Kela Xoşavê piştî Mîr Bedixan, 150 sal in vala maye

Li Payîzavaya navçeya Wanê, bi mîmariya xwe ya balkêş kelaya Xoşavê! Piştî ku 150 sal vala û bê xwedî dimîne, xebatên lêkolîn û nûjenkirinê (restorasyon) destpê dikin. Serokê wan xebatên lêkolîn û nûjenkirinê Mehmet Top radigihîne ku hem bi mîmariya xwe hem jî bi temaşeya xwe Kela Xoşavê balkêş e.

Li ser girekî kevirîn, dîwêrê kelaya Xoşavê bi hunereke balkêş hatiye hunandin û dariştin. Kelaya ku di sala 1643’an de ji aliyê Mehmûdiyan ve hatiye çekirin û di sedsala 19. de serdema ku Mîr Bedirxan li beramber Împaratoriya Osmaniya serhildan dike de, Mehmûd Xanê ku ji aliye wî ve wek Mîrê Mukusê tê destnîşankirin, kela xoşavê ji Mehmûdiya distîne. Piştî têkçûyîna serhiladan Mîr Bedixan kela teqrîben 150 sal vala û bê xwedî dimîne.

Di bin serokatiya Akademsiyenê zaningeha Yuzuncu Yil (YY)ya Wanê Mehmet Top de lêkolîn û xebatên restorasyonê di sala 2017’an de destpê dike û hêj jî berdewam in.

Mehmet Top tîne ziman ku di navbera ciavkê û qedirnasiya berhemên dîrokî de dîwêr hene û bale dikşîne ku divê bîreweriya xwedîlêderketina berhemên dîrokî bi civakê bê fêrkirin da ku ev berhemên giranbiha winda nebin.

Mehmet Top ji K24ê re wiha axivî: “Di lêkolînên me de aşkere dibe ku li vê kelayê 2 serdem hatine jiyandin. Di sedsala 16. û 17. de dewlemendî û rewşeke xweş hebûye. Ev tişt jî di hunerkarî û şatafata li ser dîwêran û amûr hatine bikaranînde xuya dibe. Lê dîsa em dibînin ku piştî sedsala 19. Ev serdem paşve diçe.”

Akademsiyen Top, dîsa bale dikşîne ku li hewildoriya Wanê ji ber taybetiyên guncav, gelek şaristanî berheman hiştine û bi taybet jî mîmariyên ku ji serdema Urartuyan û vir mane xwedî taybetiyên balkêşin.

Mehmet Top tîne ziman ku Kela Xoşavê ji 3 beşan pêktê û li ser zimarekî bi awayekî hunerî hatiye çêkirin. di nav kelayê de, ji haremi û selamî, zindan û hemaman bigre heta hemû tiştên ku di Qesrande hebin li vê kelayê jî hatine bicîhkirin.

Mehmet Top dibêje: “Kela Xoşavê, teqrîben li 2 hezar metre bilindahiyê li ser kevirên xwezayî hatiye çêkirin. Ji aliyê Mehmûdiyan ve hem ji bo ewlehiyê hem jî wek jîngeh hatiye plankirin û bikaranîn. Loma jî bêtir wek qesrekiye û em dikarin bibêjin qesra Mehmûdiyan.”

Kela xoşavê, bi taybetmendiyên din av gelek efnasane û çîrokan de jî cîh girtiye. Bi taybet li ser mîmariya wê ya xwerû tê gotin ku ji bo hosteyên ku vê kelayê çêkirine li ciyekî din çênekin destên wan hatin jêkirin. Tê çaverêkirin ku piştî restorasyon xilas bibe û rewşa Bakûr aram bibe ev kela bibe navendekî geştiyarî.

kurdistan24.net

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply