Klasîkên Me – Celadet Elî Bedirxan

Meqeleya “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan di kovara “Hawar”ê de.

Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya “klasîk”ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de şahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û şahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û şahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û şikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiştî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paş xwe ve çi eser hiştine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiştek ne maye. Piştî islamiyetê ji nav kurdan gelek şahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî şahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî û Nefî her du jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne.

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêşiyan ji me re hiştine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêşîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaştiye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îşê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiştekî tekûz bi ser xin.

Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî şahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê şahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her şahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de şaş e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiştine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: “Kurdmancî ye ew qeder li kar e” .

Hin Edîbên Edebiyata Klasîk

  • Elî Herîrî
  • Melayê Cizîrî
  • Feqiyê Teyran
  • Melayê Bate
  • Axayê Bêdarî
  • Ehmedê Xanî
  • Ehmedê Nalbend
  • Îsmaîlê Bazîdî
  • Şerefxan
  • Miradxan
  • Siyehpûş
  • Axayok
  • Mewlana Xalid
  • Mela Yehayayê Mizûrî
  • Mele Xelîlê Sêrtî
  • Evdilqadirê Geylanî
  • Hecî Fetahê Hezroyî
  • Şêx Evdirehmanê Taxê
  • Nalî
  • Şêx Riza
  • Hecî Qadirê Koyî
  • Şêx Nûreddîn Birîfkanî
  • Şêx Mihemed Can
  • Şêx Evdirehmanê Axtepî
  • Şêx Eskeri
  • Şêx Hesenê Nûranî
  • Mihemedê Kerbelayî
  • Eliyê Teremaxî
  • Mela Ûnisê Erqetînî
  • Melayê Erwasê
  • Kitêbeke Hisabî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply