Keskesora Jîndar: Margîse

Zimanekî wisa ye ku ji laşê xwe dirêjtir e û dikare di nav çend salîseyan de xwe dêrîjî nêçîra xwe bike. Her wiha çavên wan jî balkêştir in, her du çavên wan ên wekî teleskopan serbixwe ne û dikarin bêyî hev tevbigerin. Tiliyên wan wekî lepikekî yektilî ne û di şiklê destrêjkê de ne. Di poz û eniya wan de jî qiloç hene. Her wiha li ser pozên wan neqşên di şiklê girêkan de hene û di stûyê wan de jî parçeyekî çerm heye ku xwerû ango pêşengên wê serdema Elizabeth tîne bîra mirovan. Ji ber ku xwediyê gelek taybetmendiyên anatomîk in, li hemberî wan dîtina dijberekî jî gelekî zor e.Margîse bi rengguherînê têkiliyan datîne, bi zimanê xwe yê dirêj û wekî birûskê bi lez nêçîra xwe digire û li ser rûyê erdê li wan cihên xwezayî yên xeternak dijî.

Dîsa jî di nav van ecêbiyên laşî ango bedenî de taybetmendiya ku herî baş margîseyekî dide nasîn -taybetmendiya ku di demên nêz de wekî di serdema Aritotales de hatiye zanîn- çermê wî ye ku reng diguherîne. Li gorî mîtolojiyeke navdar dema margîse dest didin tiştekî rengê wî tiştî digirin. Carinan rengguhertina margîseyan bo cihê ku lê ne dibe ku baş be, lê guherîna rengê çêrm di rastiyê de reaksiyaneke fizyolojîk e ku armanc ji wê yekê ragihandin e. Yanê margîse hêmanên wekî dijberî û fişara hawirdorê ku bandorê li wan dikin bi bikaranîna zimanekî rengîn tîne zimên.

Qet nebe bawerî û zanîna îro ev e. Christopher Andersonê ku li Zanîngeha Brownê asîstaniya biyolojiyê dike û pisporê margîseyan e, dibêje “bi sedsalan e ku hemû bal li ser margîseyan e lê hê jî ew nepeniya wan dewam dike.” Em hêj jî hewl didin ku birêveçûyîna wê mekanîzmayê fêm bikin. Lewra ji zimanê ku wekî birûskan dirêj dibe heta di rêzikên fizîkê yên di bin rengên cuda yên çêrm û gelek xalên din de nediyarî hene. Zanyarên ku margîseyên di bin bindestiyê de ji nêz ve dişopînin, di heyamên nêz de li ser fizyolojiya van ajalan kifşên girîng kirin.

Mijara pêşeroja margîseyan a li xwezayê ji teqeziyê gelekî dûr e. Yanê mirov nikare bi awayekî teqez bibêje ku wê di pêşerojê de margîse hebin an wê nifşê wan bidome. Di mijdara borî de ji aliyê Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) ve derbarê margîseyan de Lîsteya Sor hat weşandin. Di wir de tê diyarkirin ku herî kêm nîvî cureyên margîseyan di bin xetereyê de ne. Wekî Anderson xwediyê fona lêkolînê ya National Geographic’ê biyolog Krystal Tolley jî di nav koma Pisporên Margîseyan a IUCN’ê de ye.

Tolleyê ku li başûrê Efrîqayê di xebatên xwe de cureyên margîseyên nû û qada wan a xwezayî ku tûne dibe tespît kiriye, dibêje; di zimanê Efrîqayiyan de ji bo margîseyan du navên berbelav hene. Ji wan yek verkleurmannetjies e ku tê wateya “zilamê piçûk ê rengîn.” Yê din jî trapsuutjies e ku ew jî tê wateya “nêzîkbûna bisemt an jî biîhtiyat.” Ev nav meşa ecêb a hêdî ya xijende an jî marîjokan tîne bîra mirovan. Lêbelê dibe ku bangeke ji bo parastina vî ajalî balkêş û qadên wî yên jiyanê be jî.

Li Cîhanê zêdetirî 200 cureyî margîseyan tê zanîn. Ji sedî 40’î wan li Madagaskarê û piraniya yên din jî li ser erdnîgariya Efrîqayê dijîn. Bi saya testên DNA’yê derket holê margîseyên ku hema hema wekî cêwiyan in, ji aliyê genetîkê ve ji hev cuda ne. Ji cureyên ku tên zanîn zêdetirî ji sedî 20’î wan bes di 15 salên dawî de hatine pênasekirin.

Christopher Anderson, taybetmendiyên xweyîbûna margîseyan bi hûrgilî vedikole. Anderson bi saya kamerayeke ku di çirkekê de 3 hezar wêneyî digire, dîmeneke 28 çirkî ya perwerdeyî dikişîne ku margîseyek di 0,56 saniyeyî de çirçirkê dixwe.

Di berkurka margîseyan de di nav masûlkeya akselatorê de ku wek tûpekî ye hestiyekî zimên heye ku bi tevîneyeke vezenî ve hatiye dorpêçkerin. Dema ku margîse kêzikekî dibînin û zimanê xwe dirêjî dikin masûlkeyên gezizî bi awayekî rehet diçin pêş. Wê demê jî serê zimên ê wekî vantûzekê nêçîra xwe digire. Paşê bi kaşkirina zimên dema xwarin xwarinê jî diqede.

Anderson diyar dike ku hêj gelek tişt derbarê pekandin ango dirêjkirina zimên de hene. Herwiha lêkolînên wî nîşan didin ku zimanê hin margîseyan ji texmînên me bêtir dikarin dirêj bibin.

Hişmendiya li ser rengê margîseyan jî piştî demekê guherî. Di vê guherînê de lêkolîna Michel Milinkovitch pir zêde ye ku çend meh berê hat weşandin. Zanyaran wisa bawer dikir ku pîgmentên şaneyên çerman bi riya şaneyên ku dişibin temarê belav dibe û margîse bi vî awayî rengê xwe diguherînin. Genetîkzanê peresînê û biyofizîkzan Milinkovitch jî vê teoriye ji ber vê sedemê qebûl nake. Gelek margîseyên kesk hene lê di nav şaneyên wan ên çerman de pîgmentên kesk tune ne.

Bi vî awayî Milinkovitch û hevalên wî yên li Zanîngeha Cenêvê ji bo ku fizîk û biyolojiyê bi hev re bidin sepandin dest bi xebatê kirin. Di bin tebeqeya şaneyên çerman ên bipîgment de tebeqeyeke din a şaneyên çerman hat dîtin ku wek qefeseke sêgoşeyî û ji krîstalên dorfirehî ya nanoyê ye.

Lêkolîner bi madeyên kimyewî û presan li ser mînakên çerman ên margîseyan ceribandin kirin û kifş kirin eyareke wisa hatiye dayîn van krîstalan ku mesafeya di navbera wan de diguhere. Ev eyar rengê ronahiya ku qefesa krîstal dide der diguherîne. Mesafeya di navbera krîstalan de çiqas zêde bibe, reng jî ji şîn ber bi kesk, zer, mişmişî û sor ve diguhere. Dema margîseyên panter ji rewşeke aram ji nişka ve bikevin kelecanê an jî hesta şehwetê li wan zêde dibe ev taybetmendiya ku dişibe kaleydoskopê, pêk tê.

NICK HENN cara ewil di heft saliya xwe de bûye xwediyê margîseyekî. Henn piştî bîst salan ji margîseya ewil heta niha him wek kêfê him jî wek hilberîner vî karî dike. Niha li Readinga Pennsylvaniayê di qata binî de 200 margîseyên Henn hene.

Ji bo ku jiyana xwe ya xwezayî bidomînin hin qefes li kêleka hev hatine danîn û ser qefesan jî bi têlan hatine girtin. Ji bo hilkişînê qefes bi nebatan hatine xemilandin û ji bo ku margîseyên mê hêkên xwe deynin ser, cihekî ji xîzê hatiye çêkirin. Bi ronahî û hilmê margîse mîna ku di jiyana siruştî de ne jiyana xwe didomînin. Bicihkirina qefesan mîna cihên komeke ku dê bikeve civîna Neteweyên Yekbûyî tevlihev e. Henn ji bo ku rê li ber hêrsbûna heywanan bigire pergaleke wisa ava kiriye ku margîseyên mê yên nêr nabînin, yên nêr jî him yên mê û him jî yên nêrên dijber nabînin.

Margîseyê panter ê ciwan Ember, mînakeke cureyê şiva sor e ku li herêma Ambilobeya Madagaskara Bakur dijî. Li ser sînga wî mîna xetên zebrayan xetên sor û kesk hene û li her du taniştên wî xetên bi rengê şîna avê hene ku wesayîtên pêşbaziyê tîne bîra mirovan. Henn qefesê vedike û ji bo ku Ember hilkişe ser çoveke dirêj wî dihejîne. Lê Ember ji vê aciz dibe. Rengê margîseyê sortir dibe û Henn ji vê yekê fehm dike ku margîse aciz bûye.

Emberê ku li ser çovê bû dibe li aliyê din û dixe qefesa ku Bolt li wir dijî. Margîseyê panter ê bi xetên şîn Bolt, di koleksiyona Henn de heywanê herî mezin e. Dema Henn derî vedike Bolt, Ember dibîne û di heman demê de reaksiyonê nîşan dide. Heta çend gav nêzî wî dibe lingên wî yên şîn, zer dibin, derdorên çavên wî, sîng û marîpiştên wê yên tûj ji rengê kesk werdigere û dibe mişmişî. Ember sortir dibe lê bi dewamkirina şovê wisa tê fehmkirin ku Bolt baştir e. Bolt heta jê bê devê xwe vedike û diranên xwe yên zer derdixe.

Henn Emberî hildide û dixe qefesê. Dibêje heke min ew ji wir hilnedaya Bolt dê an serî li Ember xistibûya an jî dê ew qez bikira. Di rewşeke wiha de dê rengê Ember biguheriya û bûbûya qehweyî ku nîşaneya devjêberdanê ye. (Di lêkolînekê de ku di sala 2014’an de hatiye kirin, dema reng hêdî hêdî bibe qehweyî ev tê wê wateyê ku dev ji têkoşînê berdidin û teslîm dibin. Ev yek jî rê li ber margîseyan digire ku bi awayekî bilez û ewle birevin.)

Her çiqas hemû margîse reng biguherînin jî hin cure hene ku rengê wan zêde naguhere. Lê hema hema di hemûyan de ev taybetmendî heye ku dijminên xwe bitirsînin. Xwe wisa didin xuyakirin ku mirov dibêje qey ji eslê xwe mezintir in. Ji bo ku movikên xwe rakin jorê paresiyên xwe yên bi girêçk ku dişibin tîpa V’yê vedikin, pişta xwe radikin jor û bi vî awayî xwe mezintir nîşan didin. Her wiha dûvên xwe didin hev, zimanên xwe bo firehkirina gewriyên xwe bi kar tînin da ku mezintir xuya bikin. Dema margîse bi vî awayî derdikevin ber dijminên xwe, dijminên wan wisa fehm dikin ku ew pir mezin in.

Di nav wan qefesan de ku Henn margîseyên mê dixe nav wan, Katy Perry û Peanut jî hene. Katy Perry ji bo ku nîşan bide bo pevşabûn ango cotbûnê amade ye, rengê xwe dike rengê somonê. Rengê Peanuta ku ketiye têkiliya zêdebûnê û di zikê wê de hêk hene, helesor e û li ser wî rengî jî xetên tarî hene. Margîseyên nêr dema ji bo lihevşabûnê nêzî margîseyên nêr dibin, rengê xwe diguherînin, xwe bi aliyê rast û çep de dibin û bi vî awayî reqsê dikin. Heke Katy vê reqsê biecibîne dê bihêle ku margîseyê nêr derkeve ser wê. Heke heman margîseyê nêr xwe nêzî Peanutê bike, Peanut dê rengê xwe biguherîne, bike rengên tarî û devê xwe wek gefeke li dijî margîseyê nêr veke ku wî bitirsîne. Heke margîseyê nêr dev jê bernede dê bike tise tis û wî gez bike.

Nêr an jî mê. Margîse pirjin û pirmêr in. Her çiqas gelek cureyên wan hêkan bikin jî hin cure çêlikên xwe di nav wan kîsikan de tînin dinyayê ku dişibin kozayê. Margîse bi têjik ango çêlikên xwe re eleqeder nabin. Ji bo vê çêlik dema tên dinyayê an jî ji hêkan derdikevin û pê ve bi tena serê xwe dimînin.

Margîseyan, ji bo ku nebin nêçîrê çûk û maran bo xweveşartinê teknîkên nû peyda kirine. Gelek cure li ser daran dijîn. Dema bedenên xwe biçûk bikin dikarin li pişt çiqlê darekê xwe veşêrin.

Li gor Tolley dema margîseyên ku li erdê dijîn talûkeyekê bibînin xwe dikin mîna pela darekê. Bedena xwe dixin wî şiklî ku di nav daristanê de wekî belçimeke çilmisî xuya bike. Margîse li hember hin talûkeyan dikarin xwe biparêzin lê li wan deran ku cihên siruştî zirarê dibîne, dar tên birîn an jî şewitandin, neçar dimînin. Li gor lîsteya IUCN’ê 9 cureyên margîseyan bi awayekî teqez di talûkeyê de ne, 37 cure di talûkeyê de ne, 20 cure berxetere û 35 cure jî li ber sînorê talûkeyê de ne.

Tolley û tîma wî ji 2006’an û vir de li Efrîqaya Başûr, Mozambîk, Tanzanya û Komara Demokratîk a Kongoyê 11 cureyên nû yên margîseyan kifş kirine. Profesor Tolleyê ku li Massachusettsê hatiye dinyayê, ji sala 2001’ê û vir de li ser van marîjokan lêkolînan dike û li Cape Townê di Enstîtuya Cureyên Biyolojîk a Netewî ya Efrîqaya Başûr de dixebite. Tolley dibêje; heke bi alîkariya lêkolînên genetîk cureyekî nû yê margîseyan bê dîtin mirov ji hesta  “mîna ku nivîseke zanistî dinivîse lê dê tu kes nexwîne” xilas dibe. Bi kifşeke nû mirov serkeftineke wisa bi dest dixe ku heta hetayê dê dewam bike.

Piştre vê yekê dibêje: Mirov ji aliyê din dibêje “çi xweş e” lê li aliyê din her tişt pir xerab e. Dema darên li daristanan tên birîn ew margîseyên ku xwe bi çiqlên daran girtine tên ber çavên min. “dema behsa vê yekê dike kelogirî dibe.” Dibêje: “Ez carnan difikirim ku xwezî me ew qet nedîtibana. Lewra heke ev rewş bi vî awayî dewam bike di demek nêz de dê dawî li nifşê wan were.” □

Kovara Parzemîn – Parzemîn Solutions

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply