Keko Osman: Şîna Dostekî

Ez vê helbestê bi boneya helkeftina çalakiyên çilrojiya nemir helebestvan û parêzer Xelîl SASÛNÎ diyaî giyanê wî dikim.

Şikarta me her sal bi xwêdan av dida
Çaxê serma ket û bihar hat, sinbil da

Me çinî me kom kir ne tenê, me tevda
Bahoza te rakir, ji kîna te tev da

Me dêra me hêra, kir hevîr û lêda
Te nîvişk kire jehr te lêkir û têda

Biz dida me bada, kire rîs kir werîs
Te kir mar kire kîs, bi dizî pê veda

Masî kete torê, nêçîrvan li dorê
Bi zirta bi forta û lava ne berda

Siwarê siwara hespê çê dihîra

Berî li Sasûnê, te bela xwe lêda

Lê me dot û paland me meyand û kiland
Bû heyvanê jînê, bû tovw serî hilda

Ê bikê dimînê navê wî li dinê
Xelîl namire hew di gorê de pal da

Keko Osman
13.01.2018 Batman

Welatê Me

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply