Kilamên şîret û gazinan

Di nava Kurdên Anatoliya Navîn de, bi taybetî li Konyayê sereke du cûreyên strandinê hene.
Yek ji wana strandina dema şînê ya din jî kilamên evîndariyê ne. Kilamên mêranî yan jî egîtiyê henin, lê pirr kêm in.

Kilmanên şînan bi pirranî ji aliyê jinên ku wekî şare tên binavkirin ve tên gotin. Û bi tunî ji ber xwe ve, di wê demê de li ser jîyana yê ku mirî tê xwendin. Tê de li gor rewşa yê ku mirî, xizaniya wî, sêwîtiya wî, bi aqilbûna wî, zarok, jin, xwang û bira, dê û bav, newxeşî, ciwantiya û hwd wekî motîf tên bikaranîn.

Kilamên dila bi pirranî ji aliyê mêran vê tên gotin, yan jî yên ku ji aliyê mêran ve tên gotin pirrtir belav bûne. Ji bo afirîna van kilaman tenê dil girtin têrê nake, da ku ew dil bibe kilam divê pirrê caran ew dil nere serî yan jî astengiyên mezin li hemberî wan hebin. Yan lawik xizan e, yan keçik bi destgirti ye, salên wê bîçûk in, yek ji wan zewiciye, keçik xwenda ye, lawik şivan e…

Naveroka vê nivîsê kilamên dila yê ku ji aliye jinan ve hatine gotin e. Bi taybetî jî cûreyek ji wan e ku, meriv dikare wekî şîret-kilam jî bi nav bike. Di naverok û di navên her çar kilamên li jêr in hûnê baştir bibînin keçik û lawik her du jî li hev bi dil in. Lê lawik pirî caran yan tûr e, pênezan e yan jî jênehatiî yek ji wan zewici, bi destgirti ye.

Binar

Wekî mînak di kilama Binar de, keçik giliyên xwe dike û rê dide nîşandayinê ka bi çi halî ewê were xwastinê wê û di dawiyê de ewê bi çi were xelat kirin:

Binar binar tu heram î
Li ber haciya nagerî
Canî Aşê Mame gewr şana bî
Binar binar tu heram î

Di naveroka vê çarrêzê re jî kifş e ku keçik dixwaze ku dilketiyê wê here ji haciyên gund rîca bike ku ew werin wê bixwazin. Di encamê de bizewicin û bi hev şa bibin.

Li cîhekî din de keçik jî dîsa rê dide nîşandan û sergirtî ji wî daxwaza revandina xwe dike.

Li qapî hukimatê li yanî te me

 Gava keçik sal bi çûk, zewicî yan jî îhtîmal bê dil hati be revandin, ew tişta li gor yasayan sûc e û lawikê were mehkeme kirin.

Binar

Berî mala me ra mere mewo
Dilî rezîl di pê tewo
Serî te radim arî sêlowo
Binar binar tu heram î

Serî te radim arî sêlowo
Binar binar tu heram î

Binar binar tu heram î
Li ber haciya nagerî
Canî Aşê Mame gewr şana bî
Binar binar tu heram î

Mere li mehlê xwe xwe nepesîne
Mede du xwe herçar peza
Hin xweş nebûya şûna geza
Binar binar tu heram î

Hin xweş nebûya şûna geza
Binar binar tu heram î

Binar binar tu heram î
Li ber haciya nagerî
Canî Aşê Mame gewr şana bî
Binar binar tu heram î

Binar binar li yanî te me
Heta’k mirim bi navî te me
Li qapî hukimatê li yanî te me
Binar binar tu heram î

Li qapî hukimatê li yanî te me
Binar binar tu heram î

Binar binar tu heram î
Li ber haciya nagerî
Canî Aşê Mame gewr şana bî
Binar binar tu heram î

Herêm: Qemera

Kurdê Hemê

Di kilama Kurdê Hemê de jî qala tûritiyê Kurdo tê kirin. Her wiha meriv tê dihgihîje ku ewî newxeş e. Ji ber wê jî keçik temeyên xwe li Kurdo dike.

Kurdo here li mala xwe bê xem rûne
Ez a tutinê te bînim bi teşî û bi ristinê
Kurde min î nexweş ketiye li ser dûganê

Kurdê Hamê

Mala Kurdê Hemê li paşya dunê
Junyê min qerimîn bi çûyîn hatinê
Kurdo here li mala xwe bê xem rûne
Ez a tutinê te bînim bi teşî û bi ristinê

Were Kurdo Kurdo Kurdê Hemêwo
Tu çi bûyê gure’k hêlîna xwe dipewo

Tu çima bi şev neyî lo bi ro teyî
E li te xin Kurd Kurdo min gunewo

Min go qiptî qiptî Kurd Kurdê min qiptî
Ew çi qiptiyek ji destê min lo filitî
Ez bi dere serî sêz ketim
Dile gundê Xelika bi min şewitî

Were Kurdo Kurdo Kurdê Hemêwo
Min go tûro tûro tûrî Fatêwo
Min go here lê lê lê li baranê
Tavê girtiye li ser xermanê

Fatê Eşê di berda hatinî
Kurde min î nexweş ketiye li ser dûganê

Arabeyê têye ji Diyarbekir
Çiqina min û te bûye mûj û şekir
Wela bi navî Xwadê min sond xwariye
Di gunde Xelikan da pirr bîra te kir

Herêm: Xelikê Jêr

Qansiz

Wekî navê stranê, meriv dizane ku lawik î bê xêr e yan jî jênehati ye û îhtîmaleke mezin e ku keçik zewicî be.

Qansizo go songê vî dilê min ya kuştin e ya berdan e
E bê Qansizo tu ney mêr î lo tu ney mêr î

Meriv dibîne ku keçikê ji bo dilê xwe mirin daye ber çavan û dixwaze lawik jî cêmer be. Her wiha behsa berdanê dibe, ku ew jî tê wê maxnê ku keçik zewici ye.

Lo lo Qansizo qurban go ma meyitî min bişon lo bi heft ava
Ma pewin dînin ser riyeke bejin zirav, bejin kîbaro

Wele go kotingî mêra e li texe bi dönerê(*)
Qansiz e te songê hûr bike lo bi xençerê

Qansiz

Dibê Qansiz xerman yerî bişewite lo duzo pon e
Lo lo Qansizo go singê min î gewrî bê gerdan e
Qansizo go songê vî dilê min ya kuştin e ya berdan e
E bê Qansizo tu ney mêr î lo tu ney mêr î
Go tu xwedanê arabeyê heşin lo hespî nêr î
Go Qansizo tu damaweste lo li ber mimzerê
Te heta siwê çima omiza xwe kiriye devî pencerê
Wele go kotingî mêra ê li texe bi dönerê(*)
Qansiz e te songê hûr bike lo bi xençerê
Bê Qansizo ro helato û ro çû ava
Lo lo Qansizo qurban go ma meyitî min bişon lo bi heft ava
Ma pewin dînin ser riyeke bejin zirav, bejin kîbaro
Her kî’k derbas bû ma bê rehme li hestiyê dê û bavawo
Go Qansizo tu bewrar bewrar lo damekeve
Lo lo Qansizo go ma çave mino lo li te nekeve
Go herkî çavî minî lo li te dikeve
Tîrek dikeve serê min lo bi heftekî diduya dernakeve
E Bê Qansizo tu ney mêr î lo tu ney mêr î
Tu xwedanê arabeyê heşin lo hespî nêr î

Berdoş

Di nava kilama Berdoş de meriv ji herçar kilamên jor motîfan dibîne. Hinek ji van kilaman bi melodî û naveroka xwe pirr nêzikî hev in. Meriv nizane ku di nava wextê de varyasyonê wana çêbû ne, yan na? Dibe ku yek ji wan kilaman ji yên din re bibûbe mînak ku di nava demê de gotin li ser hatibin zêdekirin yan jî guhertin.

Berdoş

De min go berdoş berdoş sado rabûyî li hespê xwe yê kumêt mene
Bewrar bewrar damekeve
Her ku çavî min li bajna te çeleng dikeve
Janê dikeve serî min heftekî bi dudya dernakeve
Berdoş Berdoş li yaray te me
Lo lo min go ezî li qapî hukimatê li yanî te me
Min go ezî dönera navê te me
Berdoş Berdoş min go xarmon yêrî cî’kî pan e
Sîng û berê min î gewrî bi gerdan e
Lawik tu min direvînî birevîne
Songa duney lo yan kuştin e yan berdan e
Berdoş Berdoş li yaray te me
Min go lo lo li qapî hukimatê li yanî te me
Lo lo Berdoş min go siwê da rabûm
Kutey kuta John Deereyê te tê
Lo lo min go Hecîlera hatin me dawetê
Gotin va çi Berdoşek dile te ketê
Min got li erdê xelkê ne tu tişt e
Li erdê mino bê Cemal Gurselê li ser text e
Berdoş Berdoş li yaray te me
Ezî li qapî hukimatê lo li yanî te me
Lo lo min got ez îşlige laylonî li sirte te me

Berhevkar: Gursel Dayan

 

(*) navê tifingeke ku şeş gulan digire ye. Her weha wekî toplî jî tê bi nav kirin.

İhsan Türkmen-Birnebun.eu

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply