Pirtûka Kendal Ya Mehmet Akar

1-Dewlikên avê yê di du cihên cûda de kevin. Di alîyekê de Xanimê di xwîna xwe de bipengîze, di alîyê din de jî Anî. Ew çîroka li ber min hatibû nivîsîn, yê ji dû min jî bidomîne. 

 

2- Piştre bi cîranî û dostanî Xelef û Arto, dest bi avakirina mabeda însanîyetê kirin. Arto kevirek li dêrê dianî, Xelef kevirek li mizgeftê dianî. Mabeda însanîyetê dor bi dor, qor bi qor gir dibû, radibû. Piştre leşkere Roma Reş hatin û mabeda însanîyetê rûxandin. Termên Xelef û Arto li ser hevdû bûn, mîna kevirên dêr û mizgeftê.

 

3-Di destekî min de hêka pasqalyê, di yê din de bîzotê agirê newrozê heye, dimeşim ber bi zarokatiya xwe, dimeşim ber bi dîroka kevnar, dimeşim ber bi Semsûra Kor. Kesî nebînim. Kes nê pêşberî min û pêşwazîyê min nake. Hêkê pasqalyê di destê min de dişike, bîzotê agirê newrozê di canê min de tê xware. Tenê sorbûn û sorahî. Tenê berhewa û hetikandin. Tenê leylan û têkçûn.

 

4-Niha ji wan rojan de, ne rêzê mala Arto ma, ne jî dimsê wan. Niha nikarim di rêzê mala Arto de xwe veşêrim, li hevalên xwe bigerim, yan jî guşiyekî tirî bixwim. Her kes û her tişt com bû, têkçû. Valabûn û belavbûn, du peyvên rêzê mala Arto. Min roja xwe wenda kiribû. Min stêrka jîyana xwe, çavkanîya hebûna xwe, nîşanên rêya xwe wenda kiribû.

 

5-Kêfiya kesk di stûya Anîyê de, yê sor jî di stûya Xanimê de hate xware.  Her du cîran bi wan kêfiyan hatibûn, bi wan kêfiyan diçûbûn. Lê haya wan jê tune bû. Haya wan ne ji bayê felekê, ne jî ji kujerên Stenbolê hebû. Lê her ku dem dibihûrî, ba xûrt dibû, kêfiya li stûya wan behtir dihat şidandin.

 

6-Hîn jî dilê min li axa kal û pîrên min diavêje, dike pirtepirt. Fermandarên Roma Reş hatin û ferman danîbûn, li ser can û mal, cîh û war, nav û nîşan, zar û zêç, ol û baweriya me. Me nedikanî ber xwe bida, me nedikanî bitêkoşînin, me nedikanî bilivînin. Me dilê xwe di şûnê de derxist û avêt axa kal û pîran. Em çûnî û dilê min li şûna me ma. Li dû me, dilê me yî parçe parçe kona xwe yî reştarî dagirtibû. 

 

7-Xêncî di Kitêba Jîyana min de veger tune bû. Hatin û bi destên qirêj û kirêt, peyva vegerê di Kitêba Jîyana me de jê birin. Min dizanî, Xanimê jî dizanî, lê me nedikanî bilêv bikira. di navbera xelatan de diçûm û dihatim. Tenê navê gustilk û guharan hebû. Gustilka dişibe Şîrîne, guhara dişibe Narîne.

 

8-Rêwîyekî di navbera Heleb û Semsûrê de com bûme; geh navê min Arto ye, geh Xelef e. Şûşeya dilê min şikest, sîma neynika min ket, sira qedera min li ber bayê felekê ket. Ne aîdê Helebê me ne jî dikanim xwe di Semsûrê de bibînim. Qederê bi destên hişk û sert, mesûra tevna ûmrê min xav avêtibû.

 

9-Li paş min nîsan û li pêş min gulan hebû. Nîsan bi birîn bû, gulan bêcîhbûn bû. Di dilê min de her tişt diqetî, her tişt dihat qewitandin. Bîranîn dihatin çirandin, xatire dihatin firotin. Min nedizanî însan çi bû, yan jî însan dişibû çi. Bi karwana hawarê re dimeşiyam. Erd dihezî, ezman dicirifî, gerdûn dilerizî, lê însan nedilivî. Kevir bi hêsirên me nerm dibûn, lê însan nerm nedibû.

 

10-Min di çavên çûkên koçber de rêya xwe şil dikir, aqila xwe wenda dikir. Bi kevirên xeribîyê ji xwe re holikek çêkiribû, bi bivirê gurbatê ji xwe re gorek dikola. Renga axê tune bû, nava mehan tune bû, qeyda demsalan tune bû, hesaba salan tune bû. Bi çûkên koçber ve dihatim û bi çûkên koçber ve diçûm, bi wan ve dijîyam, bi wan ve dimirîyam.

 

11-Gurmista Marîyê min, hîn li ser dilê min î rezile. Xwedêgiravî bav bûm, lê aciz bûm; bav bûm, lê bêçare bûm; bav bûm, lê rezil bûm. Ez bi gurmistên xwe, bi nifirên Anîyê, bi qîrîna Marîyê ve çûm. Min cendekê bêruh û dilekî qulqulî li dû xwe hişt. Ew jî ji bo daweta keça min, diyarîya min bû.

 

12-Kendal rû didin di tarîya çavên min de. Bi hemû êş û janên xwe ve, bi hemû elem û kederên xwe ve, bi hemû xewn û xeyalên xwe ve di kendalên de xwe diavêjim jêr, diavêjim tarîyê zemên, diavêjim bexta Xwedê. Kendalên cûr bi cûr dibarin di ser min de. Kendalên mîna kuliyên berfê, kendalên mîna guleyên mirinê, kendalên mîna jîyanên roda çûyî. Min bi kendalên asê xwe digirt û berê jêr dida. Diçûm ser qedera xwe, diçûm ber kedera xwe, diçûm bin tarîya xwe.

 

13-Careke ketibûm rêyekê bêveger. Ji bo wê her ku dimeşiyam bi rêhevalên xwe ve, bi bêbextên xwe ve, min zarokekî xwe binax dikir di her gava xwe de, parçeyekî xwe dû xwe dihişt di rêça xwe de. Armanûş, Hranûş, Nora, Dîkran, Garo, Hagop, Hrant çend nav bûn.

 

14-Li her derê bêhna baranê heye, li her derê bêhna mirinê difire. Baran dibare, tarî dikeve erdê. Baran dibare, her der tijî cesed dibe. Baran dibare, ez berîya welata xwe dikim. Dinê ne mîna berê bû. Însan di fanûsa çavên min de vemirî bû. Pergala hebûna min qetiyabû, mêzîna îzana min tevlîhev bûbû. Baranekê reş û tarî, baranekê xembar û xedar, baranekê har û sar dibarîbû.

 

15-Qulingno! Min jî bi xwe re bibin. Min li van deran bermedin. Xêncî li van deran tenê zilm û zordarî, mirin û kuştin, talankirin û wêrankirin, têkçûn û wêrbûn heye. Xwezî ez jî tevê refa we bûbûmiya, min her tişt û her kes jibîr bikira. Min bigota ew tenê xewnereşkek bû, min dit û çû. Piştre bi we re firiyama, di dilê min de Anîya min, zarokên min, gundê min.

 

16-Bigirî keça min, bigirî. Kesî me nemaye li we dinyayê malkambax. Reşên xwe bişidine, gora me bi destên xwe bikola. Rojeke were mezelê Kolika Kevnê jî jibîr bibe. Rojeke were Çemê Mezinê jî bimiçiqe. Rojeke were dewr û dewrana wana jî hilweşe. Bigirî keça min, bigirî. Tim bi reşdemsalên neviyên xwe, hêsirên xwe bimalîne.

 

17-Çavên min ên xemgîn, çavên min ên bengîn, çavên min ên baranî, di rêya dê û bavê min de mabûn. Ji çûyîna wan şûnde, bi kwîrî, bi hêsirî, bi hesîrî vegeriyam hundirê xwe. Ewil navê min guherandin: Marî kirin Meryem. Piştre olê min guherandin: Xaçperest bûm, ez kirim Misilman. Lê hîn kwîr im, çavên min di rêya dê û bavê min de çûn û careke din jî venegeriyan.

 

Faik ÖCAL

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply