Di dîroka wêjeyê de hinek romannûs bi hinek bajaran tên nas kirin, bi lêv kirin. Kes nikare cûdahiyek daxîne di navberê berxwedanê Parîsê û Îlya Ehrenbûrg, mirovên biçûk ên Saînt-Petersbûrg û Dostoyevskî, Gregor Samsayên Pragê û Kafka, efsûniya Aracatacayê û Marqûez, mijê Londrayê û Wîrgînîa Woolf, avahiyên Dûblînê û James Joyce, çîrokên Bûenos Aîresê û Jorge Luîs Borges, şoreşa Kûbayê û Guevara, êvarên Santîagoyê û Pablo Nerûda, hîvê Şîliyê û Isabel Allande. Jan Dost bi romana xwe mohra xwe li berxwedana Kobanê xistiye. Jan Dost ketiye nav kavilên bajara xwe, gav bi gav, kêlî bi kêlî, êş bi êş, rondik bi rondik romana bajara xwe nivîsandiye, bi honandinekê serketî vegotiye.
Berxwedanê gelê Kobanê, romana Kobanî ya Jan Dost afirandiye, lê eynî romanê şoreşa Kobanê temam kiriye. Min berxwedanê şervan û şepalên Kobanê bi çavên xwe nedît, lê bi hestên Jan Dost di dilê xwe de heta dawiyê jiya.
Min romana Kobanî du caran ser hev xwend, di destpêk û dawiyê mijdarê de. Va mijdarê min, bi hêsirên min bû meha Kobanê. Yanî ez ji sala 2014an û meha mijdarê de qet dernekevim. Her tişt ji bo xatirê şehîdên Kobanê, cangoriyên Kobanê, şervan û şepalên Kobanê bû. Dilê min li wê salê (2014), li wê mehê (mijdar) ma, bi êş û azarên xwe ve, bi kelecan û hêviyên xwe ve, bi rê û rêbazên xwe ve.
Netewê Kurd li Kobaneyê za, vê carê gele Kobanê xewna Ehmedê Xanî bi duristî û pêwistî, bi hubr û xwîna xwe tabîr kiribû.
Min roman du caram xwend, tim jî çavên min şil bûn, di ser pirtûkê de. Bi halê me Kurdan digiriyam. Lê êşa min mezin bû, bi êşa min re hêviyên min jî mezin dibûn.
Gelê Kurd ruşda xwe îsbat dikir, gelê Kurd derdiket ser dika cîhanê, gelê Kurd digot em jî henin, em ê tim û tim hebin, kes nikare kokê me bîne, kes nikare me ji holê rake, kes nikare soza me vala derxîne. Do cahş hebûn, îro DAEŞ heye, sibê çi dibe, bila bibe, qet ferq nake.
Hîn serê barên li ber çavên min e. Xwîn diherîke. Ax şil dibe, dibe çamir. Ez bi zarokên Kobanê ve bi çamirê xwînê Berên şilbûyî cûr bi cûr ajalên çêdikinî. Tim jî ajalên me bê serî ne. Û sitranê Beytocan tê dibihîzim, bi dilê Barên:
“Ey yara min zû were
Êşa canên zû were
Ez ketime sikratê
Birîndar im zû were.”
Ji Kobanî ya Jan Dost çend ristên bi bandor:
*Cih û devera tu lê azad bî ew welatê te ye. (Rûpel; 30)
*Kurê min, heta ku miriyên mirov nekevin bin axa deverekê ew dever nabe welatê mirov. (Rûpel; 55)
*Gava doza merivan dibe azadî, ji bo bidestxistinê wê her tişt erzan dibe. (Rûpel; 65)
*Teqîn di dilê min de bû. Ew dûyê ku we dît heta ezmanan kişiya jî, dûyê şewitîna giyanê min bû. Giyanê min îşev bû komir. (Rûpel; 81)
*Gava dil rêber be, mirov winda nabe. (Rûpel; 94)
*Zeman li vî bajarî ketiye xewekê giran. (Rûpel; 107)
*Evîn volkan e Xecê, ew di dilan de veşartiye. Rast e mirov dema teqînê nizane, lê her wê rojekê biteqe. (Rûpel; 113)
*Ez wekî dareke payîzê me doktor. Bayekî hov ez ji ciwantirîn şax û pelan rût kirime. Ez ji kok de ji erda xwe hatime hilkişandin. Hîç nema axek dikare min di zikê xwe de bihewîne. Ez darekê bêkok im. (Rûpel; 123)
*Hesin dinale. Hesinê deriyê mala min digirî. Dengê giriyê xemgîn tê min. Ez bi jana hesin dizanim. Bi jana vî deriyê ku hezar caran tê re derbasî hundirê malê bûme, jê derketime derve, dihisim. Gazinan dike ew derî. Derî digirî. Panzdeh sal in min destê xwe nedaye hesinê wî. Ez li ber nesekinîme, min di qelşa di navbera herdu felqeyên re li kolanê nenihêrî ye. Panzdeh sal in kesekî ji pişt derî, ji aliyê malê de ji min nepirsiye: Ew kî ye! (Rûpel; 223)
*Dilî min î liyan e. Dilî min î liyan e. Hîro nalenale pirrî bi jan e. Ka Xeca min, ka Lewendê min. Kanî Baranê dilê min li ku mane. Va çi îş e va çi hal e va çi zeman e. Pir bûne derd û kulê min. Çi dinyake boş betal e bêwijdan e. (Rûpel; 232)
*Ez mam û min di goşeyê tenêtiya xwe de derdên xwe cûtin. Derdê min jî di wan rojan de ne bi cûtinê ne jî bi wekî din pûç dibûn. Agirek bû bi hinavê min ketibû, janeke xedar bû mîna lavlavkekê li canê min geriya. (Rûpel; 239)
*Şerê ji bo azadiyê tu carî bi kotekî nabe. Mirov divê bi kiryarên xwe bawer be yan na wê nikaribe heta dawî berdewam bike. Tu ne azad bî tu nikarî ji bo azadiyê cengekê li dar bixî. (Rûpel; 250)
*Ez nû tê digihîjim bê çima dêya min digot: Mirov terka dînê xwe dike lê terka axa welatê xwe nake. Bêhna pêsîra dêya min ji vê axa şil tê. (Rûpel; 253)
*Kurê min bêhna mirinê tê. Tu hîn xam î tu nizanî mirin çi ye. Lê ew gola bêndengiyê ya ku Kobanî tê wer bûye ne nîşaneke xêrê ye. (Rûpel; 254)
*Qewet ne tenê ev tivinga di destê min de ye, qeweta veşartî heye, a ku her kes nabîne: Îradeya mirov e. Em ê bi wê çekê jî şer bikin. (Rûpel; 255)
*Ez bi xwîna şehîdên me sond dixwim û bi taybetî xwîna hevala Arîn ku wê bajarê me ne pariyekî hêsan be. Em ê vî pariyî li dijmin bikin jehr û ziqqûm. Wê ji gewriya wan mezintir be, pirr mezintir be. (Rûpel; 260)
*Yan em ê careke din di jiyanê de hevdu bibînin, yan jî tu yê werî ser gora min li goristana şehîdan, li wir dîsa em ê hevdu bibînin, tu kurekî zindî, ez jî keçeke şehîd û di navbera min û te de evîneke nemir. (Rûpel; 261)
*Vî bajarî nefesa min a pêşîn dît, wê nefesa min a talî jî bibînê. (Rûpel; 265)
*Kevokeke belek, spî û sor, kevokeke bi tenê, ber bi wê pencereya ronahiyê ve difiriya. Kevokeke birîndar bû ew. Her ku carekê baskên xwe li hev didan û ber bi jortir diçû, xwîn dipekiya. Kevok bilind bû, bilind bû, bilind bû heta di pencereyê re çû û nema hate ditîn. Winda bû. (Rûpel; 266)
*Paul Valery: “Şer ew e hevkuştina kesên ku hevdu nas nakin ji bo berjewendiyên kesên ku hevdu baş nas dikin, lê hevdu nekujin.” (Rûpel; 267)
Faik Öcal