Kîn û Hesed (Xutbe)

 

أَمْ يَحْسُدُونَ النَّاسَ عَلَى مَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ فَقَدْ آتَيْنَا آلَ إِبْرَاهِيمَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَآتَيْنَاهُمْ مُلْكًا عَظِيمًا (54) النساء

Bawermendên birûmet!

Dînê Îslamê, ew tiştên ku pêwendiyên civakî, exlaqî, parastina mafê kesan, ewlehî, aştî û aramiyê tune dikin, qedexe kirine û girîngiyeke mezin daye xwedûrkirina ji wan tevgerên ku dibin sedemên pevçûn, nîqaş û dilşikestinan. Ji bo vê yekê ew nexweşiyên menewî yên mîna çavnebarî, kîn û dijminahiyê ku dibin sedemê qutbûna pêwendiyên civakî, exlaqî û xerabûna mafên bingehîn, hatine qedexekirin. Hesed (çavnebarî) ew e ku daxwaziya windakirina wî tiştê  ku madî û menewî ji kesên din re hatine dayîn . Lê heçîke kîn e ku bi girêdana hestê çavnebariyê, li hember kesên din, dijminahiyeke bi dizî bike.

Misilmanên birûmet!

Çavkaniya hesedê ew e ku bi parvekirina Xuda Teala razî nabin. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Yan jî, ma ew ji mirovan, ji ber qenciya ku Xuda Teala ji kerema xwe daye wan, çavnebariyê dikin? Vêca bi rastî me, kitêb û hikmet dabû malbata Îbrahîm û me milkekî mezin jî dabû wan.[1] Xuda Teala di vê ayeta pîroz de bi me dide fêmkirin digel ku temamê nîmetên dinyayê ji Xuda ne jî lê dîsa mirov çavnebariyê ji hev dikin. Xuda Teala ji bo ku jiyana dinyayê bi rêk û pêk bike mirov bi teşeyeke wisa ku pêdiviya wan bi bal hev ve heye, afirandine. Rizqê her kesî weke hev nedaye. Ev mijar di Qurana pîroz de wiha hatiye vegotin: “Xuda Teala, eger ji beniyên xwe re rizq berfireh bikira wan dê li erdê tevdan bikirana. Lê belê Xuda Teala,bi qasî ku divê rizqê dişîne. Bi rastî Xuda Teala li bendeyên xwe agahdar û dîdevan e.”[2] Ji bo vê yekê nexwe pêwîst e em ji Xuda Teala bixwazin ne ku çavnebariyê ji hevdû bikin. Lewre Xuda soz daye wan kesên ku jê bixwazin û ji xwe re kar bikin ku xwesteka wan  bide wan. Ji bo parastina ji çavnebariyê di dawiya sûreya Feleqê de Xuda Teala wiha dibêje: “Ji neqenciya kesê çavnebar gava çavnebariyê dike, xwe diparêzim.”[3]

Misilmanên birûmet!

Çavnebarî, di dîrokê de heta roja me ya îro bûye nexweşiyeke sereke. Yekemîn xwîna ku hatiye rijandin, ji ber çavnebariyê ye,.Kurê Adem Qabîl, ji ber çavnebariyê birayê xwe Habîl kuştiye û sedemê ku şeytan ji bavê me Adem re neçûye secdê, çavnebarî ye. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “ Xwe ji çavnebariyê bigirin, lewre çawa ku agir dara dixwe her wiha çavnebarî jî xêran dixwe.”[4]

Mele Cewadê Gırdarî-Çandname

[1]  En-Nîsa 54.
[2]  Eş-Şûra
[3]  Feleq 5.
[4]  Ebu Dawud edep. 52.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply