jiyana li nav mijê
bi nependiyên xerîb
vedibêjim
şev û rojên min
di keserkûriyê de
herimîn
êş û şadiyên min
bi hev şa dibin
gewriya helbestê
di tîbûna hevokan de
qewirî
serdema xwînmij
kirasê koretariyê li bejna xwe
pêçaye
sirên temenê talanbûyî
di ferhenga aso de
berhev dikim
bilbilê baranê
li dengvedana sibehê
di awaza xwe de ker û lal e
di xewnên kovî de
porê pêlên çemên xemgîn
bi henasa bayê laleş
şe dikim
awirên xoşewista sêwî
rondikên dergûşan
dibarîne
serê xirabiyê
bi şûrê qenciyê
ditewînim
li îxaneta çaxên îsyankar
çiçikên bextewariyê
dimijim
min
li qeraxên çemê jînê
beybûnên çarenûsê
çandin
ez
ramanên qefilî
li kendalên deman
germ dikim
li şuna nefreta salên kambax
ramûsanên hezkirinê
belav dikim
tova çîçekên azadiya rengîn
di hucreya zîndanan de
direşînim
qehpikan
dest û lingên bûka şaristaniyê
bi zencîra rûreşiyê
girêdane
asîman
xwîn vedirije
bi zimanê firtoneya okyanûsên har
destana lehengên Medya
dinivisînim
ez ê
konê azadî û evîna xwe
di hembêza dilê welatê rojê de
vegirim
û kevoka aştiyê
ber bi asta çiyayên qendîlê ve
bifirînim
Xizan Şîlan
2011-02-02
Stockholm