Kevneşopiyên Kurda – M.Emin Can

Xwendêvanên hêja, yên temen derbaskirine,  li cem kal û pîran  rûnin jîyana wan guhdar bikin. Ev gav mirov pê pir dikeve nav xemgîniyan. Car caran tê hişê min jî ev emrek li min buhûriye çawa derbasbû lê êdî ev temen venagere nayê. Ev jiyanên derbasbûne bê feyde jî neçûne. Ji me re kevneşopiyeka dewlemend hîştine. Kevneşopiya milleta hişê milletan e. Pêşeroja wî milletî jî ava dike. Netew ne tenê ziman an jî navek e. Netew, ziman e, şano ye, dîrok e, hûner e lê bêhtir kevneşopî ye. Ez wusa dizanim. Emê li kevneşopiya xwe xwedî derkevin ji bo ku pêşeroja me jî berfireh be. Kevneşopî di rojekî de çênabin û nayê avakirin. Jê re dîrok lazim e, jiyan lazim e û dem lazim e. Pêwîst e ku her millet li kevneşopiya xwe xwedî derkeve.

Rêberê dinê, milletê biyanî çawa şaristanî ava kirine? Çawa pêşve çûne? Çawa di nav milletên cîhanê de cîh girtine? Dîrokê de çawa şop ne kûr hîştine? Hûn dizanin jî dîsa ez bejim: Çanda wan ê mezin û dewlemend hebûne. Hunerên baş çêkirine li kevneşopiya xwe xwedî derketin wisa pêşve çûne.

Kevneşopî jiyan, dil, ceger û mejiyê milleta ne. Tu millet bê kevneşopî nabe. Çi milletê li kevneşopiya xwe xwedî derneketine di nav milletên biyanî de heliyan e (asimile/pişaftin),wenda bûne. Kevneşopiya netewa  di nav dîrokê de hatiye perijandinê wisa derketîye holê. Nav dîrokê de jiyanek palandiye kevneşopî.

KEVNEŞOPiYA KURDAN ÇI NE?

1- XWARIN Û VEXWARIN :(Hevrîşk-Omanc-Helîse-Goşteêser birinc-Nanê tendûrê-Hewle-Jejerûn-Keledoş-Ajvaj-Qelî-Kizrik-Avsîrk-Dew- Şerbet-Girar-Girara sibê-Keşke-Xengel-Kete…..  hewld.)

2- ÇEK :(Hin herêma tê gotin kinc an jî cil; Mêzer-Qolçax-Şer-Şapik-Şallê pişta- Dêre Mexmer- Kastor -sol-Kofî…. hewld.)

3- ŞÎN: Gava mirovek bimire em çi dikin? Berî her tiştî mirî dişon kefen û defin dikin. Sersaxiyê didine malbata mirî, mêvanê mirî nan û av didin, Şînê de çadir tê vegirtin an jî di odayan de şîn têne kirine, dost heval hogir pismam têne şînê, fatiha têne xwendin. Mele, şêx, alim û rûspî nav şînê de rûdinin, şîn çend roja bikşîne gundî, cîran her tim têne mala mirî alîkariya wan dikin. Ji piştî van tiştekê têne kirine; ser tirba mirî Qur’an tê xwendinê, xêr û xêrata mirî têne dayînê,;di hefteyê mirî de, çile yê mirî de, salvegera mirî de dost û cîran li hev dicivin Mewlud, Qur’an û dia têne kirinê.

4-ŞAHÎ: Keç û xort gava dizewicin, serê serî de hevdu dibinin; piştî hevduditînê ku hevdu biecibînin malbata  xort diçe xwezgîniyê. Ya ewil nîşanî dikin ji piştra devşîrînahiyê (heftelix) dikin. Malderxistin heye; malbata xort malbata qîzikê re xelataa dibe qizîkê re tiştan dikirin,  zêr, zîv, xelat.

Li gor edeta dinê ser bûkê da diçin. Siwarkirina bûkê heye; cihêz heye, malbata xort  cihêz distîne. Dawet/Dîlan tê kirin. Di dewetê de: Def, zirne, tilim  an orkestra lê dikeve.  Govend tê girtin, dîlan şêndibe. Dewatan de dengbêj kilamê dewatan dêbêjin. Millet destê hevdu digrin cîhekî fireh dîlan digrin. Qîz, bûk û xort xwe dixemilînin  wusa tên e dewatê. Çekê xwe yên curbecur, reng bi reng li xwe dikin. Dost, haval û hogirên xort û qîzikê tên e dewatê şênahî çê dibe.  Xwarin û vexawarina curbecur têne çêkirin. Ji mêvanan re îzet û hirmet tê kirine.

5-MÎVAN: Mêvandariya me kurda de cîhekî wî girîng heye. Milletê kurd ji mêvana pir hez dikin. Gava mêvanek bê mala wan pir pê kefxweşdibin. Taybetmendiyka kurda jî ev e ku egît in, mêrxasin nandayî ne. Heta  çiqasî ji mêvanan hezbikin mêvana re îzet, hirmet bikin; di nav millet de ewqasî têne naskirinê û heskirin. Di vê derbarê de gotineka pêşiya kurdan heye ‘‘Mîvan mîvanê XWEDA’ye’’ ewqasî taybetmendîya mîvanan li cem Kurdan heye. Milletê kurd qedir qîmetekî hêja didine mêvanê xwe.

 

Derbar M.Emin Can

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply