kurdî ya Parîsê ye ku sala 1983yê li Parîsê hatiye avakirin û ev komîsyon sala 1987ê li xwe zêde kiriye. Grûba Xebatê ya Vateyî (ji vir pê de GXV), sala 1996ê li paytextê Swêdê, li Stockholmê ji aliyê lêkolîner, zimannas û nivîskarên zazakîaxêv ve hate ava kirin. KK, di çarçoveya mîsyona pêşvebirin û parastina zimanê Kurdî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê de xwedî avabûneke rêxistinî ye, lê GXV, bi qewlê Roşan lezgîn ji aliyê komeke “îdealîstên dildar” ve hate danîn ku li Stockholmê bi xebata xwe ya dayîna dersa Kirmancî (zazakî) hate naskirin4 . Her du komên xebatê jî, îlhama xwe ji Bedirxaniyên Bira girtine ku salên 1930-1940ê li Sûriyeya di bin destê Fransayê de hewl dane ku kurmancî modern bikin.

Wekî tê zanîn, reforma herî mezin a Bedirxaniyên Bira, elfabaya Latînî ye ku ji bo kurmancî di kovara Hawar de bi kar anîn û îro jî ji bo vî zaravayî wek referans tê qebûlkirin.

 

 

 

1.1. Endam û bandora diyasporayê

 

Endamên her du grûban endamên diyasporaya kurd a li Ewropayê ne. Cara pêşîn, salên 1960ê karkerên koçber ên kurd, pirranî li Elmanyayê, bi peymanên di navbera hiqûmetên welatên Beneluksê, Avusturya, Swîsre û Fransayê de li van welatan bi cih bûn. Lê bûyerên siyasî rengê vê koçberiyê guhart. Sala 1979ê li Îranê Şoreşa Îslamî pêk hat, bi salan şerekî xwînav di navbera Iraq û Îranê de qewimî, rejîma Iraqê li dijî Kurdan operasyona Enfalê pêk anî û li Tirkiyeyê jî derbeya leşkerî ya 12ê îlonê pêk hat, di encama van bûyeran de nifûsa Kurdên penaber ên Ewropaya Rojava û Amerîkaya Başûr zêde bû. Ligel ku serjimareke pêbawer a Kurdên diyasporayê tune ye jî, li gorî îstatîstîkên rojane tê gotin ku li Ewropaya Rojava li dora 1.2 milyon Kurd dijîn5.

Pirraniya endamên KK û GXV li Swêdê dimînin. Bi awayekî rêkûpêk 16 endam beşdarî xebatên KK dibin, yên GXV jî jiara wan 14 ye. Endamên KK ji Kurdên Ermenistan, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ku

 

bi kurmancî diaxivin pêk tên. Endamên GXV Kurdên zazakîaxêv ên Tirkiyeyê ne. Endam bi pirranî mamoste, rojnamevan, nivîskar, zimannas û aktîvîstên ziman in, ku kurmancî û zazakî baş dikarin biaxivin û binivîsin. Pirraniya endaman, ligel zimanên xwe yên dayikê û yê welatên lê dijîn, du-sê zimanên biyanî jî dipeyivin.

Pirsa otorîteya exlaqî ya endaman helbet cihê minaqeşê ye. Endamên civateke li derveyî welat dijîn, dê çawan bikaribin bi kêrî pêşveçûna zimanê xwe bên? Bo nimûne, Enstîtuya Kurdî, ligel ku gelek rewşenbîrên kurd ên li Ewropayê dijîn li xwe vedihewîne jî, endamên KK bi tu awayî nehatine hilbijartin. Ji aliyê din, divê em bi bîr bînin ku vê saziyê di çarçoveyeke neteweyî de nav nedaye. Pirraniya endamên wê kesên ku berê wan dane nefiyê ne, ji bo nasîna ziman û çanda kurdî xebitîn. Xebatên ku wan di warê siyasî de li welatê xwe dimeşandin, li diyasporayê dageriyane xebata parastina zimanê xwe. Raboriya wan a milîtanî rê dide ku ew destekarî li ser çarenivîsa zimanê xwe jî bikin. Helbet ziman, bo avakirina neteweyekî xwedî roleke gelekî girîng e. Lê di rewşa diyasporayê de ziman dibe teselî û meremeke dilxweşkirinê: endamên ku nekaribûne mafên xwe yên siyasî bi dest bixin, qet nebe bi parastina zimanê xwe dikarin zimanê xwe ji mirinê rizgar bikin. Ev awayê self- serweriyê, ji aliyekî ve jî rewatiyeke exlaqî jî dide wan. Asîmîlasyona ziman û kêmasiya saziyên neteweyî, di vî warî de rewatiyê dide her kesê bi karê ziman radibe. Pîvana herî baş a vê rewatiyê, têkiliya bikarhênerên vî zimanî ya bo xebata wan e û bikaranîn û belavkirina berhemê wê ye.

 

 

1.2. Organîzasyona civînan

 

KKê civîna xwe ya ewil li Katalonyayê, bi piştgiriya Hikûmeta Katalonyayê di sala 1987ê de pêk anî. GXVê jî civîna xwe ya destpêkê sala 1996ê li Stockholmê li dar xist. KKê civîna xwe ya 46ê par li Stockholmê kir. GXVê civîna xwe ya 18ê meha Tebaxê li Dersîmê girêda. Her du grub jî salê carekê du civînên bi maweyê hefteyekê li dar dixin. Di her civînê de, endam li ser mijar û babetên ku berê tên diyarkirin û biryarê vedikolin. Piştre encamên xebatê, di kovarên Kurmancî û Vate de têne weşandin. Endamên ku bi dilxwazî dixebitin tu piştgiriya madî nastînin û ji bo beşdarî civînan bibin, sale du hefteyan tatîlên xwe di vê oxirê de didin.

 

 

1.3. Armanc û hedef

 

Armancên KKê em dikarin di kurteyeke ku di Kurmancî de hatiye weşandin wiha destnîşan bikin: “Kurmanciya ku zimanê rojane yê pirraniya Kurdên ku li diyasporayê dijîn e, ewa ku li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin û li Sûriye, Îran û Iraqê ji pergala perwerdeyê hatiye veder kirin, dawiya vê sedsala 20ê pêdivî bi standardizasyoneke girîng heye: diviya gencîneya wê ya peyvan bê stabîlîze kirin, rastnivîs û rêzimana wê bê standard kirin, di jiyana rojane de di serî de di medya û perwerdeyê de, divê riya derbirînê li ber bê vekirin. Di nav neteweyên xwedî dewlet de, mîsyoneke wiha girîng ji aliyê Akademiya Ziman ve tê birêvebirin. Ji bo Kurdên ku demeke dirêj e bê dewlet in, peywireke wiha tenê diyasporaya demokratîk a li Ewropayê dikare pêk bîne”. (Kurmancî, 1999)

Bi heman awayî GXV di pêşgotina Ferhenga Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî ku di sala 2009ê de weşandiye, mebesta vê grûbê wiha tê vegotin: “Zaravayê Kurdî Kirmancî, li gorî deverê bi navên cuda cuda yên wekî Kirmanckî, Kirdkî, Zazakî û Dimilî tê binavkirin. Kirmancî heta îro kêm pê hatiye nivîsîn û zimanê wê yê nivîsê pêş ve neçûye. Van salên dawîn nivîsandin bi vî zaravayî herçend hinekî zêde bûbe jî, ev bi Kirmanciya bi deverê heta ya gundê xwe tê kirin. Lê zimanê nivîsê ew e ku her ku diçe formên hevpar têne bikaranîn û dem bo demê divê bi vî awayî ber bi standartbûnekê ve biçe. Ev yek ancax bi xebatên cidî yên demdirêj mimkûn dibe. Civînên Kirmancî ku sala 1996ê li Swêdê ji aliyê grûbeke Kirmanc ve hate destpêkirin, li Elmanya û Diyarbekirê hate domandin, li ser rastnivîs û termsaziya vî zaravayî xebat hat kirin û di vî warî de gavên girîng hatin avêtin.”

Wekî tê dîtin, gelek armanc û hedefên her du grûban hene: gencîneya ziman, standardkirina rênivîs û rêzimanê û ji bo xwendin-nivîskariya modern a kurdî bête pêkanîn, kodên nivîskî bêne çêkirin. Wekî tê zanîn, Kurdên ku mafê wan ê perwerde-hîndariya bi zimanê dayikê hate qedexe kirin, qebîliyeta wan a xwindin û nivîsandinê jî hate asteng kirin. Ji ber vê yekê, pirraniya Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê xwendin û nivîsê nizanin. Van grûban xwest van armanc û hedefan bibin serî, wan ev ji xwe re kir siyaseta ziman. Lê belê gava ku xebatên van grûban bi awayekî hûr û kûr bêne vekolandin, dê bête dîtin ku ev armanc û hedef ji yên li jorî hatine destnîşankirin gelekî girîngtir in.

 

 

2.     Analîz

 

Ev armanc û hedef dikarin li gorî modela analîza M. Nahir bêne nirxandin:

 

 

 

2.1. Parzinandina ziman

 

Parzinandina ziman dabeşî du kategoriyan dibe, xwedî armancên derve û hundir e. Parzinandina derve, “zelaliya ziman” diparêze û ji bo ji kartêkeriyên derve biparêze, bikaranîneke taybet ferz dike. Parzinandina navxwe jî, ew e ku koda wek standart hatiye qebûlkirin, ji bikaranîna ne normatîv a xelet biparêze. (Nahir 2000: 426-427). Bo nimûne, Nahir behsa hinek Akademiyên Dewletê (Israîl, Urdin, Kanada, Quebes û Îzlanda) dike ku wan xebat ji bo zelalkirina ziman, hêsankirina rêzimanê û xebatên duristkirina ferhengan pêk anîne.

Li welatên ku Kurdî lê tê axaftin, tê zanîn ku bandora Erebî, Farisî, Tirkî, li Ewropayê jî Fransî, Almanî, Îngilîzî li ser heye (Akın, 2007). Kurdî di warê zanistî, hiqûqî, tibbî, siyasî û aborî de pêdivî bi peyvên nû heye û ji ber temasa ziman, kurdî peyvên nû ji van zimanan distîne. Her du grûban jî di van waran de peyv çêkirine, dixwazin peyvên bingehê wan kurdî li şûna yên biyanî bêne bikaranîn. Bo nimûne, kurmancî termsaziya komputerê encameke wisa nîşan dide: binmişk (fare altığı), bişkok (düğme), nimander (kürsör), nîşanker (imleç). Bo zazakî em dikarin van mînakan bidin: keyepel (ana sayfa), binmerre (fare altlığı), torre (şebeke), tiknayene (tıklamak). Parzinandina navxweyî di xebatên KKê de xwe dan pêş, ji ber ku hemû têgehên ji devokên cihê têne bikaranîn paxav pê tê kirin. Bo nimûne, têgihên mal û malbatî ku li gorî devokan diguherin wiha ne: kal, kalik, bapîr (dede), pîr, pîrik, dapîr (nine), xweh, xwişk, xweng, xwehîng (kız kardeş).

KK, ji van têgehan yekî wek “a rast” an jî “a standard” empoze nake. Mebesta wê ew e ku têgehên heyî ber hev û arşîv bike û hemû têgihên ku behsa tiştekî dikin pêşniyar bike. GXV ligel ku heman metodê bi kar tîne, dîsa jî tercîha xwe jî dide pêş. Bo nimûne, di zazakî de gelek navên mêwîjê hene: eskici, eskiji, eskije, eskize, eşkice, eşkici, eşkiji, eşkuçi, işkij, işkiji, sikucî, sikûcî, skucî, skûcî. Ev têgehên ku jê re dibêjin Forma bînî, di civîna grûbê ya “meylê kombîyayîşî” de tercîh bo “eskije” tê kirin. Ji aliyê din ve ji bo “baranê” jî ligel “varan”ê peyva “yaxer/yaxir” ku nêzî ya Tirkî ye, tê redkirin. Wekî ji vê mînakê jî tê dîtin, gencîneya peyvan a zazakî, bêyî ku li koka peyvê bê nihêrtin ji bo destnîşankirinê tê berhevkirin.

 

 

2.2. Zindîkirina ziman

 

Zindîkirina ziman, zimanê mirî an jî pirr kêm pê tê axaftin ew e ku mirov wî zimanî dîsa di nav civakê de bike zimanê têkiliyê (Nahir, 2000: 428). Zindîkirina ziman her çend mînakên wê gelekî kêm bin jî, bo nimûne Îbranî dikare bête dayîn. Ji bo zindîkirina zimanekî pêdivî bi kartêkerên sosyokulturî yên neteweyî, siyasî, dînî û perwerdeyî heye. Axivêrên kurmancî û zazakî kêm bên jî, tê zanîn ku di nav

 

civakê de hê jî her du têne bikar anîn. Ji ber vê jî xebatên her du grûban, nabe ku di vê kategoriya zindîkirina ziman de bêne dîtin. Ji xwe, endamên her du grûban li derveyî welat in û tu piştgiriya saziyî û resmî ji wan re nayê kirin, ji ber vê jî mimkûn nine ku bi zindîkirina kurmancî û zazakî re eleqedar bibin.

 

 

2.3. Reforma Ziman

 

Li gorî Nahir, mebesta reforma ziman hêsankirina bikaranîna ziman e (Nahir, 2000, 429). Hêsankirina bikaranîna ziman her çend wek motîvasyona herî girîng derketibe holê jî, reform pirtir bandorê ji helkeftên îdeolojîk, siyasî û dînî digire. Elfabaya latînî ji aliyê Mustafa Kemal ve adapteyî Tirkî hate kirin û rêgezên rastnivîsa fransî dikare wek nimûne bêne dayîn. Di vî warî de xebata Bedirxaniyan Bira ku elfabaya latînî adapteyî dengê kurdî kirin, dikare wek reform bête dîtin (Akın, 2006). Di xebata her du grûban de jî hewldaneke ku mirov bibêje ev reform e ber bi çav nabe.

 

 

2.4. Standardîzasyona ziman

 

Li gorî Wardhaugh (2006), standardîzasyona ziman, pêvajoya bi awayekî vekirî ya kodlêdanîna zimanekî ye. Ev pêvajo, pirranî wek pêşveçûna pirtûkên ferheng, rastnivîs, rêziman û pêkhatina edebiyateke nivîskî ye. Wekî li jorî jî hate diyar kirin, kurmancî û zazakî demeke dirêj di van waran de bi sînor ma û standardkirina rastnivîsê hê jî berdewam dike. Ji ber vê, tekûzkirina gencîneya peyvan, kodkirina nivîseke standard û xebatên bo pêkanîna nivîskarî û xwendevaniya kurdî ya modern, dikarin wek hewldana standardîzasyonê bên pejirandin. Ji aliyê din ve, xebatên GXV yên li ser rênivîsa zazakî dikarin wekî xebata herî girîng a standardîzasyonê bên dîtin. Di berhemên nivîskî yên hevdem de jî, nivîsa zazakî, ji ber cudahiya devokên herêmî ferq û cudahî nîşan dide. Yek ji hewldana herî girîng a GXV ew e ku van nivîsandinên cuda bigihîne hev û kodên nivîsîneke standart peyda bike. Di vî warî de, di encama xebatên grûbê de sala 2005ê li Stenbolê bi navê Rastnuştişê Kimanckî (Zazakî) rêbernameyek hate weşandin, di serî de elfabe, navê roj, meh, dîn, mezheb, kesayet, cînavk, bernav, daçek, gihanek û lêker li gorî daxwaza GXV hatine destnîşan kirin. Li dora 7000 peyvên di Vateyê de jî gihîştin formeke standard.

 

 

2.5. Belavkirina Ziman

 

Belavkirina ziman, wek hewldana zêdekirina kesên ku bi ziman diaxivin hatiye binav kirin. Ji bo belavkirina zimanekî, pêdivî bi navgînên sazûmanî yên wekî xwendegeh, medya, hwd heye. Wekî em ê li pêş bibînin, ev grub dixwazin bi awayên cur bi cur encamên xebatên xwe belav bikin lê ev yek ka dê çawan hejmara kurmancîaxêv û zazakîaxêvan zêde bike, ev cihê pirs û gumanê ye.

 

 

2.6. Modernîzasyona peyvan

 

Modernîzasyona peyvan, xebateke wiha ye ku ji bo axivêrên zimanî peyvên nû çêdike da ku ziman pê geş bibe û bi pêş ve biçe. Her du grûban, xebatên xwe li ser vê yekê şidandine, ji ber vê em dixwazin li ser vê rawestin. Mirov dikare modernîzasyona peyvan di çar kategoriyan de binirxîne.

  • Ji bo çêkirina gencîneya ziman û ferhengeke tematîk a giştî, peyvên zimanî yên heyî bêne berhev kirin, nirxandin û arşîv kirin: Ev her du grub, ji jêderên destpêkê yên nivîskî û deqên kevin gotinan kom dikin û wan dîsa raberî axivêrên ziman dikin. Bo vê yekê, Nûbara Piçûkan a ku helbestkar û nivîskarê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî di 1680ê de nivîsandiye; Mewlûda Bateyî ya şair û dîndar Mela Husênê Bateyî ku di sedsala 15ê de nivîsandiye, Dîwana Melayê Cizîrî ya ku di sedsala 16ê de nivîsiye; Mewlidî Kirdî ya Ehmedê Xasî ku sala 1899ê li Diyarbekirê nivîsiye girtine û peyv ji wan

Bi jêderên nivîskî re jêderên devkî û folklorîk jî ji bo van grûban mijara vekolînê ne. Peyvên di ware anatomiyên mirov û ajalan, çandinî, botanîk, aborî, hiqûqî, eskerî de jî tên berhev kirin û arşîv kirin.

  • Li ser kokên heyî dariştina peyvên nû: Ji ber ku kurmancî û zazakî di hin waran de pêdiviyê bi peyvên nû dibînin, ev kom gava pêwîst be peyvên nû çêdikin. Metoda wê jî, ew e ji peyvên zimanê heyî, pirranî peyvên hevedudanî yên nû têne çêkirin. Bo nimûne, peyvên bo trafîkê: korerê, kor û rê. Ji peyva kor û rê hate dariştin. Peyarê, ji peya û rê çêbûye. Bi heman awayî derbasgeh; derbas û geh. Peyva qeşaşit (dondurma), qeşa (bûz) û şit (şîr).
  • Ji zimanê biyanî peyv wergirtin û ew li gorî fonetîka kurdî adapte kirin: Heke îmkana ku peyveke nû pê bê dariştin tune be, ji jêderên biyanî sûd werdigirin. Bi vê rêbazê, peyva ku jixwe axivêrên wî zimanî di jiyana rojane de fêr bûne û bi kar tînin dê statûyeke “fermî” lê bê kirin û rêzikên wê yên nivîsê bêne diyarkirin. Bo nimûne peyva taxim (takım) ji tirkî tê, peyvên şampiyon, garaj, villa bi awayê champion, garage û villa ji Fransî tên. Bi heman awayî peyvên ekonomî, demokrasî, demokrat bi awayê économie, démocratie, démocrate ji Fransî derbas bûne.

 

  • Werger an jî texlîda peyvan: Bi vê rêbazê, peyvên ji zimanê dîtir hatine heçko li Kurdî têne wergerandin an jî li gorî binemayê van peyvan peyveke nû tê çêkirin. Di vî warî de mînakên bê hejmar hene, ev jî nîşana wê ye ku bi vê rêbazê gelek peyv têne dariştin: bota binawe (denizaltı), asayîşo peroyî (genel asayiş), wezareta perwerdeyî (eğitim bakanlığı), ê-name (e-posta), ê-pirtûk (e-kitap), nîvmeydan (yarım saha), meydana lîstikê (oyun alanı), devera golê (gol alanı).

 

 

2.7.  Lêkdana termsaziyê

 

Lêkdana termsaziyê, bi taybetî di ware teknolojîk û zanistî de ji bo nediyariya têkiliyê kêm bike, ji pêkanîna lîsteyên peyvên pêkhatî ye. Di xebatên KK de, pêkanîneke ku em dikarin bêjin lîsteya peyvên pêkhatî, nehate dîtin. Wekî tê zanîn, ji ber cudahiya devokên herêmî û nebûna saziyên standardîzasyona neteweyî, ji bo heman tiştî bibêjin dibe ku gelek peyv bi dest bikevin. Bo nimûne, di kurmancî de bo “şevreşkê” nêzî 30 nav hene wek (şevşevok, şevşevik, şevrevîng, şibşibênek, çemçemok, çekçekûle, çeqçeqole, çilîçilî, pelşimok, pirçimok, perçemek, pirçemek, bacemok, baçimêlk, balçimok, berçemik, hwd). Weke me li jorê jî got KK, ji van navan yekî dernaxe pêş.

Di xebatên GXV de mirov dikare lêkdana termsaziyê bibîne. Bo nimîne, di zazakî de ji bo “mislimaniyê” peyvên “misilmanê, mislumanê, muslumanê, muslumonê, muslumûnê, bisilmûnê” têne bikaranîn. Lê GXV di civîna meylê kombîyayîşî de biryar daye ku ew “muslumanî” bi kar bînin.

 

 

2.8.   Zelalkirina stîlê

 

Armanca zelalkirina stilê ew e ku, ji bo kêmkirina nediyariya têkiliya di navbera profesyonel, burokrat û xelkê de, gencîneya peyvan, rêziman û pîvanên bikaranîna stîlê hêsan bike. Li gorî Kaplan û Baldauf, zelalkirina ziman, peymanên saziyên dewletê aliyê wan in û zimanê kontratê yê demên din ji bo baş bê fêmkirin tê kirin (1997: 73-74). Wekî tê dîtin, ji ber ku avabûna van grûban, armanc û hêza wan a kirinê kêm e, ne mimkûn e ku hewldaneke zelalkirina stilê bidine ber xwe.

 

 

2.9. Têkiliya nav zaravayan

 

Têkiliya nav zaravayan ji xebatên hêsankirina têkilî û danûstandina di navbera kesên devok û zaravayên cuda yên heman zimanê bi kar tînin pêk tê (Nahir, 2000: 436). Wekî eşkere bû, ji bo heman

 

tişt û têgehê bînin ziman, dive peyvên devok û zaravayên cihê bêne berhev kirin û biserober kirin. Ev dibe ku weke hêsankirina têkiliya di navbera zaravayan de bê binav kirin.

 

 

2.10.  Parastina bikaranîna ziman

 

Gava zimanek ji ber sedemên civakî, aborî, perwerdeyî û siyasî an jî ji ber gef û gurê bikaranîna wî zimanî wek sembola civakekê û nîşana nasnameya neteweyî kêm dibe (Nahir, 2000, 439), pêdivî bi xebatên ji bo parastina bikaranîna ziman çêdibe. Parastina bikaranîna ziman, li Amerîkaya Bakur û Başûr, Efrîka, Ewropa û Avustralyayê ji bo zimanên xwecihî hate bikaranîn ku pirr kêm bi wan dihate axaftin. Li gorî Kaplan û Baldauf, parastina bikaranîna ziman, makro-kategoriyek e ku van armancan digire nav xwe : Zelalkirina ziman, Zindîkiirna ziman, Reforma ziman, Standardîzasyona ziman, Belavkirina ziman û hwd (1997: 77-78). Bi awayekî din, hemû xebat û armancên ji bo parastina bikaranîna ziman digre nav xwe. Her çend derfetên her du grûban jî ji bo parastina ziman tune be jî, xebat û hewldanên wan dikarin wek hewldana parastina kurmancî û zazakî bêne nirxandin.

 

 

3.10.  Standardîzasyona Kodên-alîkar

 

Nahir, vê armancê, wekî zimanê ker û lalan (zimanê îşaretan), navên deveran, rêgezên transkripsiyonê û standartbûn an jî guhartina elemanên dîtir destnişandike (2000:441). Xebatên grûbê qismek dikare di vê kategoriyê de bêne nirxandin. Bo nimûne, standartkirina navên welat û bajaran. Ev grub, dikarin formên standart ên van navan belav bikin: Afxanistan, swed, Swîs, Brîtanya Mezin, Norwej (KK). GXV jî hewl dide navên bajaran jî standardize bike: Bidlîs, Çewlîg, Dêrsim, Mamekîye, Dîyarbekir, Riha, Semsûr, Xarpêt, hwd.

 

 

3.     Weşandina encamên xebatê

 

Wekî tê dîtin, modela teorîk a Nahir beşeke mezin a xebatên her du grûbên KK û GXV digire nav xwe. Tenê çar armanc (Zindîkirina ziman, Reforma ziman, Belavkirina Ziman û Zelalkirina Stîlê) di xebata wan de dîyar nebûn. Ev armanc jî ji aktîviteyan pêk tê ku pêwîstiya wan bi lêkdana faktorên têkel heye. Helbet, mirov nikare binirxîne ka xebatên her du grûban, çi bandorî li axivêrên ziman dikin û berhema wan çawan tên pêşwazî kirin. Ev grûbên ku xwedî çi şiyana kiryarê nînin lê xwedî

 

desthilatiyeke exlaqî ne, gelo dikarin bandorê li geşedana kurmancî û zazakî bikin? Ev encax bi lêkolîneke li ser vî karî û karîgeriya wê ya li ser axivêrên vî zimanî dikare mimkûn be. Niha em berê xwe bidinê bê ka encam çawan tên weşandin.

KK encam û berê her civîna xwe di kovara bi navê kurmancî de (salê 2 hejmar) diweşîne. Hemû hejmarên kovarê ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikare bên daxistin6. Ji aliyê din ve ferhengeke online, wergera kurmancî, Tirkî, Fransî û Îngilîzî di nav xebatên wê de ne. Hejmarên destpêkê yên kovarê heta hejmara 20ê (1987-1996) sala 1999ê weke cildeke hate weşandin û 40 hejmarên destpêkê yên kovarê weke cîldeke îsal meha Gulanê li Stenbolê ji Weşanên Avestayê derket. Ji aliyê din ve, Ferhengeke kurmancî-Fransî ku berhema KK ye û 65 000 peyv tê de hene, li Parîsê li ber çapê ye.

Bi heman awayî, GXV, encam û berê xwe di kovara VATE de diweşîne. Kovara VATE ku 33 hejmar hatine çapkirin, berê li Stockholmê, ji hejmara 20ê şûnde li Stenbolê tê weşandin. Hemû hejmarên VATE dikarin bêne daxistin7. Ji aliyê din ve, GXV, Ferhengê Tirkî-Kirmanckî (Zazakî) a 34000 peyv, (238 rûpel) û 34000 peyv Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî (624 rûpel) bi çapa sêyem sala 2009 ji weşanên Vate ya li Stenbolê derxist. Heman weşanxaneyê heta niha 36 pirtûkên zazakî (roman, çîrok, helbest, rêziman, zargotin, rênivîs û rêziman) çap kirine. Bo van kitêban standardên ziman yên Koma Vateyê ne.

Girseya ku her du grûban ji xwe re kiriye armanc, di serî de pispor û aktîvistên ziman, rojnamevan, werger in. Piştre, axivêrên ziman in ku profesyonelên ziman xwe bi berhemên xwe û bi danasîna xebatên her du grûban gihandine wan.

 

 

4.     Encam

 

Xebatên her du grûban jî, piştî Bedirxaniyên Bira dikare wek plansaziya herî girîng a ziman bê dîtin. Di her du aliyan de jî, xebatên militan û lêkolînerên ziman, rewşenbîrên ku li sirgûnê, li diyasporayê dijîn gelekî diyarker in. Xebatên Bedirxaniyên Bira li ser rêziman û rênivîsê zal dibûn, plansaziya berhevokî bû bingehê xebata her du grûban.

 

 

 

PERAWÊZ

  • http://www.alikaya.org/
  • Paşgira “-asî” maneya “wekî”, “dişibê” dide. Kirdasî yanî wekî Kird. Dişibe Kirdê, Dibê qey Kird e. Kemal Badıllı, di pirtûka xwe ya bi navê Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri (Zaravayê Kurmancî) (1965) de, wiha dinivîse: « Zazayên li Tirkiyeyê, ji ber ku xwe wek Kurdên eslî dibînin, ji xwe re dibêjin Kird, ji Kurdên derveyî xwe re jî dibêjin Kirdasî, a rast vê pirtir ji Kurmancan re dibêjin, Kirdasî –piçekî jî bi wateya kêmdîtinê bi kar tînin, yanî (yên wekî Kurdan, kurdok) « (r.6)
  • http://cingeneyiz.org/
  • http://www.zazaki.net/haber/toplumsalkurt-gruplarindan-zazalara-genel-bir-bakis- htm

5 Le Monde (http://www.lemonde.fr/web/infog/0,47-0@2- 3210,54-973221@51-960605,0.html)

Salih Akin-Kanîzar- hejmar:5

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply