KELEHA KURDAN (Hisn’ul Ekrad) – Himis/Sûrî

Awireke Dîrokî Li Ser Rojavayê Kurdistanê I

Ji Mîtanîyan Heta Mirdêsîyan Ber Bi Serdema Me Ve

Xerzî Xerzan

Wekî ku tê zanîn û li seranserê dinyayê jî weha tê pêjirandin, Mezopotamya dergûşa şaristanîtîyan e û di warê zanistê de peyitandî ye ku mirovahî li navenda Mezopotamyayê, anku li Hîvika Zêrîn dest bi çalakîyên xwe yên serdema neolîtîk kiriye. Ajal cara yekem li vir hatine kedîkirin, çandinî li vê axê dest pê kiriye, gundên yekem ên ku mirov bi awayekî hevpar li wan jîyane li vir hatine avakirin û di van salên dawîn de, li gel keşfa bêhempa ya Perestgeha Xerabreşkê, êdî em baş dizanin ku dîroka olan, hebandina Xweda -Xwedayan  û rêbazên olî yên yekem, berî 11 hezar salî dîsa li vir û ji hêla mirovên Hîvika Zêrîn ve hatine destpêkirin. Dîsa hêjayî gotinê ye ku Çanda Helefê ya ku bingeha şaristanîtî û kultura mirovên vê herêmê ava kiriye jî, îcar di navenda Hîvika Zêrîn de, anku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û ji vê herêmê li seranserê Mezopotamyayê belav bûye. Hîvika Zêrîn bi taybetmendîyeke xwe ya din jî tê zanîn; ew jî ev e ku mirovahî cara yekem li vir xwe birêxistin kiriye û hîmê civakbûnê dîsa li vir danîye. Perestgeha Xerabreşkê li Rihayê û Çanda Helefê li Girê Helefê ê Serê Kanîyê hatine dîtin û ev hemû piştrast dikin ku navenda çand û şaristanîtîyê, anku navenda Hîvika Zêrîn jî, Rojavayê Kurdistanê û her weha qeraxên bakurê Tîjle û Feratê bixwe ye. Bi gotineke din, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku navend û dergûşa şaristanîtîyê Mezopotamya ye, navenda Mezopotamyayê jî  Hîvika Zêrîn e û navenda Hîvika Zêrîn jî li gel destketîyên zanistî yên nû, Rojavayê Kurdistanê û bakurê Tîjle û Feratê ye. Dibe ku ev têz xwedî angaşteke mezin be lêbelê kolanên dawîn û keşfên nûjen vê yekê bi hemû daneyên xwe ve piştrast dikin.

Daxistina dosyayê wekî PDF

Piştî serdema neolîtîk û pêvajoya Çanda Helefê li Kurdistanê, di hezarsala çaremîn de pêvajoyeke nû ji hêla Xorrîdan (Horrîyan), ên ku wekî proto-Kurd  (pêşîyên Kurdan) tên pênasekirin, dest pê dike. Xorrîd ne wekî êl, netewe yan jî dewlet, lê divê wekî navê rêxistinbûyînek-şaristanîtîyekê bê zanîn. Ji lew re piçûk û mezin, bi dehan rêxistin û birêveberîyên bajarî, padîşahîyên mezin ava kirine. Hatiye piştrastkirin ku hemû neteweyên sîstemên Çîyayên Toros û Zagrosan di bin bandora çanda Xorrîdan de mane û heta vêgavê jî ziman û şaristanîtîya Xorrîdan di nav çanda van netewe û gelan de dijî.

Otorîteyên navdar, navê Xorrîdan bi zimanê Sumeran ve girê didin. Xorr, Hor, Kur an jî Ur di zimanê Sumeran de wateya bilindahî, çîya yan jî gir dide. Di Kurdîya nûjen de ev peyv wekî “Jor”ê tê bilêvkirin. Xor-rî maneya kesê ku ji bilindahîyê ve tê dide, an ku kesê çîyayî ye. Li vir divê bê gotin ku hemû şaristanîtîyên Mezopotamyaya Jêrîn – başûr, neteweyên Mezopotamyaya Jorîn – bakûr, anku gelên Kurdistana îroyîn, wekî “Xor-rî, Kur-tî, Ko-tî yan jî Gu-tî” hatine binavkirin. Ev her çar gotin jî hemwate ne û dîsa wateya “çiyayî” yan jî “jorî” didin.

Sedema vê yekê ew e ku ev neteweyên “jorî” ji bilindahîyên Toros, Zagros û Kavkasan ber bi jêr ve, ji bakurê Mezopotamyayê ber bi başûrê Mezopotamyayê ve dihatin. Lê sedema herikîna ber bi jêr ve ne dagirkirin, lê xweparastin bû. Ji lew re gelek êrîşên Sumer, Asûr û Akadan ber bi bakur ve dibûn û ev dewletên koledar dem bi dem ji bo koleyên nû bi dest bixin û erd û axa Xorrîdan dagir bikin, berê xwe dida gelên jorîn, anku Xorrî û Gutîyan. Ev neteweyên çîyayî jî, ji bo xweparastinê li ber xwe dida. Dikare bê gotin ku ev êlên Xorrîd di destpêkê de bi awayêbirêxistinîya eşîrtîyê dijîyan û wan dem bi dem xwe bi rê xistin dikir û li hemberî dewletên koledar û mêtinger ên başûrê Mezopotamyayê bi hevkarî şer dikir.  Zimanê van êlan ji hêla cîranên wan ve wekî “Xorrî” dihat zanîn, ev ziman bi hevkarîya zimanên Kavkasî û Arî pêk dihat. Ji lew re, beşek ji Xorrîdan ji Kavkasan ber bi Mezopotamyaya Jorîn û Zagrosan ve berjêr bûne û bi Xorrîdên Toros û Zagrosan re yekîtîya xwe ava kiriye.

Ji ber vê yekîtîya zexim û xurt, gelek dewlet û padîşahî ava kirine, her weha dîsa yekîneya xwe li gel qewmên Arî wekî Mîtanîyan pêk anîne û rêxistinên bihêz û domînant jî li ser axa Kurdistanê damezirandine.

Konfederasyonên Sobarî, Gûtî, Xorrî-Mîtanî, Naîrî, Ûrartû û Med wekî mînak dikarin bên nîşandayîn. Gelek nîqaş li ser zimanê Xorrî tên kirin lê dîsa divê bê gotin ku Xorrî şaristanîtîyeke berfireh, kozmopolît û homojen e, ji ber vê yekê dem bi dem anegorî êlê desthilatdar zimanê wan jî rojane dibe, diguhere û li gel dewlemendîyên xwezayî yên dîrokê, xwe nû û zengîn dike.

Divê bi hêsanî bê gotin ku çanda Arî her tim bandora xwe xweş nîşan dide û di pêvajoya dîrokê de jî eşkere ye ku di dawîn de çanda hemû Xorrîdan di nav çanda Arî û ziman û zaravayên Xorrî jî di nav zimanên Arî de dihelin. Ev demajoyeke dûrûdirêj a bi hezaran salan e. Di encamê de etnosîya (neteweya) Kurd a îroyîn li gel zengînbûn û zêdekirinan pêk tê û ava dibe.

Gelên desthilatdar ên dema  xwe, wekî Gutî, Lulu, Kasî, Mîtanî, Naîrî, Ûrartû û Medan dipeyitînin ku çanda Arî ji hemû çandên din zeximtir û eşkeretir bandora xwe nîşan dide. Rewşa zimanê Kurdî û zaraveyên vî zimanî û her weha çanda Arî û bawerîyên wê yên ku vê gavê jî di nav gelê Kurd de zindî ne, piştrastkirina vê têzê ye.

Serdema Mîtanîyan li Rojavayê Kurdistanê(1500-1270 B.Z.)

Li jor tê piştrastkirin ku Xorrîd ji destpêka dîrokê ve anku ji demên neolîtîk heta dema me ya îroyîn, li Kurdistanê bi cih in û ji tu deverê  ber bi Kurdistanê ve nehatine. Bi gotineke rasttir gelê xwecih û resen ê Kurdistanê Xorrîd in û bi navên curbicur di her çar hêlên Kurdistanê de rêxistin û konfederasyonên bihêz û birêkûpêk ava kirine. Yek ji van  rêxistinan jî Mîtanî ye û li bakur û rojavayê Kurdistanê ava bûye. Lê bi taybetî li erdnîgarîya îroyîn a Rojavayê Kurdistanê… Em ê li vir serdema Mîtanîyan a li Rojavayê binirxînin. Derûdora berî zayînê bi 1500 salî, qewmên Xorrîd ji ber êrîşên Hattî(Hîtît), Misirê  û Asûran hêzên xwe yên ewil winda kiribûn û dîsa wekî dewletên bajarî, êl û eşîrî dijîyan. Anegorî hin dîroknasan, Mîtanî yek ji şaxên gelê Sobarî yan jî Kasî bûn. Êl û eşîrên Xorrîd û Arî dan hev, berhev kirin û rêxistineke bihêz û mezin ava kirin. Di pêşî de navê wan wekî Xorrî-Mîtanî hatiye nivîsîn lê piştî demeke kin, bi tenê wekî Mîtanî hatiye tomarkirin. Sedema vê jî ev e ku, anegorî lêkolînan, Mîtanî ne navê gel bû, lê navê malbat-eşîra desthilatdar a rêxistinê bû. Mîtanî nijadArî ne û ev taybetmendîya wan jî hatiye destnîşankirin.

Mîtanî rêxistina yekem e ku çanda Arî di desthilatdarîya rêxistinê de xweş xuya dike û bandora xwe nîşan dide. Êla desthilatdar cara yekem e ku nijadArî ye û îcar êlên Xorrîd/Sobarî li hawirdora vê desthilatdarîyê kom bûne. Navenda Mîtanîyan derûdora Mêrdîn, Nisêbîn, Amed, Riha, Serê Kanîyê, Minbic, Heleb û Şehbayê ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peyetexta wan “Waşûkanî” ye. Waşûkanî di Kurdîya îroyîn de wateya Başkanî,  Xweşkanî, Weşkanî, an ku kanîya xweş û baş dide. Dîsa anegorî lêkolînên dawîn, hatiye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê erdnîgarîya îroyîn a Serê Kanîyê de ava bûye. Girê Helefê yê dîrokî jî nêzî vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexim di navbera Çanda Helefê, Perestgeha Xerabreşkê û Mîtanîyan de heye. Mîtanî xwedî bawerîyên kevin ên Arîyanî ne û di peyam û nameyan wan ên ku hatine dîtin de, navên Xwedayên bawerîyên wan ên kevnar hatine xwendin û ew nav navên Xweda û ferîşteyên bawerîyên çanda Arî ne. Her weha navên keyên wan jî bi zimanê Arî ne. Ev tev piştrast dikin ku Mîtanî yek jî êlên proto-Kurd in û dîsa li hemberî dewletên koledar ên wekî Misirî û Asûr têkoşîyane. Dewletên mezin ên wê demê yên Misirî, Hattî û Asûran bûn. Şerê wan li gel Asûran û Hattîyan pir bûn lê li gel Misirê pêwendîyên baş û aştîyane danîbûn. Keybanûyên Misirê yên binavûdeng ên wekî Nefertîtî û Nefertarî bi esilê xwe dotên keyên Mîtanî bûn. Mîtanî yekem rêxistin û birêveberîya êlên Arî ya berfireh e. Her çi qas wekî Medan bibandor nebûne jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku êlên Arî cara yekem li bin sîwana Mîtanîyan wekî konfederasyonekê kom bûne. Malbata desthilatdar Arî ye û her weha xelkên girêdayî jî bi piranî Arî ne. Ji Zagrosan heta Toros û Amanosan desthilatdar bûn û wekî Sobarîyan di warê hespajotinê an ku siwarîyê de bi pêş ketibûn. Di warê hesinkarîyê de jî bi pêş ve çûbûn. Hattîyan (Hîtît)hesinkarîya wan mînak girtibû. Misirî jî ji Mîtanîyan fêr bûn ku erebeyên şer ên ku bi hespan dihatin ajotin çêkin. Ji derûdora salên 1500yî heta derûdora salên 1270yî yênB.Z, wan nêzî 250 salan hikim kiriye û di dawîn de ji hêla Asûran ve hatin têkbirin. Asûran Mîtan wekî “Xanîbalgat” û Misirî jî wan wekî “Naîrî” an ku xelkê çeman bi nav dikirin. Piştî rûxandina wan, îcar wan jîyana xwe bi navê Naîrîyan li ser axa xwe ya kevnar domand…

Piştî rûxandina rêxistina Mîtanî, îcar êl û hozên Xorrî û Mîtanî ji hev belav bûn û heta dema Xaltî (Ûrartû) û Medan carinan birêxistinbûyî û carinan jî jihevbelavbûyî jîyana xwe domand. Ev pêvajoyeke nebaş û dijwar bû. Wan bi navê “Naîrî”yan hewl dida ku xwe bidin hev lê hêzên li hemberî wan gelekî dijwar bûn û bi taybetî Asûran weha kiribû ku ji ber bêderfetîyê gelek êl û eşîrên Xorrî-Mîtanî ber bi jortir ve, an ku ber bi çîyayên asê yên wekî Toros û Zagrosan ve kişîyan. Li wir di pêşî de wan konfederasyona Ûrartû, di pişt re jî rêxistina gewre, Konfederasyona eşîran a Med ava kirin û dawî li desthilatdarîya koledar a Asûran anî. Di mîtolojîya gelê Kurd û zargotina wî de, Destana Kawa û Newrozê, ev biserketin bi gelek cureyan gihandiye roja me. Lê piştî demeke kin (wekî 150 salan) desthilatdarîya Medan bi destê xwarzîyên wan Farisan guherî û gihaşte Akamenîdên Faris. Astîyagê keyê dawîn ê Medan heta şerê li gel farisan 35 sal hikim kir. Bi vî şerî, ê ku di derûdora sala 550yî ya B.Z. de pêk hat, desthilatdarîya Medan piştî derûdora 150 salan rûxîya û gihaşt Persan. Ev yek, divê wekî guherîna desthilatdarîya Xorrî-Mîtanîyan ber bi Xaltan (Ûrartû) ve, ji Xaltan  ber bi Medan ve û di dawîn de ber bi Farisan ve bê xwendin. Ji lew re, çawa ku Xaltan(Ûrartû) desthilatdarî radestî Medan kir, Medan jî radestî Farisan kir. Di koka xwe de, ev guherîn, guherîna desthilatdarîya gelên Arî ye. Ev rewş ji navê “Împeratorîya Med-Pers” xweş xuya dibe, ji lew re bavê dîrokê Herodot ew rêxistin wisa pênase kiriye. Herodot di gelek cihan de Kurojê nevîyê Astîyag û keyê yekem ê Farisan wek “Qiralê Medan” bi nav dike û dinivîse.

Faris li ser şaristanîtîya Medan rûniştin, wan ev şaristanîtî bi pêş ve bir, satrabîyên Akamenîd (navê Dewleta Farisan a yekem) ava kir. Ew ji Ava Halîsesê, a ku sînorekî xwezayî yê di navbera rojhilat û rojava de bû, derbas bûn û rêxistinbûyîneke biserketîtir pêk anî. Bi vê yekê “Împeratorîya Med-Persan” berfirehtir û bihêztir bû. Bi tenê desthilatdarî dest guherand. Ev rastîyên dîrokî ji hêla bavê dîrokê Herodot ve yek bi yek hatine nivîsîn. Piştî Akamenîdan, îcar Part û piştî wan jî Sasanî li ser axa Kurdistanê desthilatdar bûn. Dîsa Kurdan xwe spart çîyayên xwe yên asê. Dem bi dem di rêya rêxistinên piçûk û lawaz re,ên wekî Kardûxan, Adîabene, Komagene, Sofên û Kordîyon, derketin meydanê lê her carê bindestên Faris an jî Romîyan bûn û di dawîn de ji hêla wan dewletên bihêz û gewre ve ji holê hatin rakirin.

Heta dema hatina Îslamê rewşê weha dewam kir û bi rêzê, desthilatdarîya Umewî û paşê jî Ebasî û Fatimîyan li Kurdistanê cih girt. Artêşên Ereb ji başûr ve dest bi êrîş û dagirkirin kir û di demajoya dîrokê de gelên Arî, di serî de gelê Kurd, hêdî hêdî tev li olaMisilmanîyê bûn û serdemeke nû li Kurdistanê dest pê kir. Helbet guherînên dîrokî li Rojavayê Kurdistanê jî pêk hatin. Kurdên ku ji dema Xorrî-Mîtanî û Medan ve li ser axa xwe ya kevnar bûn, bi faktoreke din re rûlirû man. Bi taybetî Kurdên herêma Cizîr, Riha, Serê Kanîyê, Minbic, Şehba, Efrîn û Çîyayên Kurmênc xwe li gor mercên nû amade kir û pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji lew re artêşên Ereb ketibûn şûna Sasanîyan, oleke nû bi xwe re anîbû û trajedîya herî mezin ew bû ku Kurd dîsa di navbera her du hêzên dijwar de asê mabûn. Ji Rojava û bakur ve artêşên Romîyan, ji başûr û Rojhilat ve artêşên Ereban dihatin û bi taybetî bakurê Tîjle û Feratê bûbû qada şerê herî dijwar. Anku Rojavayê Kurdistanê ji Cizîrê heta Efrînê bûbû sînorê her du dewletên gewre û pêvajoya şerê nû yê desthilatdarîyê dest pê kiribû. Şer li derûdora Çîyayên Kurmênc, Heleb, Bab û Minbicê (bi zimanê Romî Hîerapolîs) germ dibû û Kurdên wê herêmê di navbera her du hêzan de dihatin perçiqandin. Ferat wekî sînorekî xwezayî hatibû xêzkirin û heta destpêka sedsala 11an a piştî Zayînê rewşê weha dewam kir. Di destpêka sedsala 11an de rêxistin an jî bi gotineke rasttir mîrnişînîyeke Kurd a nû li beşekî girîng ê Rojavayê Kurdistanê derkete meydanê û hemû Kurdên wê herêmê di bin sîwanekê de kom kirin. Navê wê mirnîşînîyê, a ku li rojavayê Feratê hatibû damezirandin, “MIRDÊSΔ bû…

Serdema Mirdêsîyan li Rojavayê Kurdistanê (1015-1080)

Di nîveka sedsala 10emîn a Zayînê de, Xîlafeta Ebasî wekî berê ew çend ne bihêz bû û ji ber vê yekê li ser erdnîgarîya desthilatdarîya wê, piçûk û mezin, gelek mîrekî, sazî û rêxistinên nîvserbixwe û heta dewletên serbixwe ava bûbûn. Xîlefeteke din jî bi navê Fatimî li Misirê hatibû ragihandin û êdî du otorîte li ser erdnîgarîya Îslamê peyda bûbûn. Li hemberî Fatimîyan jî mîrekî û dewletên piçûk rû dabû. Yek ji wan mîrekîyan jî Mîrnişînîya Mirdêsîyan bû, a ku di navbera salên 1015 û 1080yî de li Helebê (navend û peytexta wan bû), Minbic, herêma Şehbayê, Bab, Ezez, Cerablûs, Çîyayên Kurmênc, Efrîn û derûdora heta bi Reqayê  anku ji rojavayê Ava Feratê heta bi Deryaya Spî (beşek ji Rojavayê Kurdistanê) ava bûbû. Damezirêner Salihê Mirdêsî ye û hemû bûyernivîsên Îslamî, ew, navê wî û dewleta ku ava kiriye nivîsîne. Lê kok û binyata wî, makewelatê wî bi rastî tomar nekirine. Hemû bûyernivîsan heman agahî nivîsîne û helbet hevû din dubare kirine ku Salihê Mirdêsî serokê Benî Kilaban (kurên Kilaban) e û hew. Wekî ku tê zanîn kurên Kilaban an ku Benî Kilaban êleke Ereban a bihêz û şervan e. Di rastîya xwe de revend in û wekî şervan di artêşa Mirdêsîyan de cih girtine, lê damezirenerê vê dewletê, Mirdêsîyên Kurd in, ên ku di sedsala 10emîn de ji Hekarîyê koçî derûdora Helebê kiriye û wan bi hevkarî û yekîneya li gel Kurdên dûhatîyên Mîtanîyan -ku ji mêj ve li vê deverê bûn- rêxistineke birêkupêk ava kiriye û li hemberî  Fatimî, Romî û di dawîn de jî li dijî Selçukîyan têkoşîyane, erdên xwe parastine  û ev rastî xwe di hemû şaxan de nîşan dide.

Mixabin ku lêkolînên der barê Mirdêsîyan de gelekî kêm mane, bi taybetî Kurdbûyîna wan bi hêjayî nehatiye nivîsîn an jî nirxandin. Bi tenê navê damezirênerê dewletê û nasnavê wî hatine destnîşankirin. Salihê Mirdêsî û hew… Ev rûdan, di meseleya Eyûbîyan de jî heman rewşê tîne bîra me, ji lew re heta berî deh pazdeh salan Kurdbûyîna Selahedînê Eyûbî û dewleta wî ya gewre, ne wekî dewlet û rêxistineke Kurd, lê wekî Ereb an jî Tirk dihat zanîn, an jî bi gotineke rasttir, ji hêla hin derûdoran ve weha dihat pênasekirin. Sedema vê helbet hebû û sînor ji bêsincîya mêtingerî û faşîzmê re nîne; mixabin ku exlaqên zanistê jî dide jibîrkirin. Li vir em ê hewl bidin ku beşekî ronak lê veşartî yê dîroka Kurd û Kurdistanê bidin ber ronahîya rastîyê.

[Didome…]

Çavkanî-Lînk:  http://sormey.com/ku/awireke-diroki-li-ser-rojavaye-kurdistane-i/

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply