În , 25 Îlon. 2020

Kembera Xwe Zêde Neguvişin!

Li gor lêkolîna li Îskoçyayê hate kirin kesên qelew di kembera xwe de kulikekê zêde berdin ji bo tenduristiya wan dê baştir bibe. Çimkî guvaştina kenberê dibe sedema kansêra gewrî û kirkirokê ye.

Piştî lêkolîna ku li Zanîngeha Glasgowa li Îskoçyayê ya ku  Kenneth McColl û tîma wî kirî hat gotin ku ger kember piçek fireh bê girêdan qeyrana kansêra gewrî û kirkirokê dê kêmtir bibe.

Di lêkolînê de piştî xwarinê asîda hezmê ya kesên di diyetê de hat pêvandin.  

Lêkolîneran encamên kesên kembera xwe diguvişin û yê ku naguvişin dane berhev.   Bi taybetî kesên qelew dema ku ku kembera xwe diguvişin asîda hezmê ber bi kirkirokê dikeve rê.

Zanyar dibêjin asîda hezmê dema ku dikeve qewrî û kirkirokê dibe sedema kansêre.

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Rêjeya Zêrîn û Estetîk

Tiştê rûyê mirovekî xweşik dike çi ye gelo? Cîldekî xweşik? Çaven mezin ? Bişirîneke xweş? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.