Kêmxewî bandorê li ser dil dike

Kêmbûn û ne rêkûpêkiya xewê, tansiyona xwînê bilind dike û egera derketina sistbûna dil sê caran zêdetir dike.

Li çend zanîngehên welatên Skandinavyayê pisporên tendirustiyê ji bo dema 11 salan lêkolîn li ser şêwaza xewê ya 50 hezar jin û mêran û pêwendiya xewa wan bi saxlemiya dil û damarên xwînê kir. Lêkolîn bi taybetî li ser ven sê mijaran hat kirin: raketina bizehmet, piç piçiya raketinê û hestkirina bi westandinê di dema ji xew rabûnê de. Encama lêkolînê şîret dide her kesî ku heta derengî şevê nemînin.

Ew kesên ku car caran hest bi pirsgirêkekê ji van dikin, egera nexweşketina wan bi sistbûna dil ji sedî 5 zêde dibe. Ew kesên ku gellek caran hest bi pirsgirêkekê ji van dikin egera nexweşketina wan ji sedî 14 ye, lê ewên ku hertim hest bi van nîşanan dikin egera nexweşketina wan bi sistbûna dil sê caran ji yê din zêdetir e.

Xewnehatin dibe sedem ku hinek hormon di laşê mirov de bilivin û zexta xwînê jî bilindtir bibe. Ew teptepa dil jî ku mirov di dema kêmxewiyê de hest pê dike encama wê ye. Hormona zextê asta kulbûnê di laş de zêde dike û tibaba hormona `catecholamine` zêde dike, ku rola wê di nexweşketina dil de heye.

Çareseriya wê jî xeweke baş e, lewma pispor ev xal destnîşan dikin:

Tevger: Nîv demjimêrê beriya xewê xwe aram bike û ji çalakiyê dûr bikeve. Di wê demê de dev ji televizyon, komputer û amrazên dijîtal berde, ji ber ku ew xewê li mirov diherimînin. Bernameyeke xewê ji xwe re deyne. Her şev di heman demê de raze û sibehan jî di demeke taybet de ji xew rabe.

Jîngeha razanê: Bila odeya xewê bêdeng, tarî û hênik be.

Xwarin: Ji 6-8 demjimêran beriya xewê vexwarinên ku kafein di wan de heye venexwe, wek qehwe, çay, kakao û htd.

Spor: Ger bi roj tu newestiyayî bî, bi şev bi hêsanî xewa te nayê, lewma birêveçûna bi piyan sporeke baş e ji bo rêkxistina xewê.

http://rudaw.net

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply