Şemî , Sermawez 18 2017
Malper / Wêje / Çîrok / Kîbotîa | Kurtçîrokeke Honakzanistî… Metin Uçar

Kîbotîa | Kurtçîrokeke Honakzanistî… Metin Uçar

Ev Kurteçîroka honakzanîstî ji aliyê Metin Uçar ve bi wergera Fethullah Ozmen û Mevlut Oguz di malpera SputnikNewsê de di bêşa Kurdiya Kurmancî de wek 4 beşan hatiye weşandin. Kerem bikin

***

Metin Uçar

Metin Uçar, di 1965an de li Meletiyê ji dayik bû. Li Zanîngeha Ankarayê di Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgaryayê (DTCF) de beşa Ziman û Edebiyata Rûsî xwendiye.

Ji sala 1990î û vir ve li Moskowayê dimîne, tercumaniyê dike û li ser têkiliyên herêmî weke pispor dixebite. Uçar ê ku di heman demê de rêberê turîzma Tirkiyeyê ye, şopîner û tetbîqkarekî dilsoz yê lêkolînên fezayê, dîrok, arkeolojî, hûnerên bedew, wêje, fotograferî û rojnamegerîyê ye. Di Radyoya Dengê Rûsyayê de tercumanî û bernameçêkerî kiriye. Bernameya bi Çavê Tirkiyeyekî Rûsya ku ji 16 beşan pêk tê amade kiriye. Di filmê dîrokî yê rûsî Yekaterina de dublaj kiriye. Di warê edebiyatê de bi Tirkî û Rûsî gotarên wî yên lêkolînê hene. Gelek kurteçîrokên wî di pêşbirkên cûr bi cûr de layiqî xelatan hatine dîtin. Metin Uçar, bi awayekî amatorî herî zêde bi honaka zanistî re elaqedar dibe. Romaneke wî ya honaka zanistî qedîya ye lê hêj çap nebûye. Her wiha Uçar li ser 4 romanên nû xebatên xwe didomîne.

*** 1 ***

Di vê kurteçîrokê ango destana azadiyê ya dirêj de, drama mirovên ku li gerstêra Kîbotîayê ku ji aliyê robotên ne xwedî hestên mirovî ne tê jiyîn, tê vegotin. Mirovên ku li gerstêra Kîbotîayê dijîn ji aliyekî ve hewl didin ku mirovayetiya xwe ji bîr nekin ji aliyê din ve jî li wê krîstala ku dê wan xilas bike digerin.

PÊŞGOTIN

Gelo mirov dikare ji bo vê kurteçîroka ku niha em bi Kurdî dixwînin bibêje berhemeke Kurdî ye? Em ji ku derê li meseleyê dinerin, hinekî bi wê ve girêdayî ye lewra bersiv hem erê ye hem jî na. Hun dikarin bejin ‘Na’, çimkî qedera ku hatiye serê gelek nivîskaran hatiye serê nivîskarê vê berhemê jî û bêyî ku zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe mezin bûye. Wî berhem bi Tirkî nivîsiye û vê dawiyê bo Kurdî hatiye wergerandin. Di heman demê de hun dikarin bêjin ‘Belê’ kurdî ye. Çimkî nivîskarê wê kurd e. Ligel ku zimanê xwe yê dayikê nizanibe jî, hişmendiya xwe ya kurdî ji bîr nekiriye. Bi vê hişmendiyê nivîskarê ku bi tenane zimanê ku dizane dinivîse, lewra mirov dikare jê re bêje ‘Kurdî’ ye. Gelek xwezayî ye ku fikr û raman û nêrîna dinayayê ya neteweya nivîskar, şa’ir an jî helbestekar dawerive berhema wî. Lewra hunê di vê kurteçîroka honaka zanistî (science fiction) de rastî şopên nas werin. Ew şopên nas dê bandora xwe li ser pirsa aîdiyetê bikin. Ya rastî şayiş û metirsiyeke nivîskarî ya aîdiyeta berhemî tune ye. Taliya talî berhema ku tê afirandin ji sedan zimanan zimaneke û ji milyonan berheman berhemek e. Armanca sereke ya nivîskar ew e ku di qada honaka zanistî ku bêşik û bêguman rola wê di geşedan û pêşketina mirovan de zêde ye, behremend be û bi vê behremendiyê sûdê bide gelê Kurd da ku xebatan wiha bê kirin. Nivîskar di encama lêkolîn û lêgerînan de di vî warî de rastî tu zanîn û berheman nehatiye. Gelê kurd ê ku yek ji gelên herî dêrîn e ku ji qal û belayê de li ser xaka xwe dijî, tevî têkoşîna xwe ya etnîk û netewî tunebûna berhemên honaka zanistî bi Kurdî valakiyeke e. Lewra di vî warî de jî divê çîrok û roman bêne nivîsandin, fîlm bêne kêşandin.

KÎBOTÎA

Tişta herî xerab ya ku li çiyayan biqewime hatibû serê me. Seyareya me xera bibû û Taena hew mabû ku xewr bibe. Êdî ne mimkûn bû ku em xwe bighînin xala din a kontrolê. Ev jî dihat wê wateyê kû bobelat ji bobelatan mezintir bû. Lewra talûkeya ku em têkevin destê serhildêran hebû. Dev ji wê jî berde, heydê em bêjin em heya sibê sax man û filîtîn, vê carê jî, divê me derdê xwe ji komîteya ewlehiyê re vegota. Lewra divê tiştekî bi vî rengî nebûya û her hemwelatiyek ji bo ku tiştekî wiha neqewime, divê hemû tevdîrên xwe bigirtana. Nekirina vê yekê wekî sûc dihat hesibandin. Hewldana axaftin û lihevkirina bi yekîneyên ewlehiyê re ji bilî derbaskirina wext a belasebeb ve ne tiştekî din bû. Wan encex protokolên di hişên xwe de disepandin. Di sepandina van protokolan de tiştekî wekî ku derkevin derveyî protokolê tune bû.

Şoforê seyareya me, ji bo vê rewşa giran hinekî siviktir bike yekser telefonî yekîniyên temîrê yên li ser rêyan kir û rapor da ku seyareya me xera bûye û bila bilez tîmekê ji bo wan bişînin. Hişyarî dabû wan ku heke ev yek pêk neyê, berî ku bigihin cihê kontrolê, dê mecbûr bimînin ku li vê derê şevê derbas bikin. Bi vî hawî dê mimkûn bibûya ku, aciziya dê bi yekîniyên ewlehiyê re bijîn, li asteke jortir, bi saya hakem kêmtir bikin û bi saya vê yekê jî hêviya cezayê herî sivik li wan peyde bibûya. Bersiva bangawaziya ku me kir, wekî ku me texmîn dikir derket. Ne minkûn bû ku tîma temîrê berî xewrbûna Taena bigihe me. Piştî ku Taena xewr bû jî teqez bû ku dê neyên. Lewra nedixwestin ku mekîneyên temîrê têkevin destên serhildêran. Tekane tişta ku ji me re digotin ew bû ku em seyareyê ne terikînin. Tiştekî ku were kirin nemabû. Di nava seyareyê de, tevî şofor em bêdeng rûnîştîbûn. Di dilê xwe de min digot “nîvê havîne be jî, êvaran çiya hênik in.” Ez ewlebûm ku şofor jî li heman tiştî difikirî. Ji ber ku wekî îhtîmal jî em nefikirîbûn ku em ê şevê li vir derbas bikin, tu amdekariya me nebû.

Di seyareyê de ji bilî min û şoforê me rêwiyêkî me yê din jî hebû. Bavê min. Lê belê, astengiyên ku em dijîn û belkî ku em bijîn ji bo wî ne xem bûn. Di wesiyetiya xwe de gotibû, min li warê kalikên min veşêrin. Wekî mezinê malbatê jî bicîkirina vê wezîfeyê ketibû ser milên min. Ya rastî dibe ku ev xwestekeke ku bicîanîbûna wê ne ewqasî zehmetbûna. Lê belê ew cihê ku kalikê me yê ewil lê bicî bibûn, tam di herêma ku serhildêr lê zêde bûn cî digirt. Sedemeke ew qasî biheq tunebûya, belkî jî dê destûr jî nedana ku biçime wê derê. Min destûr wergirtibû, lê ez nikarim bibêjim ku ev ew qasî hêsan bû. Ez mecbûr hiştibûm ku ji bo bavê xwe tabûteke taybet bikar bînim. Ew sendoqeke hesinî bû ku ji aliyê komîteya ewlehiyê ve hatibû quflekirin ku ji bo li xalên diyar yên kontrolê bi alavên lêgerînê were kontrolkirin. Divê di nava nîv saetê de em bigihana xala din a kontrolê. Lê belê niha bi zelalî derketibû holê ku, emê nikaribin vê yekê bikin.

Şofor digot ku wî kontrolên nizamî yên seyareya xwe kirine û hemû kaxezên wê jî li cem wî ne lê, fêhm nekiribû bê arizeya di motorê de çi ye jî. Li vê herêma çiyayî ku bi şevan yekîneyên ewlehiyê jî nedidan ber çavê xwe ku têkevinê, em di nîvê rê de mabûn. Rê, gelekî hewrazbû û di terazîna di navbera du çiyayan de dirêj dibû. Bêdengiya şevê ya tirsnak, bi dengê ava çemê di newala kûr ku ji ber rê destpêdikir re xera dibû. Ya rast dibêjin ku dengê avê mirovan aram dike. Lê niha, her çima be aramiyeke wisa, hesteke aramiyê tunebû. Pesarê li hemberê me, roniyên dawî yên Taenaya ku diçe ava ji serê pesarê li hember me ve diçirûsîn. Bîstekê min ferq kir ku ez û şofor bi hevre li banderên pêsaran temaşe dikin. Me hewl dida ku li wan deran tevgereke piçûk jî hebe em bibînin. Dema tarî bi tevahî bikete erdê, êdî dê şensekî me yê weha jî nemaya. Tu tişt xuya nedikir, lê me hest pê dikir ku bi sedan çav li me dinêrin.

“Azir, te ew qet dîtine?” Bêyî ku ez çavên xwe ji pesaran vedim min pirsîbû.

“Na heyra, ez ê ji kû derê bibînim!”

“Dibên serhildêr ji aliyên kamerayên termîk yên yekîneyên ewlehiyê ve jî nayên dîtin.”

“Min jî ev bihîstiye. Dibên encama peresana bi hezaran salane. Rêya herî baş a xwe veşartina ji ber yekîneyên ewlehiyê ewe ku, tu nehêlî laşê te tînê belav bike.

“Lê tu yê ji çîroka ku çavên wan şewqeke sor didin re çi bibêjî?”

“De na lô, ma bû çi! Hew maye dê bêjin ev zilam mirovên derasayî ne. Ya rast ev Airayî yên ji rêzê ne. Ez bawer dikim ku yekîneyên ewlehiyê wê tevan ji holê rakin.”

“Bi ya min ev ne wisa Airayiyê ji rêzê ne. Evqas salan xwe li hember yekîneyên ewlehiyê ragirtine, ma bi ya te jî ev ne hêja ye ku mirov bala xwe bide wan?”

“Tu çawaniya arazîya li vir dibînî. Li van deran gelek cihên ku xwe lê veşêrin hene. Li axeke wisa, hema bêje ne mimkûn e ku yekîneyên ewlehiyê di bejahiyê de tevbigerin. Nexasim piştî ku kêşeya, tîna laşê xwe çareser kiribin, divê ku girtina serhildêran gelekî zehmet bûbe. Lê ev yek dê encamê neguherînin. Serkeftinên yekîneyên ewlehiyê hene ku li welatên din di heman şertan de bidestxistine. Dê li vir jî heman tişt bibe. Meseleya demê ye.”

“Tê gotin ku kesên dikevin destên serhildêran hew carek din vedigerin.”

“Hêvî dikim tiştekî bi wî rengî neyê serê me. Tu bizanî bê ev serhildêr min çawa aciz dikin! Em ji rihê xwe aciz kirin. Berî bi kêliyekê bihata qelandin û em ji wan xelas bibûna.

Azir bêyî ku çavên xwe ji pesaran veqetîne axaftina xwe berdewam dikir. Di dengê wî de rika ku li hember serhildêran hest pê dikir dihat hiskirin. Ji ber vê ez fikirîm ku axaftina li ser serhildêran a bi wî re bê feyde ye. Bi metirsiya tariya ku her diçû tîrtir dibû min hezar û yek hizir di serê xwe de dibir û dianîn. Min ji gelek çavkaniyan xwendibû bê çima ji wan re serhildêr dibêjin. Her çi qasî hin guherînên peresînî derbaskiribin jî dawiya dawî ew jî ji me bûn. Airayî bûn. Ku em qala Kibotan bikin. Bi wan re xaleke tenê jî ya me ya hevpar tune bû. Ji hêla din ve li vê derê nîzamek hebû ku li gor qaîdeyên Kibotan birêvediçû. Heya ku tu li gor qaîdeyên wan tevbigeriya tu wekî hemwelatî dihatî dîtin. Heta hinek Airayî li cem Kibotan gihiştibûn meqamên gelekî payebilind jî. Lê belê qaîdeyên ku Kibotan danîbûn gelekî aşkere bûn. Binpêkirineke herî piçûk jî dihate ceza kirin.

Yekîneyên ewlehiyê yên mekanîze, li her derê şopînerên nîzama îdeal bûn. Li hember laşên wan yên ji hesin û enerjiya atomê pêkhatî, tiştekî ku Airayiyekî ji rêzê bike tune bû. Beşeke mezin ya Airayiyan ev rewş qebûl kiribû. Bi sedsalan di nava vê rewşa qebûlkirinê de, li gorî nizama Kibotan dijîn û hewl didin ku jiyana xwe bidomînin. Ev nakokî wekî astengekê bû ku roja wê hat divê her Airayî wê derbas bike. An qebûlkirin hebû an jî… Anku mirov bêje bijarteyeke din tunebû dê rasttir be. Li aliyekî azadî, li aliyekî kesayeteke ku hestên adaletê ew guncivandibû û li hêla din jî çewisandina vê kesayetiyê hebû. Heke ez qala xwe bikim… Ez dibêjim qey ez li ber wê astengê bûm. Di serê min re her cûre hizir derbas dibûn. Li aliyekî Kibotî, li aliyekî em. Kibotî pêkhateyê mekanîze bûn. Ne wekî me Airayîyan in, perçeyekî wan tenê jî yê organîk nîne. Ya rast ne mimkûn bû mirov ji wan re bêje giyanewer jî. Kesî nizanîbû bê ji kû derê hatine. Heke me berêx we bidaya kitêbên dîroka ku wan nivîsandiye, Kibotî ji berê ve xwediyê gerestêrkê bûn.

Krîstala ku ji bo nûneriya di Yekîtiya Gerestêrkan de ji bo Gerestêrkê pêwist, di destê wan de bû. Dihat gotin ku hempayekî vê krîstalê tuneye. Ji ber wê jî, ne mimkûn bû ku giyanewerên din yên li gerestêrkê dijîn, di Yekîtiya Gerestêrkan de werin temsîlkirin. Kîbotan bi saya krîstalê li vê derê nizamek avakiribûn û ev jî tiştekî pir asayî bû. Airayî jî tê de hemû giyanewer mecbûr bûn li gor vê nizamê bijîn. Lê belê bûneweriya gerestêrkê bixwe, giyanewerên cûr bi cûr ku li ser dijîn, bi temamî tiştekî din nîşanî mirov didan.

Heke em Kibotan deynin aliyekî, giyanewerên ji cureyên pir cûda hebûn ku di nizama şertên xwezayî ya gerestêrkê de bijîn û bûneweriya xwe pêk bînin hebûn. Kibotî jî te digot qey paşê li vê tabloyê hatine zêdekirin. Ne mimkûn bû ku ew pêkhateyek bin ku li vê gerestêrkê pêkhatibin. Wekî ku hin kesan digot, fikra ku Kibotî ji dereke din hatine, gelekî aqilane bû. Dema mirov bi wî hawî berê xwe bidayê, têgihiştina helwesta serhildêran pêkanbû. Ya rast ew ji bo îdealên ku piranîya Airayiyan arezû dikin bibûn serhildêr. Bi sedan salan, li çiyayan di nizama ku wan bixwe avakiribûn de dijîn. Ji ber ku bi teknolojiya heyî nikaribûn bi Kibotan re şer bikin, rê û rêbazên nû diceribandin. Guherînên ku di laşên wan de pêkdihatin, encama jiyanekê wisa bûn. Wekî ku ez û şofor Azir jî li ser diaxivin ku laşê wan tînê nade der, ji çavên wan roniyeke sor derdikeve û gelek guherînên din yên wekî van, ku rast an jî derew bûn, di laşên wan de pêkhatibûn. Dibe ku di encama van hemû guherînan de bûbine giyanewerên cûda. Li holê bû ku wan ji Airayiyê din hez nedikirin. Lewra Airayiyên nêzî Kibotan bi cara ketibûn nava wan û hewl dabûn ku wan ji hundir ve têk bibin.

Niha îca di navbera Airayiyên ji rêzê û serhildêran de, li hev neewlebûneke ku digihaşt dijminatiyê hebû. Lê di navbera Airyayiyan de bi qasî kesên wekî Azir ku dixwestin serhildêr bi temamî werin tunekirin hebin, kesên ku hez ji serhildêran dikirin jî hebûn. Ez jî niha li ser wê duriyanê bûm. Tiştên ku min jî fêhm nedikirin hebûn. Hin mijar hebûn ez difikirîm ku serhildêr mafdar in. Lê ji ber ku min fikrê Azir yên derbarê serhilderan de dizanibûn, min biryar dabû ku hemû fikrên xwe ji xwe re veşêrim. Bi qasî ku min ji pencereya seyareyê didît êdî asîman bi stêrkên rewşen xemilibû. Ji ber ku stêrk li wan tunebûn, mirov dizanîbû ku banderên çîya ne. Paşê min li rewşa me nêrî. Di navbera çiyayan de xerabûna seyareya me, belkî jî ne tesadûfek bû. Ez aciz bibûm.

“Di seyareyê de betanî filan hebûn? Ji bo ez civatê germ bikim min ev pirs pirsî bû.

“Xwezî hebûna. Min plan kiriye heke hewa yek car bicemide, em ê akûyê vekin. Ez texmîn dikim heya sibehî dê me îdare bike.”

“Min di dilê xwe de digot em ê ji telefonê li tiştinan temaşe bikin. Lê divê em şarja betarya neqedînin.”

“Rast e. Belkî jî niha tişta herî zêde ji bo me pêwist ragihandin e.”

“Tu mafdarî. Em ê bi dorê razên, te go çi?

“Ez bawer nakim ku ez ê bikaribim razêm lê, em biceribînin.” Azir lewyeyekî qalind ku li rex qoltuxê xwe danîbû nîşanî min kir. “Got çi dibe çi nabe ez her li cem xwe digerînim.”

“Pir baş e.” Gotineke din ku bibêjim min nedîtibû.

Heke em têkevin destên serhildêran diyar bû ku dê ev lewye bikêrî tiştekî neyê. Min careke dawî ji pencereya seyareyê li derve nerî û pişta qoltuxê bi temamî razand û min xwe dirêj kir.

“Heke destûra te hebe ez ê hinekî çavên xwe germ bikim. Paşê ez ê nobetê ji te bigrim. Min şiyar bike. Me li hev kir?”

“Dibe, helbet…”Azir ji temaşekirina derve wek ku ne westiyabû.”

Berî ez çavên xwe bigrim min jî demekê li bergeha efsûnî a li hember xwe nerî. Li asîmanê bi newala wekî tîpa ‘V’yê re bidawî bi stêrkên bêhejmar diçirûsin. Wê kêliyê min li jêra newalê birqînek ferq kir. Ev, roniya farên seyareyekê bû ku ber bi me ve dihat. Azir jî wekî min xwe dabû hev û li jêra newalê dinerî. Di vê saeta dereng de îhtîmala hatina temîrkaran pir kêm bû. Me zen dikir ku dê serhildêr jî wisa xwe nîşanî me bidin û ber bi me ve werin. Ez fikirîm ku hebe hebe ev jî hin kes in ku wekî me di wext de negihane cihê kontrolê. Azir jî heman tişt di ber xwe de gotibû. Telîmata ku em seyareyê neterikînin teqez bû, ji ber vê yekê qet nehat bîra me ku em derkevin û xwe li derekê veşêrin. Em rûniştî disekinin. Seyareya ku ber bi me ve dihat jî diyar bû ku di vîrajan re derbas dibû û ber bi me ve dihat. Ronahiya ku ji farên wan derdiket geh diyar dibû geh jî wenda dibû. Piştî demeke kin seyare têra xwe nêz bû û tam li hember me sekinî. Her çima be farên dirêj yên seyareyê vêxistî bûn û wek ku nêta şoforî tunebû wan vemirîne jî. Wê kêliyê em her du jî şok bûn. Dema em li bendê bûn ku hinek kes ji seyareya li hember me derkevin, her du deriyên seyareya me vebûn. Farên seyareya hember jî ji nişkave vemirîn. Hinek zilamên ku me fêhm nekir bê ji kû derê hatin, xwestin ku em ji seyareyê dakevin. Çekên di destên wan de bibûn sedem ku em fermana “seyareyê neterikînin” yekser jibîr bikin. Di jiyana xwe de cara ewil ez bi serhildêran re rû bi rû dimam. Bi rastî jî di tariyê de roniya sor a ku ji çavên wan derdiket yekser bala min dikşand.

*** 2 ***

“Tika ye ji seyareyê derkevin.” Yek ji serhildêran bi awayekî pir kubar ji me xwestibû ku em ji seyareyê derkevin.

“Hûn ji kû derê tên, hûn diçin kû derê? Barê we çi ye?”

“Seyareya me xerabû. Me cenazeyê bavê vî zilamî ji bo binaxkirinê dibir.” Azir bi awayekî pir tirsiyayî ev pirsên ku bi aramî hatibûn pirsîn, yekser bersivandibûn.

“Te go cenaze?” Di dengê yê serhildêr de têkeliya sewteke bi guman û tinaziyê dihat hiskirin. Bi îşareteke destan a ku ji hevalekî xwe yê dîtir re kir xwest ku bar were kontrolkirin.

“Ka tu lê binere.” Serhildêrê ku jê hat xwestin bar kontrol bike, piştî ku li sindoqa li paş seyareyê nerî, bangî hevalê xwe kir.

“Cenaze ye ne wisa?”

Serhildêr her çima be ji vê dîmenê ku dîtibûn aciz bibûn. Heta gavek bi du gavan xwe dabûne paş. Yekî ji wan cîhaza lêgerînê ku ji bêrîka xwe derxist di ser sindoqê re gerand. Piştre yekser bi destê xwe îşaret kir ku divê ji vir bidûr bikevin.

“Ev ne cenaz filan e… Ev kemînek e! Em yekser vedikişin.”

“Hûn jî bi me re tên!” Yekî ji serhildêran wekî ku fermanê bide, lê bi awayekî hêrsok qêriyabû. Yê din ê ku wek reşahiyekê tevdigeriya, cîhazeke ku ji çenteyê xwe yê piştê derxist li ser sindoqê bi cî kir. Li ser cîhazê roniyeke sor ya ku pêdiket û vedimirî dihat xuya kirin. Wî zilamî dema karê xwe qedand bi lez di tariyê de wenda bû. Seyareya li hember me jî bêyî ku farên xwe pêxe ji wê derê çû.

“Bisekinin, hûn çi dikin? Rêza we li hember cenazeyê jî tuney e! Yê di wir de bavê min e!” Dema yê serhildêr bi çeka lazerî ez û Azer dahfdan û ji me xwest ku em derkevin derveyî rê jî ez diqêriyam. Gavekê di tariyê de li tiştekî terpilîm û ketim ser çokên xwe.

“Cenaze filan tuney e. Hûn xapandine. Ev Kîbotekî keşfê ye. Heke em yekser bi dûr nekevin dê me tevan bikujin!” Serhildêr êdî dest ji dahfdana me berdabû. Dema ev gotin digotin çend gave din bi pêşde çûbû û wekî ku bêje; hûn neyên jî ez ê rêya xwe berdewam bikim.

Wê gavê min li seyareyê û sindoqa li paş wê nerî. Ji nişka ve hizrekê wekî birûskekê hiş û aqilê min bir. Meqamên ku min destûr ji wan wergirtibû, xwestibûn ku ez cenazeyê bi vî hawî bibim. Divê li xalên diyar jî min di kontrolê re derbas bikira. Bi ser de jî ew hebû ku seyareya Azir jî bi awayekî ku nedihat payîn di nîvê rê de xera bibû. Ez ji wê yekê ewlebûm ku şoforên li vê herêmê karên veguhastinê dikin, ji bo bi şev di rê de nemînin dê her tiştî bikin. Dengekî ji hinavê min digot ‘Tişta ku serhildêr dibêje wek ku rast e’.

“We çi danî ser sindoqê? Bombe bû?” Wek ku dê bersiva vê pirsê, bibûya sedema ku ez sindoqê terk bikim an jî na.

“Belê, ew bombeyek e, wext nîn e ku em biaxêvin! Min ji we re got bimeşin!” Serhildêr yekcar bi dûr ketibû. Nêta wî tunebû ku bisekine jî.

Azîr jî pey wî de çûbû û ez, li paşê bi tena serê xwe mabûm. Wê kêliyê divê min yekser biryar bidaya. Min nizanîbû bê wê kêngî bombe biteqe. Behremendiyeke min ku teqîna bombeyê biseknînim jî tunebû. Îhtîmala wê yekê hebû ku gotinên yê serhildêr jî rast bin. Min cara dawî li bombeya ku dema roniyên wê vêdiketin û dimirin sindoq ronî dikirin nerî. Wê kêliyê min çargoşeyên ku ji çeperên rexê sindoqê dişemitin û vedibin ferq kirin. Sindoq wek ku rabe ser piyan û piştî demekê li ser van çargoşeyan disekinî. Roniya ku di gewdeya wê de diyar bibû derdor ronî dikir. Bi vê dîmena xwe dişibiya ejdehayekî ku li ser çar piyan disekine. Li beşa ku mirov dikarê bêje serê wî ye, ronîyek derket û derdor da ber roniya xwe. Kîbot ji seyareyê bi gavê ji xwe ewle û bi hêdî hêdî daket jêrê. Dema tevdigeriya dengê motor yê seyr ku derdixist, di tariya bê deng de pir zelal dihate bihîstin. Bêyî ku ji rê bi dûr kevim, li ber lateke ku min li wê derê dîtibû, min xwe li ser piştê dirêj kiribû û min hewl dida ku nefesa ez distînim neyê bihîztin.

Azir jî hinekî ji min bi wê de li paş latekê xwe veşartibû. Kîbot her çima be cihê em lê diman tespît kiribû û bi gavên giran ber bi me ve dihat. Ji ber ku min dizanîbû ev navgîn bi çek e, fikra bazdanê qet bi min re çênebû. Ez wisa wek ku bêjim bê çi dibe bila bibe di cihê xwe rawestiyabûm. Zêde neajot Kîbot hate cem min. Li dora lata ku min xwe li pişt wê veşartibû geriyabû û niha tam li hember min bû. Kîbot bi dengê xwe yê mekanîkî got; “Kontrola nasnameyê. Tika ye tevnegerin!” Min li cihê roniya ku bistek berê li derdorê digeriya dinerî. Ji zaroktiya xwe ve me dizanibû ku divê di dema kontrola nasnameyan de em peyvekê tenê jî nekin. Wê kêliyê roniyeke sor ku çavên min miçiqandin pêket. Kîbot rûyê min kontrol dikir. Ne mimkûn ku ez fêhm bikim bê derbarê min de çi difikire. Ev xurdeya hesinî, mekîneya berhema teknolojiya modern, wisa bê tevger li min dinerî. Ez li bendê bûm ku pirsên wekî “Hûn li vir li çi digerin” wê ji min bipirse, lê min dît ku ji gewdeya wî derek vebû çekeke lazerî jê derket û berê xwe da me. Kîbot her çiqas, pêwistî nedîtibû ku li nasnameya min binere. Berê lazera ku ketibû ser min bi awayekî din nedihate fêhmkirin. Min çavên xwe girtin. Wê kêliyê teqînek pêk hat. Pest û pêla tînê a ku ji ber teqînê pêkhat di ser laşê min re xijiqî. Min dît ku Azir bi karîgeriya teqînê ji cihê xwe qeliqî û bi ser pişta xwe de kete erdê. Kîbot bi xwe teqiyabû. Ji gewdeya Kîbot alav derdiketin û bi ser çar piyên xwe de ketibû. Roniya lembeyeke şîn a di serê wî de ku hê jî pêdiket, dûyê ku ji laşê wî diçû vediguherand rengê şîn. Em hê nû ji şoka teqînê derketibûn ku, me serhildêrê ku bistek berê ji nişka ve ji holê wenda bibû ferq kir. Li paş lateke bi deh panzdeh metreyan ji me bi wê de bû û bi destê xwe îşaret da ku em biçin cem wî.

“Werin vê derê! Bilez…”

Ez li Azir vegeriyam ku ji ber derbeya lêketî li ser piştê dirêjkiriye.

“Azir, divê em biçin. Tu jî dibînî ji bo kemînê li ber serhildêran deynin em hatin bikaranîn. Ez bawer nakim wî Kîbotî em dê sax berdana!”

“Xwedêyo! Nalet lê! Min ji kû derê ev kar girt, çû ji min welehî. Ez mam di navbera xelîl û celîl de.

“Ne mimkûn bû ku ez jî wekî gotinên Azir bifikirim. Ji bo min jî heman rewş derbasdar bû. Bi ser de nediyar bû bê ka wê serhildêr li hember me çawa tevbigerin.

“Tiştekî em bikin tune ye Azir. Ne mimkûn e em vegerin. Diyar e, em ji hesaban jê birine.”

“Baş e, lê ma wê ev serhildêr hembêza xwe ji me re vekin? Kîbot em bikuştana baştir bû.”

“Tewş nebe Azir! Ma tu naxwazî ku li hezkiriyên xwe vegerî? Ji bo vê yekê divê em li jiyanê bimînin. Heydê bimeşe, kîbotên ku fêhm bikin ku kemîn têkçûye bistek din, dê van deran veguherînin dojehê.

“Tu mafdarî, em biçin.”

Em her du jî bi gavên lez li gel ku em hewl bidin li tiştekî ne terpilin, ber bi cihê serhildêr ve çûn. Serhildêr bi işaretên destan yên hêrsok hîn jî gazî me dikir.

“Bilezînin! Kîbot dê bistek din bighine vê derê.”

Dema em gihane cem serhildêr em sekinîn. Em fikirîbûn ku wê me jî bigre cem xwe û wê ji vê derê bi dûr keve. Lê wî niha berê çeka xwe ya lazerî dabû me.

“Nasnameyên xwe bidin, bilez.” Serhildêr ji aliyekî ve jî bi destê xwe ji bo tişta dixwaze bigre işaret dikir. Bêyî em bifikirin me bi ya wî kir. Serhildêr nasnameyên me xistin bêrîka xwe. Hê jî çeka xwe ya lazer bi heman awayî digirt. “Niha dema wê yekê ye ku hûn li çareya serê xwe binêrin. Heke hûn bikaribin ji kîbotan xelas bibin, em ê we peyda bikin.” Serhildêr dema ev tişt gotibûn çend gavan bi paş de çûbû.

“Ew çi gotine hûn li çareya serê xwe binêrin! Jiyana me têkçûye. Di rûyê we de.” Azir, wek ku rêyeke ku me ji vê rewşê xelas bike nedîtibe her diqêriya.
“Min çi gotibe ew e! Ji bîr nekin ku laşê we tînê dide derve. Rêbaza herî baş ew e ku hûn xwe bi heriya cemidî bipêçin. Li vî alî çemek heye.

Serhildêr piştî wan gotinan di tariya tîr a şevê de wenda bû. Berî em pey wî de peyvekê jî bêjin. Ewqas bilez. Dera ku nîşanî me dabû, tam berovajî wî cihî bû ku me seyare lê danîbû. Wê kêliyê tiştekî tenê jî yê aqilane nedihate bîra min û wisa xuya dikir ku ji bilî em bi ya serhildêr bikin rêyeke din tunebû.

“Azir, ka li min guhdar bike. Wextê me teng e. Divê em nekevin nav lepên Kîbotan. Em bi ya zilêm bikin.”

“Ma rêyeke me ya din heye ku bi te re nîqaş bikim? Înşeleh behremendiya te ku tu li xwezayê sax bimînî heye. Yê min ez herî zêde ji bo seyranê çend caran derketim qelaçan.”

“Ma tu dibêjî qey ez ji te baştir im? Tenê tişta tê bîra min ew e ku ji seyareyê çi bi kêrî me were em rahêjinê. Lê divê em bilezînin. Dema Kîbot hatin wê pir bi hêsanî me bibînin.”

“Tu mafdarî. Di seyareyê de, bêr, kêr, seta alîkariya lezgîn û lembeyeke destan hebûya bi qasî tê bîra min. Bimeşe em wan bidin hev.

“Di vê navberê de baş e ku em navgînên ragihandinê vemirînin. Bi saya wan dikarin me bişopînin.

“Te rast got.”

Hema bêje bi destpêlanê, di nav latan re em derbas bûn û gihane cem seyareyê. Azir bilez alavên ku qala wan kiribû dane hev. Me bilez da rê û em ber bi aliyê ku serhildêr ji me re gotibû ve çûn. Berî em xwe berdin erdên bi lat yên li ber rê, min cara dawîn li asîman temaşe kir. Heçku tu roniyên ku tevdigerin tunebûn. Stêrk jî bi awayekî wisa dibiriqîn ku berî niha min qet nedîtibû. Dilê min bi hestên ku nikarîbim bînim zimên tije bibûn. Ez fikirîm ku “Divê tama azadiyê ev be.” Lê belê qet nêta xwezayê tunebû ku bi me re bibe dost. Wekî ji me re bêje; “An hûnê li gor şertên min bi guncivin, an jî cihê we li wir tune ye.” Latên li vê derê nedihiştin em bi hêsanî bimeşin. Ya rast tişta me dikir, ji ser latekê qewastina li ser ya din bû. Lê belê tirsa Kîbotan hiştibû ku em bi pêşve herin. Em bînefişkî bibûn. Em carinan ji bo demek kurt disekinin û dîsa dimeşiyan. Azir ji nişka ve pirseke ku ez aciz kirim pirsî.”Matten, tu bawer dikî ku tiştên wî serhildêrî gotin rastbin? Ka lê binere ji devla ku emê bighana newaleke ku çêm tê re diherikiya, em her bi jor de diçin.” Azir ev bi awayekî bêhnçikiyayî pirsîbûn.

*** 3 ***

Tişta digot rast bû. Ji kengî ve em dimeşiyan. Em di nava reşahiyên ku sînorên wan bi roniya stêrkan ve diyar dikirin de bûn. Ew çemê ku serhildêr qala wî kiribû ku em ê xwe bi heriya wî ya cemidî bipêçin jî ne diyar bû bê li kû derê ye.

Bi awayekî bêhêvî min li derdora xwe dinerî. Çavên min li çend roniyên ku li asoyê diyar bûn aliqîn. Min yekser ji Azir re got ku xwe bitewîne. Min jî xwe tewand, û ji pişt lata ku em di ber de bûn min li tiştên ku li asoyê diqewimin temaşe kir. Ev navgînên hewayîbûn ku, ez ewle bûm aîdê Kîbotan e. Cihê ku ber pê ve diçûn jî, ew cih bû ku me seyare lê danîbû. Piştî demeke kurt ew her sê ronî, li ser xaleke diyarkirî bi awayekî ku daîreya çêbikin diçûn û dihatin. Bi projektorên xwe ew dera ku ez jê ewlebûm ku me seyare lê daniye, ronî dikirin. Van navgînan ji nişka ve roniyên xwe vemirandin û pey hev de bilind bûn. Te digot qey ji bo ku dîsa vegerin hewl didin. Lê belê dema gihan bilindahiyeke diyar ev navgîn sekinîn û wê çaxê min fêhm kir ku li derdorê dikolin. Min tiliyên xwe birin ber devê xwe û ji Azir işaret kir ku neaxive. Em bi binê latê ve bibûne yek. Em li erdekî beyar û bê lat bûna bi saya dedektorên tînê yekser dê em bidîtana. Lê belê ev demeke dirêj bû em li derve bûn, û ez difikirim ku bi saya vê lata ku me pişta xwe dayê, kêm jî be şensekî me heye. Demekê beyî em dengekî derbixin, hema bêje ku em nefesê bidin û bistînin em sekinin. Heke cihê me tespît kiribûna niha divê zû ve ev navgîn gihabûna me. Lê belê tiştekî wisa nedibû. Ez jî ketibûm meraqê de. Piştî ku em hinekî din jî sekinîn, min serê xwe ji ber latê dirêj kir. Tu pêjn ji roniya nemabû. Di nava dema ku me xwe veşartibû de ji holê wenda bibûn. Qet nebe bi qasî ku min didît li asîmên xuya nedikirin. Min û Azir biryar da ku em hinekî din bisekinin. Piştî ku careke din me derdora xwe kontrol kir em ji cihê ku me xwe lê veşartibû derketin û me meşa xwe berdewam kir. Car bi caran me li pey xwe li asoyan dinerî.

“Wek ku ev hatin Kîbota ku hat îmhakirin kontrol bikin.” Dema kêliyekê em westa bûn min ev gotin gotibûn.

“Dibêjin ku Kîbot êvaran li vê herêmê dernakevin operasyonan. Ev bûyera îro divê ku xwedî giringiyeke taybet be.”

“Belkî çekeke modela wê nû diceribandin…”

“Dibe ku. Lê baş e ku pey me de nehatine.”

“Ez bi qasî te ne xweşbîn im.” Di sermahiya şevê de ez baş cemidîbûm, min laşê xwe difirkand û min hewl dida xwe germ bikim. “Dilekî min dibêje ku hê jî em di jêr çavderiya hin kesan de ne.”

“Tu çima wisa fikirî?”

“Pir hêsan e. Tu nabînî em ji bo kêmîna li hember serhildêran hatin bikaranîn? Ez bawer nakim ku seyareya te ji ber xwe ve xerabûbe.

Dema min ev gotin, ihtîmala ku Azir jî perçeyekî vî kari ye hate bîra min. Lewra ev zilamê ku, ji bo veguhastina cenaze min pê re li hev kiribû, min berê nas nedikir. Bi rêya hejmareke telefonê ku birêveberiya lokal dabû, min xwe gihandibû wî. Lê belê dibe ku di van fikrên xwe de ez xelet jî bûm. Ji nişka ve ketim nav xemsariyekê de. tekane tişta min fêhm kirî, ew bû ku, wek tiştek ne qewimîbe ez tevbigerim. Di vê maweyê de min ê Azir jî di jêr çavderiyê de bigirta.

“Wek ku tu mafdarî. Ji bo seyareya min a ku debara xwe pê dikim xera nebe û ez her tim her tiştî dikim. Carinan xera dibû rast e lê. Heya îro xerabûneke wê ya ku ez bi tena serê xwe temîr nekim çênebibû.” Azir jî wekî min hewl dida ku laşê xwe germ bike. Min wisa hest pê dikir ku gotinên wî ji dil in.

“Bi ser de ew, dikarin me bi rêya peykan jî bişopînin. Ji bo vê yekê ne hewceye ku segên neçîrê berdin me.”

“Wisa ye. Lê li gor ku em niha ji aliyên serhildêran ve hatine terkkirin, wateyeke wan ku me bişopînin jî tune ye. Tu çi dibêjî?”

“Te got terkkirin ne. Îca em ê niha çi bikin?”

Nasnameyên me ji me hatibûn stendin. Kîbotan dikarîbû me der yasayî îlan bikin, heta dihat fêhmkirin ku em ji defteran jêbiribûn. Ev pirs ji min re ji mana li xwezayê zehmettir hatibû.

“Li gor ku em ê wisa jiyana xwe nikaribin berdewam bikin, divê em rêyeke peyde bikin da ku em bi xizmên xwe re têkiliyê deynin.”

“Tu mafdarî. Bêyî alîkariya wan em nikarin tiştekî bikin.”

Em her du jî bêdeng bûn. westana me dirêj ajotibû, me êdî digot Kîbot hew me dişopînin. Niha peydekirina cihekî ku em lê bistirin û zikê xwe yê birçî têr bikin giringtir bibû. Ne mimkûn bû em ku bizanin bê wê niştecihên herêmê çi bikin. Kesên ku dê alîkarî bikirana jî dibe ku hebûn, lê kesên ku yekser gilehê me li cem Kîbotan bikin jî.

“Li van deran gund filan hene? Te qet bihîstiye?”

“Heke em navgîna ragihandinê bikaribin vekin, emê yekser fêr bibin, lê divê em vê yekê nekin.”

“Heke em mecbûr bimînin em ê wê jî bikin.” Min berê xwe da berwarê ku em pê re bi jor diketin. Min hewl dida ku ez fêhm bikim ka em çi qasî derketine jorê. ” Te divê em heya serê vî berwarî derkevin. Bi vî awayî heke li derdorê cihekî şûnewariyê hebe, em ê bi hêsanî bibînin. Piştî wê jî xwedê mezin e.”

“Ji vê pê ve çareseriyeke din nayê hişê min. Ne aqilaneye ku em heya sibehî li vir bimînin. Em biçin.”

Bi saya westanê, me hinekî bêhna xwe berdabû û kêm jî be em bi ser hemdê xwe ve hatibûn. Me bi destpêkeke nû, bi jor ve çûna xwe ya ber jor berdewam kir. Me hîn çend gavek neavêtibûn ku, me fêhm kir ku jixwe em derketine dera herî bilind a wê herêmê. Li pêş me bi roniyên xwe yên birqonek çend cihên şûnewariyê hebûn ku bijarteyên cûda cûda pêşkêşî me dikirin. Di nav wan de cihên piçûk ku mirov ji wan re bêjê gund jî dihatin ferq kirin. Ji hêla din ve yekser dihate fêhmkirin ku ev der dûr in jî. Li lûtkeya berwarê ku em derketibûnê em wisa mabûn. Min hewl dida ez fêhm bikin bê kîjan koma roniyan nêzîktirî me ye. Herî dawî min pêşniyar kir ku em dereke ku roniyê wê kêm in hilbijêr in. Azir li hember vê derneket. Êdî ji ber ku em ê ber bi jêr ve daketina, em bi awayekî ji xwe ewle bi pêşve diçûn. Pêkhateyên axên li hember pêşketina dibûn asteng, lê vê carê roniyên li hember me te digot qey fereca xêrê ne û hêvî didan me. Êdî me hew li çîm û destên xwe yên ku bi latan ve dixijiqin û diêşiyan dipirsîn. Zû ne dereng em gihane dereke ku derdora wê bi dar e. Dengê çemê ku diherikî, bêdengiya şevê serobîn dikir. Min di dilê xwe de got, “yê serhildêr derew nekiriye” lê min ev yek bi deng nekir. Azir jî çemê li nêzî me ferq kiribû.

“Tu çi dibêjî, em ê xwe bi heriyê bipêçin?” Wek ku zêde nedixwest vê yekê bike.

“Bi ya min divê em bikin.” Min hewl dida ez berteka Azir fêhm bikim û min di dilê xwe de digot “qet nebe heke bi peykan me bişopînin, em ê ji wê re bibin asteng.”

“Bila wisa be. Jixwe em têra xwe qefilîn.”

Dihat fêhmkirin ku çem ji çavkaniyeke pir nêzîk diherikî. Li ber çem jî têra xwe heriya ku yê serhildêr qala wê dikir hebû. Cilên me jî tê de me her dera xwe bi heriyê seyand. Di tariyê de êdî ne mimkûn ku em bibînin ka em dişibine çi? Me bi destpalandinê karê xwe herîkirinê qedand. Piştî ku min pişta Azir bi heriyê seyand, ez li bendê mam ku ew jî pişta min herî bike. Êdî em amade bûn ku rêya xwe berdewam bikin. Me di ber çem re xwe berda jêrê. Lê belê hê em pir neçûbûn ku em mecbûr man ku bisekinin. Tişta bû sedem ku em bisekinin, du çavên sor bûn ku li pêş me xuya kirin. Min li derdorê nerî. Hejmara çavên sor ku serê kêliyekê dimiçiqîn ne cotek lê cotekî zêdetir bûn. diyarbû ku îşev careke din em ketine nîvê serhildêran. Yekî ji xwediyê çavên sor bi awayekî rijd qêriya.

“Min bişopînin. Peyveke tenê jî nekin!”

Tiştekî ku em bikin tunebû. Me da pey dengê ku ferman dabû me. Çavên sor yên li derdora me jî ketin nav tevgerê de. Di ber çem re, em ber bi jêr ve dadiketin. Di tariya şevê de fêhm nedikir ka em çi qasî rê çûne. Dema me fitlonekeke din a çêm derbas kir, em ji ber çêm veqetiyan. Dîsa em li dereke ku dora wê bi latan girtiye dimeşiyan. Lê belê di nava latan de, em di şiverêyan re derbas dibûn ku serhildêr baş wan dizanin. Wê gavê me ferq kir bê serhildêrên ku me dişopînin çawa xwe ji ser latekê diavêjin ser ya din. Ne minkûn bû ku kesekî ji rêzê wisa bike. Ev zilamên ku bi sedan salane li vir dijîn, pir baş li vê derê guncivîbûn. Ji nişka ve stêrkên ku asîman xemilandibûn wenda bûn. Piştî kêlîyekê min fêhm kir ku em ketine şikeftekê. Me serhildêrê ku hema li pêşiya me dimeşî û ji bo ku em ber xwe bibînin çirayek vêdixist dişopand. Careke min li paş xwe nerî. Şopek ji serhildêrên din tunebû. An neketibûn hundir an jî di hin dehlîzên di şikeftê de wenda bibûn. Serhildêrê ku rê nîşanî me dida ji nişka ve sekinî.

“Hûnê li vir bisekinin.”

Zilam ew ji me re got û ji me cem me veqetiya. Em di nav tariyeke tîr de mabûn. Lê belê bêyî ku pir derbas bibe derdor ronî bû. Min fêhm nekiribû bê ronî ji kû derê hatibû. Em li odeyekê bûn ku dişibe odeya civînê an jî odeya lêpirsînê bûn. Li nîvê odeyê maseyeke masîf û koltux hebin. Ekrana televizyonê ku bi diwêr ve hatibû montekirin rip û reş bû. Li cem ekranê jî deriyek hebû. Demekê min û Azir me li hev nêrî. Em hê jî di jêr karîgeriya wê gotinê de bûn ku gotibûn “yek gotinê jî nekin.” Piştî kêliyekê zilamekî ku unîformayekî gewrê tarî li xwe kirî di derî re kete hundir.

“Kamûflaja we pir baş çêbûye. Bistek dinê hûn dikarin serê xwe bişon. Hûnê cilên xwe jî biguherînin. Lê, heke hûn destûrê bidin ez ê çend pirsan ji we bikim”. Zilam bi awayekî pir rêzdar û dengekî kubar diaxifî.

“Em amade ne ku bersivan bidin.” Min wisa gotibû, lê ya rast min bi xwe jî nizanîbû bê ez ê çi bikim.

“Çîroka cenazeyî ya ku we ji wezîfedarê dewriyê re gotibû rast e? Diyar bû ku koma serhildêr a ku li ser rê derketibû pêşberî me agahî dabûn vî zilamî.

“Sedî sed rast e!” Min bersiveke erênî dabû. Azir jî wekî ku erê bike, serê xwe dihejand.

“Di vê rewşê de tê fêhm —kirin ku hûn wekî êm bikaranîne.”Zilam ev texmîna xwe wekî ku pirsekê bike gotibû.

“Belê. Hemin wisa ye. Min digot qey di erebeyê de cenazeyê bavê vî hevalî heye. Di belgeyên veguhastinê de jî wisa dinivîsê.” Azir ji min bileztir tevgeriyabû û di derbekê de bersiv dabû.

“Jixwe me ev kontrol kir. Baş e, hûn li ser rewşa xwe ya niha çi difikirin?” Ev pirs ji min re bê wate hatibû. Pirs wisa hatibû pirsîn ku, te digot qey ku em bêjin ka em biçin malê wê bêjin de kerem bikin her in.

“Em jî nizanin. Êdî diyar e em nikarin vegerin jiyana xwe ya berê. Ez bawerim ku wî Kîbotî ji bo kuştina me ferman wergirtibû.” Min rewş vegotibû. Lê belê bersiv apirsa zilêm ne ev bû. Min bi wê jî zanîbû.

“Texmîn dikim ku hûn dizanin ku hûn nikarin li vê derê jî bimînin.” Gotina zilêm ji bo me jî ne bersiv bû. Min û Azir bi bêdengî li zilêm dinerî. “Biryar a we ye. Hûn bixwaz in hûn dikarin vê derê biterikînin û biçin malê. Nêta me nîne em ji we re bibin astêng.”

“Ez dixwaz im biçim.” Azir bêyî berê xwe bide min yekser wisa gotibû. Zilamê li hember me wekî ku bêje helbet, destên xwe vekirin. Min jî tu otineke nedîtibû ku ez bêjim.

“Azir tu bawerî ku tu yê biçî kû derê?” Min fêhm nedikir bê çima Azir berî bi gavekê dixwest vê derê terk bikî. Dema ji vê derê veqetiya dikarîbû cihê serhildêran ji Kîbotan re bibêje. Serhilderê ku wê kêliyê gotina xwe berdewam kir ez aram kirin.

“Wekî min got hûn ji bo çûnê serbest in. Lê divê heya sibehê hûn mêvanên me bin. Niha ne raste ku em we berdin. Êvaran ev der gelekî xeternak dibin.”

“Diyar e hûn ne derdê canê me dikêşin!” Azir bi awayekî hêrsok bertek nîşan dabû.

“Hevalo tu dişibî kesekî ku ji gotinê fêhm dikî. Ji hevalê xwe re bêje tiştekî ku wî têxe metirsiyê tuneye.” Serhildêr berê xwe dabû min û ev gotin gotibûn. “Di mijara wextê hûn bidin rê jî ez ji dil im. Heya hûn bi saxî û silametî jî vir derkevin canê we emanetê me ye. Em naxwaz in tiştekî xerab were serê we.

“Tew mala mine, naxwaz in!” Wek ku Azir nedixwest aram bibe.

“Azir, heyrana çavan, heke bijarteyeke din hebe, kerem ke. Niha hewce nake tu rakêşiyê derxî. Jixwê nemaye dê bibe sibeh.”

“Em ê çawa bi van ewle bibin!”

“Azir, tika ye wisa neke…”

*** 4 ***

Hîn min devê xwe nevekiribû yê serhildêr gotina min birî û bi awayekî aram axifî.

“Azir efendî. Jixwe hewce nake tu zêde bisekinî ji bo tu fêhm bikî em derewan dikin an na. Ku saet bû 10 hûn dikarin biçin dera ku hûn dixwazin. Em ê nasnameyên we jî bidin we.”

“Azir, te dît ku rêyek hebe, ez ê bêjim tu mafdar î. Heke bi ya min be ez dibêm em heya sibehî bimînin û em bifikirin ka em dê çi bikin.” Min destê xwe danîbûn ser milê Azir û min li nav çavên wî dinerî.

“Ji bo we agahiyeke min a ku dilê we rahet bike heye.” Yê serhildêr berî ku derkeve ev gotin gotibûn. “Dema min got hûn sibe saet 10an dikarin derkevin min a rast digot. Bi ser ne hûn tenê em ê jî beşdarî li vê yekê bikin!”

“Ew çiye îca?” Peyv bi şaşwazî ji devê min derketibûn.

“Sibehî roja me Taena wê ne tenê li rojekê, wê li qernekî nû hile. Tekoşîna me ya bi hezaran salan sibehî di saet 10an de biqede. Niha bêhna xwe berdin.” Çavên yê sêrhildêr dibiriqîn. Piştî van gotinan ji odeyê derket. Dengê wî ji hêla din ya derî ve dihat bihîstin. “Zikê hevalan têr bikin, nivîn ne rahet amade bikin.”

Em li odeyê bi tenê mabûm. Bi şaşwazî min li Azir nerî. Wî jî got wek ku bêje “Ev çiye gelo?” lêvên xwe lebitandin. Serhildêrekî ku wê gavê kete hûndir cihê serşoyê nîşanî me da, pantorekî paqij, gomleg û bincil danîn ji bo me. Piştî demeke kurt em ji heriyên bi laşê xwe ve xelas bûbûn û cilên ku dabûne me me diceribandin.
“Ez ê bêjim dê serhildêr îşev, belkî jî niha wê êrîşeke mezin bidin destpêkirin herhal, lê na.” Ez ne bawer bûm ku sohbeta bi Azir re wê fikrekî bide min, lê bê axaftin jî çênedibû.

“Tu mafdarî, xwe parastina ji kamerayên tînê (termal) tişteke, êrîş tiştekî dine. Jixwe ma hejmara wan çi qase? Min û Azir li hev dinerî, di serê me her duyan de jî bi dehan fikir derbas dibûn.

“Sibehî saet 10an!”Azir wek ku di mijara demê de aliqî mabû.

“Bi rastî jî ev çi deqîqbûne!”

Min jî tu tişt ji vê fêhm nedikir. Diyar bû wê îşev tiştekî gelekî giring biqewimiya.

Belkî jî eleqeya kemîna ku em ketibûnê de bi vê re hebû.

Dema ez li van difikirîm 2 serhildêr bi sifreyên teyfikên fireh yên di destê xwe de ketin hundirû. Serhildêrên ku teyfik li ser masê bi cî kirin piştî ku gotin “Noşîcan be” ji odeyê derketin. Min û Azir bi işteh li teamên cur be cur yên di teyfikê de dinerî. Me nedizanî di navberê re çend saet derbasbûne, lê em gelekî birçî bibûn. Em yekser çûn ber maseyê yek ji vê yek ji wê me dest bi xwarinê kir. Te digot qey em nehatine xwarinê bixwin, em hatine ku van teaman bi teamînin. Dema me xwarin dixwar 3 serhildêrên ku ketin odeyê de nivînên me yên portatîf raxistin. Zilamên ku nivînên me raxistin dema derketin dengê hesinî yên ku agahiya xilqekirina derî didan hatin guhê me.

“Êêêê, Azir Efendî, heydê noş!” Min qedeha xwe ya tije naryan dirêjî Azir kir.

“Noşa çi yaw!… Ne diyare em ê bighin sibehî an na”

“Jê bigere tu hej Yezdanê xwe bikî. Jixwe jiyana me têkçû ye, ma ne wisa ye?” Ez dikeniyam.

“Wele tu rast dibêjî. Ez wisa difikirim ku…”

“Ya rastî tiştên ku li derve diqewimin ez gelekî meraq dikim. Sibeheke wekî ya ku yê serhildêr digot dê çawa be gelo? Tu ravekirina wê ya mantîqî tune ye.”
“Heke ez ya rast bêjim ez gelekî westiyam. Çi dibe an wê çi bibe qet ne xema min e. Tu li xweşikbûna van nivînan binere.” Azir hîn nû ev gotin xelaskiribûn ku, bi ser nivînan de gêr bû.

Min di dilê xwe de digot ‘Ma mirovek ewqasî bilez dikare bi xew ve biçe?’ Niha li odeyê bi tena serê xwe bûm. Min li Azir nerî. Ev zilam wekî zilamekî ku bixwaze bilez ji Kîbotan re peyamekê ragihîne tevnedigeriya. Ez qanî bibûm ku ew jî wekî min bûye navgîna planake nepen. Dîsa fikrên li ser tiştên ku li derve diqewimin aqilê min êsîr girtin. Ji ber ku mîn îhtîmal nedidayê ku dê serhildêr li hember Kîbotan biserkevin, bi tu awayî min tiştên ku ji me re digotin dernedibirîn. Ji nişka ve li cihê ku lê rûniştîme pêhesiyam ku çavên min hew vekirî dimînin. Min fêhmkir ku divê min hêza xwe ya dawî ji bo xwe bighînim ser nivînan bikarbianiya.

***

Ez bi dengê berz yê qufleya deriyê hesînî ji nişka ve şiyar bûm. Ne mimkûn bû ku mirov fêhm bike bê saet çende. Tenê tişta min hestpê dikir ew bû ku ez têra xwe razabûm. Çavên min li Azir digeriyan. Wek ku nêta wî tunebû ku rabe. Qufleya derî vebûbû lê kesek nekete hûndir. Ji ber xumariyê bi zorê ji nav nivînan derketim û min Azir heliqand û hişyarkir. Azir ewil wekî ku bêje tu çi min aciz dikî û xumxumand, lê belê dema ku rewşa me bibîranî ji cihê xwe pekiya.

“Çi qewimî? Saet çend e?”

“Nizanim. Lê belê qufleya derî hat vekirin!” We kêliyê serhildêrê ku doh mazûvaniya me kiribû bi rûkenî kete odê.

“Rojbaş hevalno. Doh fersend çênebû em hev baş nas bikin. Navê min Tisey. Ez fermandarê yekîneyên li vê herêmê me.” Tisey ji nişka ve sekinî û keniya. “Ya rast ez bêjim fermandar bûm dê rasttir be!”

“Saet bûye çend?” Diyarbû ku tiştine giring diqewimin. Lê belê tenê ev pirs ji devê min derket.

“Deh kêm çarîkek e. Kerem kin em derkevin derve.”

“Ka bêje çi diqewime?” Dema min bi çavên xwe işareteke dabû Azir ku min bişopîne min ev pirs kiribû.

“Heta çend deqîqeyan dê xeber were.” Tisey bi destê xwe derî îşaret dikir.

Tisey bêyî ku tiştekî din bibêje ji odeyê derket. Min û Azir jî ew şopand. Em di tunelekê dirêj de dimeşiyan ku şevê din em bi saya roniyan tê re derbas bibûn. Di serê tunelê de tîrêjên rojê yên ewil diketin nava şikeftê. Te digot qey Taena wê rojê, di wê saetê de tam devê şikeftê ronî dike. Em bi çirûskên ku ji ber çavên me diçûn ve derketin derve. Li ber devê şikeftê gelek serhildêr hebûn ku min nedizanî hejmara wan. Hemû çek di destê wan de bi kelecan rawestiyabûn. Di rûyê wan de bextewarî xuya dikir. Tisey navgîna ragihandinê a di guhê xwe de kontrol kir. Bi çeka lazerî a li milê xwe ve destê xwe danîbûn ser newqa xwe û di nîvê komê de sekinîbû. Ji bilî bayê sibehê ku hênikahiya taybetî çiyayan dianî ve her tişt ketibû nav bêdengiyekê de. Ne mimkun bû ku mirov dema xelasbûna vê bêdengiyê texmîn bike. Lê ez difikirîm ku divê saet bûbe deh. Wê kêliyê min dît ku Tisey destekî xwe danî ser navgîna ragihandina a di guhê xwe de û destê xwe yê din jî rakir. Bi tiliya xwe ya îşaretê dixwest herkes bêdeng bimîne. Ji bo peyama jê re hatî bi hêdî hêdî serê xwe dihejand. Tisey tiliya xwe ya din jî anî cem tiliya xwe ya işaretê, destê wî yê din jî wekî kulmekê rabûbû hewayê.

“Xwedêyo bi hezaran car şikir ji te re. Serkeftin!…Serkeftin…!”

Li serê çiyê çi qasî çiwîk, kêzik û ajalên bêdeng hebin hemû ji tirsan wekî dînan bi derdorê ve reviyan. Serhildêrên li devê şikeftê bi yekdengî diqîriyan. Di nav wan de yên ku digirîn, yên ku hevûdu hembêz dikirin hebûn. Dihat fêhmkirin ku ji bo serhilderên bûyereke gelekî giring pêk tê. Wek ku gihabûn armanca xwe ya ku ji bo wê şer dikirin. Tisey her du destên wî li jor, bi zehmetî, ev serhildêrên ku diqîriyan sekinandin. Serhildêran dîsa bi baldarî li Tisey dinerîn. Tisey jî bi dîtbarîya xwe ya bi heybet awir ji derdora xwe vedidan.

“Hevalno. Niha ji fermandariya bingehîn agahî hat. Krîstal, ji bo Meclîsa Yekîtiya Gerestêrkan hatiye birin!”

Derdor bi qêrînên kêfxweşiyê hejiya. Lê belê serhildêr yekser huşbûn.

“Meclîsê berî bi çend deqeyan rasteqîniya Krîstalê erê kir. Êdî li vê gerestêrkê em jî xwedî gotin in.”

Girseyê dîsa bi qêrînên xwe yên kêfxweşiyê bersiv dane Tisey.

Min devê xwe bi ber guhê Azir û min got: “Gelo krîstala Kîbotan dizîn?”

“Ma bi vê dikarin kê bixapînin?” Texmîna min ji bo Azir gelekî aqilane nehatibû. Min jî heq da wî.

“Li gor biryara meclîsê di demeke herî kurt de wê bi kibotan re rêveberiyeke hevpar were sazkirin. Di vê rêveberiyê de airayî jî dê xwedî mafên wekhev bin. Êdî em ne mecbûr in ku tenê wekî Kîbotî dixwazin bijîn. Em ê bikaribin kultura xwe bi dilê xwe bijîn û bipêş bixin.”

Qîrînên kêfxweşiyê careke din axaftina Tisey xemilandin.

“Îro gerestêrka me li rojeke nû hişyar bû. Lê belê li pêşiya me hîn gelek karên ku berpirsiyariyê dixwazin hene. Wekî ku hûn jî dizanin di nav airayiyan de hîn gelek kesên ku ji Krîstalê bawer nakin hene. Hinek ji van qet nafikirin ku şêweyeke din a jiyanê jî hebe. Lê bi demê re em ê van hemû zehmetiyan derbas bikin. Li vir xala giring jî ev e. Di vê rêyê de êdî Kibot ji me re ne asteng in. Lewra biryara ku meclîsê girtiye teqez e. Ew jî mecbûr in bi ya vê biryarê bikin. Berovajî vê ew jî dizanin ku dê ji Yekîtiya Gerestêrkan werin derxistin. Ji niha û pê ve bi awayekî ku wekî kibotan xwediyê heman mafê em ê pêk ve bijîn û nîmetên vê gerestêrkê pêkve parvebikin. Ji bo çareserkirina kêşeyan em ê pêkve têbikoş in. Ji bo me tevan li ser xêrê be.”

Qêrînên kêfxweşiyê dîsa çiya hejandin. Tisey îşaret da ku dixwaze tiştekî dawîn bibêje.

“Di saet duwanzdehan de ji bo civînê ez li bendî fermandarê mufrezayan me.” Tisey piştî ku nefeseke kur kêşand ber bi me ve meşiya. Di nav hevalên xwe yên ku destên wî miz didan, ew hembêz dikirin, xwe diavêtin stuyê wî û ew pîroz dikirin de bi zorê giha cem me.”

“Hevalno, ez we jî pîroz dikim. Êdî hûn azad in. Tu kes wê tenê pirsekê jî ji we neke. Hûn dikarin biçin dera ku hûn dixwaz in.!”

“Tisey, tu dikarî ji me re bêjî bê çi diqewime? Hûn pîrozbahiya çi dikin? Ev meseleya Krîstalê çi ye?”

Heya min bersiva van pirsan negirtiba nêta min tunebû ji vir biçim. Tisey bi awirên xwe yên ku çirûsk vedidan li min dinerî, di rûyê wî de bişirîneke wekî tabloya bextewariyê hebû.

“Serokê me berî bi sedan salan dema ku got Krîstaleke airayiyan jî heye herkesî ew wekî dînan hesiband. Airayiyan wisa ji nizama heyî bawer kiribûn ku difikirîn ku tekane Krîstala li gerestêrkê aîdê Kîbotan e. Lê belê têkoşîna me û lêgerînên me berdewam kirin. Dawiya dawî di nava van axan de, me Krîstaleke veşartî ya aîdê me dît. Haya kîbotan ji vê yekê hebû. Ji bo em Krîstalê nebînin û negihînin Meclîsê çi ji destên wan hat kirin. Îşev Krîstal me ji cihê wê derxist û me gihand Meclîsa Yekîtiya Gerestêrkan. Hewldan keştiya ku Krîstalê dibe meclîsê hîn bi rê de îmha bikin. Lê biserneketin. Keştî vê sibehê hîn zû gihaşt Gerdûnêê. Biryara Meclîsê a derbarê Krîstalê de jî di saet 10an de hat aşkerekirin. Mesele ev e.”

Ne min, ne jî Azir me nedikarî peyveke tenê jî bêjin. Tisey hin tişt gotibûn, lê me nedizanî bê ev tê çi wateyê.

“Me digot qey her gerestêrk xwedî krîstaleke tenê ye.”

Min wesa hestpêkiribû ku meraqa xwe ya derbarê krîstalê de bi encam bikim. Tisey wekî ku dizanîbû dê bi pirsên wisa re rû bi rû bimîne li min dinerî.

“Derbarê krîstalê de hîn gelek tiştên ku hûn nizanin hene. Lê belê tiştekî ku mirov ji vê şaşwaz bibe tuneye. Hûn encex bi qasî ku kibotî dizanin bi tiştan dizanin. Heke em werin ser Krîstalê. Ya pêşî, di bingeha Krîstalê de ne tenê kartêkerên jeolojîk xwedî erk in.”

Tisey wek ku li bendê be ku em gotinên wî tam fêhm bikin navber da azaftina xwe û paşê berdewam kir.

“Ev Krîstal bi gunciwîna şert û mercên diyar pêk tê. Ya rastî li Airayê krîstalên bê hejmar hene. Lê belê Krîstala ku ez qala wê dikim xwedî taybetiyeke gelekî cûda ye. Di pêkhatina vê Krîstalê de erka herî giring pêlên mental in. Ev pêl ji aliyê giyanewerên xwedî zirekî ve tên hilberîn. Ev giyanewerê zîrek, her çi qasî zîrek bin û xwedî şaristaniyeke pêşketî bin, pêlên mental jî ew qasî bihêz in. Em difikirin ku krîstala di destê Kibotan de bi rêbazên zordariyê hatiye pêkanîn. Kîbotî jî zîrek in û xwedî şaristaniyeke pêşketî ne, lê belê krîstala me Airayiyan hem mezintir e hem jî çirûsandina kulturî ku dide derve bihêztir e. Kibotiyan ji ber ku bi vê dizanîbûn, hewl dan ku serhildêrên wekî me xwedî xeyala krîstalêkê bikujin û yên din jî bi pişêfin. Vaye ji we re bi kurtasî dîroka têkoşîna me. Navê keştiya ku gihaşt Gerdûnê çibû hûn dizanin?” Tisey bê sekan bersiv da. “Şefeqa Nû.”

“Wê ji niha û pê ve çi bibe?” Min ev pirs bi zehmetî pirsîbû.

“Wê çi bibe çiye îca? Ma mal û xizmên we nînin? Kerem kin rê ji bo we ne!”

Tisey dema gotina xwe xelas kir destê me şidand û di deriyê şikeftê de wenda bû. Li derdorê serhildêrên ku serkeftin pîroz dikirin jî bi hêdî hêdî belav bûn. Yên di ber me re derbas dibûn em hembêz dikirin, destê me dişidandin. Yekî ji wan nasnameyên me dirêjî me kirin. Piştî demekê li devê şikeftê, ez û Azir bi tenê mabûn. Bi awayekî şaşwaz ewil me li hev nerî, paşê jî me li newala ku ji berpalê çiyayê ku şikeft lê yê dest pê dike û li dûryanan nerî. Me şevê din dîtibû ku li newalê hin şûnewar hene.

“Tu çi dibêjî Azir?”

“Ma ez ê çi bêjim? Divê em ji bilî kesên çavsor bi hinekên din re jî biaxifin. Belkî wê çaxê em ê fêhm bikin bê çi qewimiye.”

“Tu mafdarî. Divê ez jî li rehmetî bigerim û bibînim. Nabe ku ez wesiyata wî neyînim cih.

Dawî

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Destan

Destan, cûreyekî edebî yê kevin e. Peyva “Dastan an Destan” peyveke Îranî ye. Di Kurdî …

Leave a Reply

%d bloggers like this: