Kitêba Exlaqê Îslamê derket

Exlaq xeml  û zîneta mirovatiyê ye; bi awayekî din Exlaq navê qanûn û rêbaza pêkve jiyaneke hev beş e. Di civak û welatê ku tê da exlaqê qenc û baş rewa nebe, zulm û zordarîya kesên bê exlaq wekî  şeva reş û tarî herderî dorpêç dike û jiyanê li mirovan dike jehr û zuqûm.

Bi van fikr û hizrên, Rehmanî ev kitêba bi navê ”Exlaqê Îslamê” bi lêkolînekî berfireh li gora naveroka Quran a pîroz hatiye amadekirin.

Kesên zalim û zordar kesên bê exlaq in, anjî tu bandora exlaqên Rehmanî di jiyana wan da tuneye. Bi qasî dîtin û têgihiştina me, kesên dibêjin em musluman in, pir ji exlaqê Îslamê û bi tayîbet ji naveroka Quranê dûr in

Ji ber wê yekê me xwest bi nivîsandina vê kitêbê, balê bikişînin ser xalekî girîng; ku kesên mumin li exlaqê dînê xwe Xwedî derkevin û bibin mirovên qenc û baş.

Kitêba bi navê Exlaq Îslamê, li gora têgehên Qurnê û hedîsên sehîh yên Resûlê Ekrem Muhemmed (e.s) hatiye amadekirin. Helbet kesê bixwaze exlaqê Îslamê hîn bibe, divê li Quranê rewa be. Bêguman ev kêtêba hanê, ji bona fêrbûna Exlaqê Îslamê, bingehekî bêhempaye.

Wekî mînak: Têgehên Muteqîn, Munafiq, Nîfaq, Înfaq, Exlaq, Heq, `Edalet, Şehîd, Şehadet, Şefa´et, Sebir û bi dehan têgehên Îslamî li gora naveroka Quranê hatiye şîrovekirin. Paşê ew mijar, bi hedîsên cenabê Pêxember (e.s) jî hatiye zelalkirin.

Hêviyên me ew e; ne tenê meriv  vê kitêbê bixwîne, her wisa jiyana xwe jî li gora Îxlaqê Îslamê biguherîne û di jiyana xwe da tetbîq bikin.

TêkilÎ:

Telefon: 05363979212+ 05368240240+ 05070698469

WhatsApp 0046764246235

E-Post: hezargol@hotmail.com

feyzulahyalcin@gmail.com

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply