Keç û dayîkek ketine pey şopa Melayê Cizîrî

Seida Xerzî û keça wî ya bi navê Jiyan dilgirtiyên wêjeya kurdî û taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî ne.

Seida û keça wê Jiyan ku wekî du hevalan in, ji bilî suhbetên rojane behsa rojên berê û wêja û çanda kurdî jî dikin ji hev re.

Seida û Jiyan, rojeke ji zivistanê tîrêjên rojê li ser wana wek mizginiya buharê direqisin.

Seida Xerzî ye, li herêma Xerzanê di maleka kurdewar de kemilî ye û seydayê wê bavê wê Mele Ebdullahê Xerzî ye, ew hîn di temeneke biçûk de wek şagirtek li ber çongê bavê xwe, perwerdehiya kurdîtiyê bûye. Seida ji malbata xwe ferî kurd kî ne, erdnîgariya Kurdistanê, şoreş, bizav û serhildanên wan, leheng û egîdên wan  û her wisa wêjavanê kurdan bûye.

Seida bi beytên Melayê Cizîrî mezin bû û dem bi dem wan beytên zêrîn ji ber kir.

Seida çawa ku bavê wê lê şîret û tembiyên Melayê Cizîrî kiribû, wê jî zarokên xwe di bin sîwana Melayê Cizîrî de mezin kir.

Jiyan jî wek dayîka xwe dilgirtiyê Melayê Cizîrî ye û ew bi tembûra xwe ji behra Melayê Cizîrî tasek av bi me dide vexwarin.

Jiyan dibêje ku pêla kurdîtiya polîtîk her diçe zêde be lê berevajiyê wê Kurdîtiya resen her diçe lawaz û jar dibe, û divê nifşên nû hay ji dewlemendiya gencineya wêjeya Kurdî hebin Kurdek tena serê xwe bi şarezabûna kûrahiya Melayê Cizîrî dikare bibe canfidayê zimanê xwe.

Melayê Cizîrî helbestvan alim û wêjevanê Kurd di sedsalên 16 û 17an de li ser rûyê cihanê bû, demen wî piranî li Cizîra Botan derbas bû, di helbestên xwe de navê Mela û Nîşanî bikar anî, berhema wî ya herî navdar Dîwan a wî ye.  Tirba wî li Cizîra Botan di nav Medresa Sor de ye.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply