Keka Bi Çay

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 8 kesan

*Hêk: 3 heb

*Şekirê hûr: 2 qedehên avê

*Rûnê ron: Qedeheke avê

*Çaya çêkirî (yê sar): Qedeheke avê

*Ard: 3 qedehên avê

*Qaqao: Kevçiyekî xwarinê

*Darçin: Kevçiyekî çayê

*Toza werimandinê: 2 pakêt

ÇÊKIRINA KEKA BI ÇAY

Hêkên xwe û şekir  bi hev re lihev xin. Rûnê ron û çaya sar ku ji berê ve hatiye amadekirin bera ser bidin û dîsa lihev xin. Ard, qaqao û darçinê jî têxin navê. Herî dawî jî toza werimandin têxin û lihev xin. Dûvre qaliba ku rûn lê hatiye têdan bînin û têxin nav qalibê. Paşê qalibê jî têxin firina xwe ya ku di 180 pîleyan de hatiye germkirin. Gava keka we pijiya, ji firinê derxin û bihêlin ku sar bibe.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply