tu ne ciwanekî eweqas sert û hişk bû
da ku hêrsê te deynim
bi nazik peyva xwarzî
tu ne pir dîn bibû bi pêdviyên rojê re
da ku bodlebûna te di gola hişîn werkim
an qalçiqê teyî kirêt bigrom
bi alav û lezgîniya kesekî naskirî
li ser şanoyên cîhanê bi tevgera xwe ya canbazî
tu ne hovek bû
li daristana jiyanê
ne jî min ji zû de tu kedî kir
bi raman û berger û lava û dilnazî
tu ne cîblaq bû
û min bi dil germî xwe avête kêleka te
da ku te veşêrim ji pêş ewên ji te nerazî
û mîna konekî fireh min tu hembêz kir
da ku bedena mi ji te re bibêt
cilubergên serkêşê dîlana serfrazî
lê tevî wê jî tu herdem ma nerazî
zanim ku tu ne yekem gunehkarê çerxê ye
û ne jî tu dikarê danekî
li ti meydana rawestê
û bi mêranî şerê rewa bixwazî
divêm ku te ji telaza gendeliyê dawşînîm
lê dîmê te ji kok da diqerimê
her ku li pêşiya te vêdixim sazên wê awazî
tu nabê erê lê bawerim
ku tu ji dil de wê yekê dixwazî
lê çibkim te ji hemû derdên xwe
çêbûn dixwest
tenê te nexwest ku tu rizgar bibî
ji çanda xwe ya keysebazî.
20-9-2016
Majêd A Mihemed