Kejê Xanim

Hevalên min banî min kirîbûn û me dîsa leyîstoka xwe ya wekî her caran dileyist. Me dîsa şer dikir. Min digot “ez im Kejê Xanim” hevala min digot “na, ez im”. Me her car ji bo wan şer dikir di zarokatîya xwe de.

Kejê xanim û Elî Beg bûbû mijareka hesûdîya jinan, xeyalên keçan û leyistokên zarokan. 

Xweşikbûna Kejê Xanim û camêrîya, dewlemendîya Elî Begî her kesan dizanî. 

Kejê Xanim spî bû wek heyvê, bejna wê zirav bû, çavên wê wekî xezalan bû, dema ew dimeşîya çiyayên gundê me stûyê xwe xwar dikir, dema ew dikenîya canê Elî Begî ji bedena wî derdiket, ew qasî zelal bû avê ji xwe fedî dikir. 

Elî Beg ji evîna Kejê Xanimê dimirîya. 

Elî Beg jî axayê çend gundan bû. 

Elî Beg ji bo evina xwe diçûbû gundê Kejê Xanimê, li ber mala wan bi seetan bi rojan disekinî ko carekî bejn û bala Kejêyê bibîne. 

Bavê Kejê Xanimê zordar bû keça xwe nedidaye Elî Begî. Dilê kecikê jî ketibû Elî Begî. Çend salan xanimê û begî êşa evînê kişandin lêbelê dev ji hev du bernedan. 

Piştî çend salan bi zorî Elî Beg soz ji bavê Kejêyê girtîbû ji bo zewacê. Elî beg pir nasekine, dixwaze bûka xwe zû bîne şêrîna mala xwe bike.

7 roj 7 şev li gundê wan daweta wan çêbû, Berx û bizin ser-jê kirin, feqîr fuqarên der û cîranên gundê nêzik têr kirin. 

Daweta wan bi nav û deng bûbû ji ber ko daweta mala Axa bû û miradan çebûbû, êşa ji hev dûr bûn qedîyabû. 

Qala daweta wan evîndaran herî kêm 50 salan nedihat ji bîr kirin. 

Edî dinya ji bo Elî û Kejê bûbû bihuşt. Evîna wan evindaran li pir cihên Kurdîstanê bin av û deng bû. 

Kulîlka evîna wan jî ketibû canê Kejê. Ducanîbûn jî pir li Kejê Xanimê dihat. 

Hemî miradan keçik wek jîyana Elî û Kejê bû. Ji xwedê wek evîna wan evîn şadbûn dixwestin. Hinek jinan jî ji hesûdîya wan bi zilamên xwe re şer dikirin. Ji wan re digotin “tu çima wekî Elî Axa jina xwe heznakî” 

Şadbûna wan Elî û Kejê roj bi roj zêde dibûyî. 4 zarokên wan çêbûbû. Ewqasî ji hev du hezdikirin dema raketînê, her du jî diketin nava kirasêkî ji ber ko nedixwestin ji hev du dûrkevin.

Kê bixwestîya ji yekê/î re dia bike, digotin “xwedê şadîya Elî û Kejê bide te” “mêrê te jî wekî Elî bibe ji te ewqasî hezbike” “Axbeta Elî û Kejê li serê we be”

Pir sal derbas bûbûn lê belê dîsa jî Kejê ji bedewîya xwe, Elî ji camêrîya xwe tiştek nedabû.

Merivên Elî Begî pir hebûn. Gelek caran mala wan tijî mevan dibûn lê belê jinikek hebû herdem li mala wan bû. Jinikek şaş û beş, kirêt bû, rûyê wê tirş bû. Wisa xuya dikir ko dilê wê li Elî Begî hebû. Kejê jî fêm kirîbû lêbelê bawerîya wê ji Elîyî re pir hebû ji ber vê qet xwe eciz nedikir. 

Rojek ji rojan şeytan ketibû dilê Elî Begî. Ji Kejêyê roj bi roj dûr diket. Ew bûbû evîndarê Xecê. 

Rojek hatibû ji Kejê Xanimê re gotibû ez bi Xecê re dizewicim û zewicîbû. 

Kejê xanimê dojeha jîyanê dîtîbû dev ji jîyan berdayîbû, pir caran li devê derî rudinişt dilorîya, diçûbû ber bi dîwarê derdê xwe ji diwarê re vedigot. Agir ketibû dilê wê edî wateya jiyana wê tûnebû. Ji zarokên xwe jî dûr ketibû. 

Her roj her şev ji bo wê wek mirinê bû. 

Dîsa rojek li ber derîyê bû, bi dengekê kêm dilorîya. Xweşikbûna wê hê jî li cih bû lêbelê nêrîna wê de xemgîn hebû, çavên wê ya bi rengê pelên dar herdem şil bû. Jinikêk nasê wê çû li cem wê û got;

Jinik: Xanim, Xanim Kejê Xanim tu çawayî? 

Kejê Xanim : Başim sax bî lê ez ne xanimim. Xanim li hundirê li cem Axa rûniştîye.

Jinik: Ew kêêê, xanimbûn kêê? Heyheeey! Rindbûna te de jinbûna te de kes heye gelo?

Kejê Xanim: Heye xwişka min heye

Jinik: Ka evîna we ya bi nav û deng, ka hezkirina we ya ji dil û can?

Kejê Xanim: Ew evîna me wek çûkan firîyaa û çûûû. 

Jinik: Xanim Xanim tu xwe eciz neke, neqehrîne, heyfa bedewîya te nîne? Ew şaşika dikare cihê te bigre? 

Kejê Xanim: Tu li çavên wê ya şaş nenêre,
Bexta wê ya baş binêre xwişkêê..

Û Kejê xanim ew gotina xwe ya dawî herdem dubare dike hestir ji cavên wê kêm nabe heta ko aqilê xwe dixwe…

Gul Demîrdag – www.kurdigeh.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply