În , Berfanbar 14 2018
Home / Wêje / Çîrok / Kêr û Çetel

Kêr û Çetel

Mala me li gundekî Qersê bû. Rojekê dersdara gundê me nameyek da min û ez şandim Qersê. Mêrê dersdarê li Qersê karmend bû û du kurên wê jî li wir, li ba wî dixwendin.
Min ji destê dersdarê nameyek, tûrek û pereyên heqê xwe girtin. Heqê çûyina min, ez şa dikirim. Min bi eşq tûr avêt ser milê xwe, kaxez kire paşila xwe, pişta xwe qaîm girêda û berê xwe da bajêr.
Ez ku hatim nav bajêr, ez gelekî geriyam. Kesekî ew kuça mala dersdara me nîşanî min neda. Paşê ji nişkê va hate bîra min, ku dersdarê gotibû, “mala me li nêzî îstasyona otobozan e”. Çawan ku ez çûm aliyê îstasyonê, min di dest xwe de kuça wan dît.
Ez nêzîkî xaniyekî bûm, min nihêrî ku du zarok ji xwe re dilîzin.
Min dîna xwe da wan herdu kurên ku dilîstin, niqitî dilê min, ku ev kurên xanimê ne. Min kaxez dirêjî yekî kir. Wî kir gazî û got:
“Bavo, bavo ji cem diya me name hatiye.”
Ez ecêbmayî mam. Wî çawa usa zû tê derxist ku ev kaxez ji cem diya wan hatiye, wî kengê ez dîtime?
Ez hîn difikirîm, min hew nihêrî ku mêrikekî bilind û bi berçavik ji hundur derket, kaxez ji dest min girt û xwend. Zarok jî hatin dora min girtin. Wî mêrikî da pêşiya min ez birim xênî. Zarokan jî da pey me hatin û bû pistepista wan, bi hev re xeber didan. Min şerm dikir. Ez soro-moro bûm. şermbûnê ez kûvî kirim.
Paşê ez pê hesiyam, ku xanimê di wê nameyê de nivisîbû, “ê ku kaxezê tîne kurd e”. Lema ew wisa li dora min tijî bûbûn û li min dinêrîn. Kifş bû, xanimê di nameyê de nivisîbû, ku mêrê wê jê re hûr-mûr bikire. Mêrik çû bajêr ku kirîna xwe bike.
Berdestîya wan teyfikek tijî şorbe kir û li ber min danî. Kevçî, kêr û çetelek jî li teniştê danîn. Ez ecêbmayî mam. Min nizanibû ku ji bo çi ew kêr û çetel danîn ber min. Min şorbe bi kevçî xwar. Kêr û çetel jî kirin bêrîya xwe. Min got qey ew lîstokên zarokan in û wek diyarî dan min.
Berdestiya wan yeka qalind û sûretsor bû. Wê qet çavên xwe ji min nedibirîn. Wê dît, ku min çawa eşkere kêr û çetel kirin berîya xwe. Çû û ji xwediyê malê re got.
Xwedîyê malê, bi du qutîyên hesinî hat hundur û got:
“Van herdu qutîyan têke bêriya xwe.”
Wî ev yek bi qestî usa kir, ku bizanibe, ez kêr û çetelê çawa vedişêrim. Lê ez dilsax bûm. Min kêr û çetel bi serfirazî ji beriya xwe derxistin, ku ez têkim paşila xwe ku ji qutiyan re cih vala bibe.
Gava ku wî kêr û çetel dîtin, pirsî, “te çima ev kêr û çetel kirine beriya xwe?”
Min got, “çima, ma we ew diyariyê min nekirine?”
Mêrik got,”çi diyarî çi hal. Ew dane te ku tu pê xwarinê bixwî.
Hîn ev gotin di devê min û mêrik de bûn, zarok reviyan cîranan û gotin, “vî Kurdî kêr û çetela me dizîye.”
Mitbax ji cîranên wan tijî bû. Hin jinan ji hev re digot, “Kurd tev wisan diz in, qaçax in. Hele binihêr… evê piçûk hatiye vira, dîsa bê dizîyê nahewe…” Hinan jî digot, “bigrin, bikutin, paşê berdin bira here.”
Piştî van xeberan, ez bûm mîna mirovekî sûcdar. Ez soro-moro bûm. Min nizanibû ku ez çawa bersiva wan bidim. Kûrîn kete min, ez giriyam.
Di nav wan jinan de jineke Ermenî hebû. Hat nêzîkî min û dest bi pirsiyaran kir. Min zimanê Ermenî zanibû. Çawan qewimî bû min jê re got:
Jinikê dît ku rast e, min ji nezanî û nefamiya xwe ew kêr û çetel hildane. Wê ji xwediyê malê re îzeh kir. Tevan dît ku ev yeka ji nezaniya min qewimiye. Hin dikeniyan û hinan jî guneyê wan bi min dihat.
Malxuyê malê berdestî temî kir, ku çeteleke kevn bide min. Berdestî çû, du çetelên zengarî anîn ku bide min. Lê ez xeyidî bûm, min hilnedan. Malxuyê malê gelek li ber min geriya şûnde min hildan.
Min çetelên xwe kirin paşila xwe û ez ber bi gund bi rê ketim. Di rê de ez ecêbmayî mam, ew çi bû bi serê min de hat! Lê dîsan jî ew çetelên ku dabûn min, ez şa dikirim. Min di rê de çend caran çetelên xwe ji pasila xwe derxistin pê lîst û giya top kir.
Ez hatim gund. Çawa ku ez nêzîkî dersxanê bûm, min nihêrî ku dersdar û qîza wê li baxçeyê dibistanê sekinîne. Gava ku wan ez dîtim, ber bi min hatin. Min pêşî nameya mêrê wê dayê. Paşê jî min qutuyên hesinî danê. Wê name dixwend û di bin lêvan re dikeniya û paşê ji niskava bû pîrqîniya wê, keniya. Keça wê lava kir û got,”dayê tu bi çi dikenî, ji min re jî bibêje”. Dersdarê ji qîza xwe re jî mesela kêr û çetelê gilî kir. Min tûrê wê yê devnevekirî jî da wê. Wê razîbûna xwe nîşan da û min berê xwe da mala me.
Ku ez hatim nêzîkî mala me bûm, min nihêrî meriyê mala me hemû hatine ber derî. Ez tirsiyam, ji min tirê qezayek qewimiye. Diya min ber bi min hat û min jê pirsî:
-Dayê çi qewimiye?
-Qet, lawo, tiştek neqewimiye. Em li hêviya te bûn. Me digot, dibe ku tu li bajêr winda bibî.
Ew nanê ku ji min re dagirtibûn, ku ez bi rê de bixwim, min da diya xwe. Pereyên heqê riya xwe jî dirêjî bavê xwe kirin. Dê û bavê min şa bûn, ku ez bere-bere peran qezenc dikim û didime wan.

Erebê Şemo (1898-1978)
(Ji romana Berbangê)

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir