KILAMA BIŞAR û GULÊ

Bişar Lawê Çeto ye, ji Eşîreta Pencinarê ye. Ji malbata mala Dîbo jî tê gotin. Di herêma Xerzan û Bişêriyê(Qubînê) de jiyan e. Bişêrî wek her deverên Kurd û Kurdistan bi ceng û şerên eşîran ve tê naskirin. Mala Eliyê Unis, Qewmê Çiyê, Filîtê Quto, Emê Etmanekî, Emê Gozê û bi sedan ser şerê wan hene, derfet hebin em ê wan du re binivîsînin. Me xwest ku kilama Bişar û Gula pîreka wî ka serpêhatiya wan çibûye em ê bînin ziman û du re piştî bendê Kilamê şiroveya wê bikin. Ka em li benda kilamê binhêrin çima Gulê ji Bişar gazin dike.

BENDÊ KILAMÊ
1/ Heylolo heylolo heylolo,
Gulê dibê Bişaro ez tu caran li civatan rûnenim
Nebêjim, Bişar Zilamê min e/
Bişar dibê Gulê ez nizanim te çi bihist, çi ciriya,
Gulê dibê Bişaro tu timî li kêleka min rûdiniştî,
Te halanan di xwe dida te digot Ez Bişarê Çeto me,
Ji mala Dîbo, rimbazê mala Faro me,
Lê min nizan bû ku tu qelsê mêranî/

Mala te xirabo ev çi tenî û don bû te bi rûyê min da anî,
Te do êvarê xwe berda Terecê Têlanê;
Talanê Xelîlê Misto anî ,
Min dî Xelîlê Misto bi tevî teqîbata Zoqê ve,
Sê hev helawçiyên Sêrtê ve destên te girêdan,
Navê te bi hêsîrî bi ser min de anî
Li kûraniya Bişêriyê li hemberî Xelîlê Misto,
Emînê Perîxanê, çewan bidim cewaba vî canî/

1/ Şirove Gulê dibîne her du destê Bişar girêdayî û dîl girtine. Ew Bişarê ku Gulê ditibû siwarê hespê kihêl û di cerd û şeran de, lê îro çewan bişarek dest girêdayî û biser de were. Heyran ew bişarê berê û yê niha ne yek in. Ez naxwazim ku pîreka vî Bişarî bim. Sibe roj li hemberî Eşîratê û dijberan ka em ê çi bersiva xwe bidin. Bi raya Gulê dibê her tim Bişar jê re talanan bîne û serkevtî be lê.
Seydayê Tîrêj dibêje “çerxa cîhanê her tim bi fitl û ger û dewre”

BENDÊ KILAMÊ
2/Gulê ez dîsa dibêm ez Bişarê Çeto me,
Mêrxasê Mala Faro û rimbazê mala Dibo me,
Dîsa jî dibêm mêr di ser min re tunîne.

Gulê dema min talanê Xelîlê Misto dianî,
Xelîlê Misto bi tevî teqîbatê avîtin ser min,
Tivinga Ïngîlîz a yanzde derbî gulê pûçbûn hilnanî?
Avîtin ser min destê min girêdan bi ser te de anîn.

2/ Şirove bi rastî siûd û feleqa canik û camêran heya sibê carnan çira wan naşixûle Bişar dixwaze ku xwe li hemberê gulê biparêze lê na? Gulê girtin û kuştin ji Bişar re danayne. Ma çewan ? Bişar were girtin, di nava Bişêriyê û Xerzan de. Her çiqas Bişar xwe bi parêze jî rewş û girtina Bişar li ber çava ye.

BENDA KILAMÊ
3/ Bişar dibê Gulê ma nayê bîra te dema ku te birevînim bi ternceyên Koşkê ve derketin hundur ,
Şûr da ser sitûyê bavê te, lê ji bona te min nekuşt,
Te jixwe re anî.
Avîte ser Hepsa Zoqê gelek girtiyan jê deranî,
Di şer û cengên Bişêriyê de gelek kozik danîn,
Ïro ji min re xirab lê hat, te û Cemîlê bira bi tehn û,
Gotinan we rihê min deranî.

3/ Şiroveya kilamê
Li hemberî van gotinên Gulê Bişar hinek rojên berê tîne bîrê. Çewan wî revandî ye. Şer û cangan de navda ye û îro jî çima ? Gulê ew qas bi ser de tê. Heyran ev Gula ku min nas dikir û her tim li kêleka min bû.
Bi gotinek bava û kalan “Şer şêr e çi jin û çi mêr e “ gelo? Dibe ku Gulê min di vê rewşê de dît û pişta xwe bide min. Bi Xwedê ez çiqas jî halan û beradê xwe bidim jî, di vî rewşa min a îroyî ne ciyê wê ye. Ya herê baş ez bê deng bim.

Piştî vê şiroveya me ka em binhêrin taliya Gulê û Bişar çawan dibe. Cemilê birayê Bişar davêje ser Teqîbatê, Bişar ji destên wan dertînin, û gelek kes ji wan dikujin. Bişar rizgar dikin û bi hev re tênin malê.
Gulê dibîne ku Bişar ji wê de tê diçe pêşiyê û wiha dibêje “ Bişar nebêje ku Gulê bi min re bêbexte, ez dizanim; ku mêrxasî û lehengiya te. Lê Ee Bişarê ku min dîtibû û Bişarê destê girêdayî û dîl hatibû girtin, li dilê min xweş nehat. Lê tu bawer bike ez dîsa dibêm tu zilamê min î û bavê zarokê min î. Heyran li hemberî ne xêrxwazan min nexwest û li dilê min nedihat li min bibore.
Di vir de çewan di kilama Eliyê Pûrto û Dewazê pirmûsî de, Dayîka Elî gotin û lehengiya wê wisa jî Gula Pîreka Bişar jî. Xwendevanên bibêjin heyran ma çewan şerê eşîratê û nav xweyî de hûn van dayîk û pîrekan wek lehengan didin xwiyan. Rast e li gor îroyî û lehengiya netewiyetê de, bi hezaran Besê, Leyla Qasîm û Zîlan hene. Lê ew jî keçên van dayîkan e. Rast e bi qasî bi hev re şer û kuştin kirine, ji sedî pênc jî ji bona netewa xwe kiribana, Bişarê Çeto, Filîtê Quto û yên mayîn ne di di van rewşan de bûn. Lê ku em nenivîsîn û serdema wê gav û sedem wan jî li ber çav negirin, li gorî îro em nikarin şirove bikin. Dibe ku hîn kes, canik û camêr me rexne bikin, çi pêwîstî bi van şirovan û kesan heye. Rast e îro televîzyon û çapemenî , li ser lehen gên îro bi sedan roman û nivîs hene Lê bila zarokên me van rastî û sebeb û çima van rewşan hatin serê me, ji kerema xwe re li ser hinek bifikirin.
Bi gotinek Ehmedê Xanî em vê mijara Bişar bi dawî bikin
“Ger hebûya ji bona me xwedanek/ Alîkerek letîf û danek
Ilm û huner û kemal û ezan/ Şiîr xezel û kitêb û diwan/”

Şirova wê ; Ger ku ji bona me text û desthilatî rêvebirî hebûya, Miletê Kurd xwidan wêje, çand û helbest û dirokbûn. Lê ji ber bê xwedîtiyê ye ku ketine vê rewşê, di nava çar dagirkeriyan de. Hêvîdar im ku li gorî wesyeta seydayê Xanî, ol, eşîrî, hîzb û partiyên me çi dibin bila bibin, nebin asteng ji bona yekîtiya netewî. Dibin yekîtiya netewî de bila hemû reng û dengên me hebin.

Feyzî Mîrhesen

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply