Ev romana otobiyografik ku ji 23 beşan pêkhatiye, çendî ku bi gewdeyê xwe piçûk e, lê pir tiştên balkêş û nixumandî radixîne ber çavan.
Taybetmendiya herî girîng ev e ku roman ji aliyê keçeke Kurd a ji malbateke xuyanî ve hatiye nivîsandin. Xasma jî bizava wê ya ku di sînor de li pêşber leşkerên Tirkiyê daye nîşandan, vê Gotina Pêşiyên me tîne hişê meriv: ”Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.”
Mesela girîngtir jî ev e ku keçeke Kurd bi tena serê xwe ji tirsa terora DAIŞê reviyaye û bi qederê 6-7 hezar km. di riyên xeternak re çûye heta ku xwe gehandiye Bakûrê Swêdê.
Pirtûk ji aliyê PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî
(Kurdiska Kulturförlag) ve li Stockholmê hatiye weşandin.
Rojeva Kurd