Sêşem , 20 Cotmeh 2020

Kitêba Kaxez- Mistefa Aydogan

Di vê berhemê de li gel serpêhatîya peydabûna kaxeza qederguhêr, li ser paşeroja wê û civata bêkaxez jî fikir û perspektîfên cuda dihên pêşkêşkirin.

Hûn dê di labîrentên dîrokê de rastî kaxezên lîstikan bihên û bi van xemilên jîyanê re ji Rojhilata Dûr heta Ewropayê, ji şaristanîyekê berê xwe bidin şaristanîyeka din û li bajarên vedîtî, li bircên wêranbûyî bêhna xwe vedin. Hûn dê bibin mêvanên gerokan û guhdarîya bîrînanên wan bikin; bera dû şopgerên meraqdar bidin û di rûyê kaxezên lîstikan de li şopên şaristanîyên cuda û bawerîyên curbicur bigerin û herweha bi nîşanên li rûyên kaxezan neqişandî re bikevin sihbetê û ew jî dê bi kurdîyeka kurmancî ya rewan sirên xwe eşkere bikin û li şopên şaristanîyên cuda mikur bihên.
Hûn dê herweha bi meraqeka mezin li şopa çalakîyeka ji wan çalakîyên entelektuel, ango serbêjinga lîstikên me yên kaxezan jî bigerin…

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Navdarên Kurd Bi Zarokan Dide Nasîn

Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokan seta ku ji 5 pirtûkan pêk tê amade kir …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.