Kêz Xatûn

Rojekî jinik diçe ser kaniyê, Paşa yê wê warî jî diçe ser wê kaniyê hespê xwe av bide. Ser pişta hespê Paşa de tewneke hevirmûşî heye  û jinik vî dibine, dema ku Paşa dizivire here jinik gazî dikê dibêje: “Apo! Çika neçe ez lê bonhêrim nexşê xûrca te çawa ye.” Paşa disekine û jinik lê dinhêre dibêje: “Tewn çêkirîya dînin kesk avêtin ser hêşînin, here min jê hilda.”

Paşa diçe mala xwe dibêje: “Ez çi bikim, nekim ez ê wê têxim bûka xwe, bila ji me re tewnan çê bike.” Diçin bûkê dixwazin, pûkê hildidin, tînine malê. Ser re dem derbas dibe, Paşa ji ber ku pir dewlemend e, tewnan dide ristinê, ji kurê xwe re dibêje: “Bila bûk ji me re tewnekî çêbike.” Lawik diçe ji bûkê re dibêje, bûk jî dibêje: “Hûnê ji min re ta û hevirmişê bînin û derî ser min de bigirin, çil roj û çil şevî derî ji min re venekin, nanê min jî pacê de bidine min, gava min red kir ez ê gazî we bikim.”

 

Hamû daxwazên bûkê tînin û derî ser de digirin. Bûk van tiştan deynîne û pişta xwe didê dibêje: “Heya sibê jixwe ew ê were çêkirin.” Di nav  Milyaketên li wir wê dinhêrin de qirika yekî de hestû heye dema ku jinikê wî halî dibîne, dibe pirqiniya wî dikene û hestûyê qirka wî de derdikeve, dibêje: “Gotin em xelata wî bidine jinikê” û milyaketên ba wî dibêjin: “Hema em ê tewna wê çêbikin.” Milyaket despê dikin û hevirmişan wisa hûr hûr diristin, tewneke wisa çêdikin ku mirov heyîrî dimîne û qat dikin dixine qutiya cixarê. Dibe sibe, sere sibê zû bûk derî dixe dibêje werin min tewn red kir. Paşa, jina paşê kûrê wî tên û matmayî dimînin gundî hemê pê dihisin, pir di ecîbînin. Dem derbas dibe rojekî dîsa paşa ji kûrê xwe re dibêjê: “Bêje bûkê bila ji me re hevala wê tewnê jî çêbike?” Lawik dîçe ba bûkê, xwe re diaxifin, bûk serê xwe daynine ser çokê mêrê xwe, axaftin didome, lawik dibêje: “Bavê min got ‘bila ji me re hevala wê tewnê çêbike.’ ” Vê gotinê şûndetir dibe kûre kûra bûkê û digirî, lawik şaşomaşo dibe: “Jinik çi bû, çi bi te hat, tu çima digirî?” Jinik jî dibêje:

  • Tu wê kêzika hanê dibînî, ew xaltika min e. Lawik dibêje:
  • Çawa ew dibe xaltîka te. Jinik dibêje:
  • Ew xaltika min bê ber hingê tewn çê kir, êdî ew bû kêz xatûn, ez jî tewna çê bikim ez ê jî bibim kêz xatûn. Lawik dema ku vê yekî dibîhîze dibêje:
  • Heramiya Xwedê i ser min be, ku ez carekî din nahêlim tu tewna çêbikî …

 

  Zeynep Sultan Atlı-Çandname

 

 

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply