Besam Mistefa derbarê rewşa Kerkûkê ya piştî êrişa hêzên iraqî de helbestek nivîsand û hestên xwe li ser Kerkûkê anî ziman.
Helbesta Besam Mistefa wiha ye:
Kerkûk, te ji nemerdan vedigerînim!
Ey Kerkûkê, naz û bûkê, xeml û nîşana min î
Wey pepûkê, jar û çûkê, şûr û mertala min î
Ey delalê, rû şemalê, pak û jalê tu gul î
Wey hevalê, ol û malê, nav û nîşana min î
Ey nazedarê, bûka salê, cîh û warê me Kurda
Wey şepalê, pir cemalê, Zîn û Şîrîna min î
Kerkûka min, ger tu hebî, Çîn û Maçîn ma çi ne?
Çîn û Maçîn, Hind û Yûnan, Mîd û Mîtana min î
Dil t uyî, quble tu yî, cerg û parsû û kezeb
Gurçikî, herdû pişik, laş û hem canê min î
Dîlbera min, heyv û rojî, xecxecoka ber dila
Bav û dayê, xwişk û birayê, da û dapîra min î
Wey sorgulê, pişt û milê, kotira Deşta Xeten
Baba Gurgur, Bay Hesen, neft û petrola min î
Hey çelengê, şox û şengê, Qudis û Medyaya qeşeng
Kobanî, Efrîn û Amûd, Wan û Batmana minî
Wey benazê, rist û sazê, gangiloka van cihan
Leyla Qasim, Leyla Zana, Xec û Zîlana minî
Sed Holako, Teymûr Leng, Şah û Qeyser û çewser
Qet nikarin te dagîr kin, Tîr û Keywana minî
Wey li min û vê heyamê, dem û dewrana dizan
Te ji nemerdan vedigerînim, taca ser taca minî
Besam Mistefa