Kitêba Fiqhê-Îlmîhal ya bi navê ‘Kulîlkên Tewhîdê’ derket

Kulîlkên Tewhîdê kitêbekî bi zaravayê Kurmancî li ser Fiqih-Îlmîhalê bi lêkolînekî gelekî berfireh ji alyê Feyzullah Yalcîn ve hatiye amade kiri.

Kitêb bi orjînala metnên erebî û kurmancî hatiye nivîsandin. Qismên ayetên Qur´anê, hadîsên Pêxember û nêrînên îmamên mezheban bi erebi ye û ji aliyê nivîskar ve bi kurmancî hatiye wergerandin.

Nivîskar derbarê nivîsandina vê kitêbê da wiha dibêje;

 

Ev kitêba hanê, ne wergera hin kitêbên din yên fiqhê ye û ne jî bi tayîbet tenê li gora mezhebekî hatiye nivîsandin.

Çavkaniyên yekemîn yên vê kitêbê, Qur´an e, hedîsên Pexember û nêrînên herçar mezhebên mezin û gelek alimên din yên dînê Îslam ne. 

Kulîlkên Tewhîdê ji destpêkê heya dawî, kar û xebateke bi serê xwe ye û pir bi kitakitî li ser mijarên dînî bi lêkolîn û vekolînên berfireh hatiye amade kirin.

Usûla nivîsandina vê kitêbê wiha ye:

1. Di her mijarî da, berê her tiştî me li Qur´anê nihêriye. Derbarê mijarekî da çend ayet hebin, me li wan tevan nihêriye û serî li nêrîna mufesir û îmamên mezheban daye, ku wan bi çi awayî ev ayet m´ene kirine.

2. Piştê ayetê, me li suneta Pêxember (e.s) û hedîsên wî nihêriye. Me tenê qîma xwe bi hedîsekî ne aniye, belku di wê mijarê da çiqas hedîsên ji hev kêm û zêde û di kitêbên cihê da hebûne, hema bigire me li tevan nihêriye û ya herî sehîh ku nakokî di navbera wê hadîsê û Qur`anê da tunebûye me ew rast qebul kiriye. Lê me cîh daye hedîsên din jî.

3. Me li nêrîna mezheban jî nihêriye. Lê bi piranî me serî li nêrîna îmamê Şafi`î daye. Lewra piraniya milletê kurd Şafi´î ne.

4. Kitêbên hedîsan yên ku me çevkanî nîşan dane: Buxarî, Muslim, Tirmizî, Ebu Dawud, Îbnu Maceh, Nesaî û Beyheqî ye.

5. Her wiha çevkanî ji kitêbên fiqhê yên weka “Umma” Şafi`î, δane, Muxnî, Sîracul Wehhac, Fiqhu Sunet ya Seyid Sabiq, ji îmam Ebû Henife, Malik  û Ehmed jî çevkanî nîşan daye.

Kesê ku bixweze dinê xwe nas bike, divê berê hertiştî Qur´anê û suneta Pêxember baş bizanibin û fêhm bikin. Herwiha kitêba Kulîlkên Tewhîdê ji bona kesê ku bixwaze îbadetên xwe rast û durust bike, kitêbeke ji ayet û hedîsan têr dagirtiye û bersîva gelekî pirsên we tê da heye.

Hûn dikarin dîrek ji vê adrêsê jî bixwazin.

Fatih Sultan Mehmet Mahalasi Oruç Sokak No 18 Emek Bursa

E-Post: feyzulahyalcin@gmail.com –hezargol@hotmail.com

WahtsApp: 0046 764246235

Çandname

Derbar ziman

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply