07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Kereng, Qêrîn û Pepûk – Remezan Azad

Çîrok, carna dibe lehengeke dîrokî û serpêhatiya netewekî weka fîlmekê li ber çavan direşîne. Carna jî ji bo xewxweşekê dibe lorîkek û di nav devên dayîk û pîrikan de diherike, bi ber berbangê ve diçe… Lê mixabin car caran jî weka kaniya xeman, dibe sedama êşan, çavkaniya herikandina hêstêran… Ev çîroka me jî mînakek ji hevokan dawiyê ye.. Em ê niha bi vê çîrokê, bi qêrîna pepûkê hemû keser û diltengiyên xwe bi der bînin û hinekî bi hestiyar bibin..

Ji demsalan ku dibe bihar, kulîlk vedidin, dar diteqin, zevî şîn dibin û çûbûna kerengan a li hêrikan dest pê dike, mesala pepûka bextreş bêhemdî dikeve xewnan, dibe stran û bi lêv dibe.. Niha dîsa ew dem e.. Gelek caran çîroka pepûkê bi waryantên cûrbicûr hatiye vegotin û bihîstin. Em jî bi rêya cûreyek ji wan waryantanan dê qala pepûkê bikin…

Sal diborin, dem dihelin xwîşk û birayê xwe rojekê ji rojan sêwî dimînin. Hîn pirr piçûkin, bi taybetî jî kurik..Divê hinek ji wan re deriya vekin, wan bihewînin û dibin baskên germ de hînî jiyana tîrtûj bikin..Apê (mam) mirovan weka bavê mirovan e..Bi hêviyên xurt û bilind xwe li deriyê apê digirin û diçin malgerma wan…(Li vir lehenga “amojin”ê dîsa xwedî îcraatên tund e)..Roj li rojan, meh li mehan diqelibin, dem dibe demsala biharê. Amojina xwînmija xwediyê zordariyan, hebûna zarokan tehemmûl ne dikir an ne dixwast (ya ku di xwezaya wan de heye) ku ew têr têr bijîn û bilêhîzin. Tûrikan, dide ser milên wan zarokên ku nû nû zîl didin û wan dişîne berhevkirina kerengên ku li hûrikên bi qirş û stirî ne. Zarokên reben, ma wê çi bikirana ji xeynî gurêkirina (îteet) emrên amojina xwe, ma wê serî hildana bi lawazbûn û nezanbûnên xwe ve…?!.. Stûyên xwe xwar dikin û dikevin rê, bi ber ve newal û deverên bê rihm ve diçin..Bila serê we neêşê, zarok digêhêjin wir û bi bêrikên xwe kerengan berhev dikin.. Dem danê nîvro ye, hêdî hêdî rêjeya germê bilind dibe. Zarokan tûrikên xwe tijî kirine lê pirr westiyane(betilîne)..

Piştî bêhnvedana biskekî, rêka mala xwe digirin. Wexte ku dikevin nava sînorên gund, amojna zilmkar pêşiyê li wan dibire û çavên xwe li tûrikên wan digerîne, hele ka çiqas malxirabên kerengan komkirin e. Tûrikê keçikê de hin kereng hene, lê yê kurik de tu tiştek tune ye.. Ewqas bêhal ketine ku haya wan ne bi tûrik heye û ne jî bi kerengên ku ketine..Amojin li ser vê yekê di ser wan de dike qîr e wîr û dibêje: “ka yên tee?..” Kurikê reben ma wê bibêje çi?.. Keçik, dinêre ku rewş ne tu rewş e, lehenga bêbav wê zilmê li zarok bike, dikeve nava axaftinê û dibêje: “Yadê ez qurban, hîn piçûk e, zarok e, qey kereng xwarin e.” Amojin carê çav lê kur bûne, wijdan lê miçiqî ye û bi hêrsan kef bê dêv ketiye.. Gur postê xwe navêje.. Amojin hewl dide ku zikê zarokê bê guneh biqelêş e..Dibe hawara keçikê û qêrîna wê..Lê mixabin zikê lêwik tê qelaştin û zarok bi ber diyarin xweştir ve difir e. Dîsa jî jina bê wijdan nagêhêje miraza xwe..Lewre zarok di dema vegera malê de nikaribû tûrik rakira û ji erdê re xuj kiribû, hemû kereng bi wê rêyê xistibûn..Li ser vê, qêrîna keçikê bi erd û ezmanan ve diçe…”Pepûk pepûûûkk!!.” Êdî nikare bê wî bijî..Ji Xwedê dixwaze ku bibe çûçikek û ew jî bi ber ve deverên ne diyar ve baskên xwe lêxe..Xwedê, libergerîna wê ya bi dil qebûl dike û miraza wê tîne cih…

Ew êdî çûçikeke serbixwe ye. Lê mixabin her car bi dilzaran e, dema hêlîn çêkirinê, ew ji xwe re malekê ava nake û hêkên xwe dibe di hêlîneke biyanî de ber dide. Çêlikên ku ji nû ve serê xwe di hêkan de derdixin, ji aliyên xwedî malê ve dîsa dibin koçber û dîsa dimînin bê war û dîsa sêwîtî dibe bar û dîsa qêrîn bi wan dikeve…Di şînan de, bi lêvkirina dayîkên me ya “pepûûk peûûûk”ê jî ji vir tê.

Remezan Azad

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply