Kêmmiletekî Ecêb!

Tirk kêmmiletekî – anku kêmneteweyekî- ecêb in. Tirk mîlet nîn in, kêmmilet in, yani ekaliyetin. Li Tirkiyê wek hejmar ji kurdan, lazan û rumên yunanî kêmtirrînin. Tirk bi xwe desthilatdar nîn in, li ser hikum nîn in. Yanê dewlet û îqtîdar a wan nîn e, lê li ser navê wan e. Kesên ‘devşîrme’ yê ku bi eslê xwe ne tirk in, lê ji tirkan pirtir tirkîtî dikin li ser hikum in. Piraniya wan kesan -kesên desthilatdar- jî ”devşîrmê” balkan in, boşnak in, pomak in, yoxoslav in, mekedonî ne, rumelî ne, arnawid in, rum in, ereb in, gurcî ne, laz in, çerkez in û kurd in.

 

Tirkmenên ku asil tirk in, feqîr in, belengaz in, reben in. Bê çand û bêwêje ne, nezan û paşvemayî ne. Di dîroka komara Tirkiyê de we dîtiye ku tirkmenekî bûye serokkomar, serokwezîr û serokê artêşê? Na. Yên ku bûne, kesên ”devşîrme’‘ yên ji miletên din in. Mistefa Kemal bi xwe jî tirk nîn e. Ji Rumelîyê ye. Hinek dibêjin rum e, hinek dibêjin arnawid e. Hinek jî dibêjin diya wî di sefareta Almanan de qewraş bû, bi karmendekî alman re zinya kiriye û Mistefa Kemal çê bûye. Yanê Alî Rîza bavê wî nîn e. Ji xwe ew piştê mirina Elî Rîza ji diya xwe bûye. Loma jî li gorê vê îdîayê dibêjin diya wî rum e û bavê wî Alman e. Ji xwe beşn û bala wî jî qet naşibe tirkên asyayî, anku tirkmenan. Mistefa Kemal mirovekî porzer û çav şîn bûye. Nazim Hîkmet jî li ser wî helbest nivîsiye û gotiye  ”Mavî Gozlu Dev – Dêwê çavşîn-” Nazim Hîkmet jî bi eslê xwe mihacirê polonî ye.

 

Sefareta Swêdê ya Îzmîrê jî beyan da ku bi navê tirk mîletekî tune ye. Navê wan ê eslî tirkmene û ew jî wek hejmar hindikin. Di eslê xwe de rast e. Belê, bi navê tirk miletekî tune, tirkmen hene, lê hinek dîroknivîserên nîjadperest temamê dinê kirin tirk. Zimanekî tirkî ê bi rêk û pêk tune, bi navê ”Guneş Dil Teorisi” zimanê tirkî kirin serkanîya hemû zimanan. Halbûkî heger peyvên farisî, erebî, kurdî, rumî, ermenî û hwd ji tirkî bê derxistin, zimanekî lawaz û gelek qels li holê dimîne. (Ez bi xwe zimanzan nîn im, lê zimanzanên kurd weha dibêjin. Zimanzanên farisan jî dibêjin çi peyvên me yên xweşik hene tirkan dizîye û kiriye malê xwe.)

 

Hinek kes – bi eslê xwe tirkmen in an nîn in, ez nizanim lê xwe tirk dihesibînin- hinek tişt pêk tînin, mirov ji xwe re diheyire, di wan de ecêb dimîne. Niha wan tiştên ku ew dikin, min û Evdile Koçer bikirana, kî dizane dê kurdan ji bo me çi bigotana? (Evdile Koçer, ne wisan e? Bi Xwedê dê tufan li ser serê min û te rakirana.)

 

Ez niha çend mînak bidim: Li Almanyayê hinekan bi navê ”Eşek yan jî Eşekler Dernegi” komeleyek damezrandin. Li Tirkiyê kovarek derxistin navê wê ”VS…VS…” bû û amblema wê ”bizin” bû. Çend sal berê bi navê ”Gergedan” kovarek derxistin. Ev çend sal e ku li Stenbolê bi navê ”Okuz” -yanê ”Ga” – kovar derdixin û ev kovar weşana xwe hêj jî didomîne. Ji bo van pêkanînên wan tu kesekî jî ji wan re tiştek negot.

 

Kovara ”Okuz” anku ”Ga ”sî hezar tê firotin. Tu kovar an rojnameyek kurdî yan jî yên kurdan sî hezar nehatiye firotin. Tirkên netirk ku di nav wan de kurd jî hene, li ”ga”yên xwe jî xwedî derdikevin, lê kurdên me li ”bieqil ”û ”eqilmendên” xwe, li ”deng”ê xwe, ”gul” û ”gulistanên ” xwe, li ”war” û ”pelînên” xwe, li ”jiyan” û ”rewşen” ên xwe xwedî dernakevin û derneketin.

 

Ji dema Osmanîyan a dawîn û di dema komara cumhurî de, li Tirkiyê li ser navê tirkîtîyê, kesên ne tirk ji civakên netirk civakeke ucube pêk hanîn. Wan xist heş û eqilê civakê û bi wan dan qebûlkirin ku; dewlet her tişt e, civak ne titişt e. Padîşah û paşê jî serokkomar mezin e, her tişt e, civak ”qul” e, ahalî ye, tebaa ye. Di nav vê civaka ucube de -ku ji gelek miletên rengo reng pêk hatiye- kulturek wisan pêk anîn ku; jin bi mêrê xwe re sadiq e, pêve girêdayî ye, bê xebera mêrî tiştek nake. Mêr û jin, anku civak bi dewletê ve girêdayî ye. Dewlet çi bike, çi xirabî pêk bîne jî, civak qebûl dike, dengê xwe nake, li hemberê dewletê dernakeve. Ev tişt jî bûye sedem ku civakeke xirfandî pêk hatiye. Nivîskar Ezîz Nesîn ji bo ku vê rewşa civakî dîtibû, di beyanekî xwe de got ”Ji sedî nodê tirkan xêfik in. ” Yanê kêmeqil in. Çi heyf ku em kurd ji alî van xêfikan ve têne îdarekirin.

 

Nebû! Min xwest ku ez wek şêweya Evdile Koçer nivîsekî mîzahî binivîsim, lê ez ji heq derneketim. Van babetên ku min behs kir, heger Evdile Koçer ê mîzahvan binivîsîyana dê hîn baştir û xweştir binivîsandana û we xwendevanan bidana kenînê û fikrandinê. Mîzah mirov tenê nade kenînê, dide fikrandinê jî.

 

Ev jî xuya dike ku, nivîsên mîzahî nivîsîn, karê herkesî nîn e. Her yê ku bixwaze -yên wek min – nikare nivîsên mîzahî, anku pêkenok binivîse. Loma jî divê em xwendevanên kurd qîmet û rûmeteke giranbiha bidin nivîsên Evdile Koçer, Mehmûd Lewendî û kesên wek wan ku bi westatî nivîsên mîzahî dinivîsin. Divê em wan pîroz bikin û ji wan re spas bikin ku bi nivîsên xwe yên mîzahî hem me didin kenînê û hem jî me didin fikrandinê.

 

Ez bi xwe bi dilxweşî nivîsên Evdile Koçer, Mahmûd Lewendî û yên wek wan ku nivîsên mîzahî dinivîsin, dixwînim. Çi kovarên kurdî yên mîzahî derketin, min kirî û xwend. Li Ewropayê kovarên mîzahî ”Mîrkût” , ”Îsot” û ”Zengil ”derketin, min hemû hejmarên wan xwend. Li Stenbolê kovara ”Tewlo” û paşê jî ”Pîne” derketin, min gelek hejmarên wan jî xwend.

 

Kovar û nivîsên mîzahî ji derd, kul û keleman re, ji êş û nexweşîyê re wek derman in. Dema serê we êşa, kovarek an nivîsek mîzahî bixwînin, bikenin, dê êşa serê we bisekine, hûn ê rehet bibin.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply