MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Goşt. Kîloyek
*Firingî: Nîv kîlo
*Îsotên tûjikî: 6 heb
*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê
*Dûv: Têra xwarinê
*Sîr: Serîyek
*Îsota reş: Kevçiyekî xwarinê
*Xwê: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA KEBABA SÊNIYÊ
Goştê xwe bikin kerî û di sêniyê de rêz bikin. Firingî û îsotên xwe yê hûrkirî li ser goştê xwe rêz bikin, sîran biqeşêrin bixin ser goşt, melzemeyên din, tevî dûv berdin ser goşt û bişînin firinê. Hosteyên firinê qaydeyê pijandina vê kebabê zane, li gorî vê yekê firinê eyar dike. Dema kebaba we hate pijandin, li gel nanê germ ji firinên bînin û deynin ser sifreyê.
Noşî can be