Kêm razan 4,5 qat zêdetir nexweş dike

Mirovên kêm radizên 4-4,5 qat zêdetir nexweş dikevin

Di roja îro de gelek mirov pesnê xwe didin ku kêm radizên û gelekî dixebitin. Lê belê li gorî lêkolîneke nû, mirovên kêm radikevin, li gorî yên din herî kêm 4 qatan zêdetir nexweş dikevin.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Zanîngeha Kalîforniyayê ve hat kirin û li kovara Sleep hat weşandin, pirsgirêka xewê, ji cixare, alkol, stres û xwedîkirinê bêhtir rê li ber nexweşiyan vedike.

Di lêkolîna ji aliyê zanyar Arîc Prather û ekîba wî ve hat meşandin de, şêweyê jiyanê yê 164 mirovên gewre hat lêkoşînkirin. Di lêkolînê de van kesan, li ser tebîetên xwe yên alkol, cixare, xwarin, asta stresê û dema raketinê, bersiv dan pirsan.

Li otelekê, vîrûsa grîpê ji van hemû kesên tevlî lêkolînê bûn hat dayîn û piştî hefteyekê mînakên sekresyonê ji bêvila wan hat girtin.

Li gorî encamên lêkolînê, di nava mirovên kêm radizên de asta rîska grîp û sermayê, ji ya mirovên alkolê vedixwin an jî neçê xwarinê dixwin, zêdetir e.

Her wiha derket holê ku rîska mirovekî rojê 6 saetan radizê ji ya mirovekî 7 saetan radizê 4,2 qatan zêde ye. Di nava mirovên rojane kêmî 5 saetan radizên de ev rêje 4,5 qatan zêdetir e.

Rêveberê lêkolînê Arîc Prather diyar kir ku bêxewî ji hemû faktorên din ên weke alkol, cixare, stres û neçê xwarinê, bêhtir ji bo nexweşiyan bi bandor e.

Prather bibîr xist ku di roja îro de mirov pesnê xwe didin ku kêm radizên û gelekî dixebitin û destnîşan kir ku li ser girîngiya xewê ji bo tenduristiyê, pêwîstî bi hîn bêhtir lêkolînan heye.

Derbar Çand Name

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply