Kilor

Kilora min,
Berê û paşê 🙃
Kilor navê komekê nanên ji şikeva (hevîr)ê tê çêkirin e. Li herêmên Kurdistanê bi gelek navan tên navandin lê di rastiyê de her yek ji wan cureyeke taybetî ne. Pelhevîr tenik an stûr tê vekirin, pelên wê tên rûnkirin an ziwa, nava wan tê dagirtin. Li tendûr, sêlê didin an di nava rûnbirêşkê (tawe) de çêdikin.
Boreg tenê cureyekê kilorê ye
Bêjeya boreg bi şaşî carnan bo tevahiya cureyên kilorê tê bikaranîn lê ne rast e. Boreg tenê kilorek e. Boreg bi doşaviyê yan şekirê pudra ye. Bi romîkî (tirkî) jê re Kürt Böregi dibêjin. Boreg şîraniyeke dîrokî ye. Peyva boreg ji aryaniya kevn tê. Li Zagrosê derketiye û bi zimanê sankrîtî pureka ye.
Hin cureyên kilorê
Fesalî (kilor) (li Erdêxanê dibêjin feselî)
Heftbirrî, heftqat, heftpelik
Parxaça şikevayê (parxaca Licê)
Kilora sêmagî, sêmag
Kilora sêgoşe (ji penîr, siyale, nîskê dagirtî)
Pijiya yekpelî (bîşî, bîşiya şikevayê)
Patîle (nanê pişêfkê, şilekî, avkî)
Xingala zava (li hin deveran bo xingalê xinkal, xînkal jî dibêjin)
Sêmoşe (sêmûşe, çamçe)
Kilora sêlê
Boreg, bi tirkî jê re “kurd boregi” dibêjin. Boreg di kurdî de tenê navê cureyekê kilorê ye, ji bo tevahiya kiloran nayê bikaranîn. Mixabin ji bandora zimanê romî (tirkî) hin kes bo tevahiya kiloran dibêjin boreg.
Kilora goşt
Zirfet, xewre, zerfet, zilfet, serfit (zerfet bi xwe ne kilor e, lewra ne ji şikevayê, ji hevîr e- lê li hin deveran bi navê kilora sêlê jî tê çêkirin).
Pêçange, kilora pêçayî, wekî bêçiyê tê amadekirin, hundirê wê ji siyale, toraq, kartol ûêd tê dagirtin.
Kilora toraqê ya tendûrê, cureyekê kilorên toraqê li tendûrê dixin, dipijînin. Heger toraq nebe, penîr jî bikartînin.
Kilora toraqê ya sêlê,
Kilora toraqê ya heftbirrî
Kilora toraqê ya bigiha (sîrima hişkirî ûed)
Empanada, cureyek kilora Amerîkaya Latînî.
Kilora şilavkî, kilora Meledî-Dîlok-Gurgumê
Fireydîn
Sembîsekê sêle
Sembîsekê penîrî
Sembîsekê firneyê
kuWiki

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply