MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 6 kesan
*Balîcan (ên gir û dirêj): 1,5 kîlo
*Goşt: 1,5 kîlo
*Firingî: 1 kg
*Îsotên hêşîn: Nîv kîlo
*Îsota reş: Piçek
*Xwê: Têra xwarinê
ÇÊKIRINA KEBABA BALÎCANA
Balîcanên xwe bişon, bi qasî 3 santîman wan qet bikin. Goştê xwe yê ku ji bo kebaba balîcana hatiye veqetandin, tevî dûv bi zirxê hûr bikin, xwêya wê û îsota wê yên reş pê werkin, hinekî bisitrên û amade bikin.
Firingiyan bikin 4 qet, li bîstan bixin, îsotên xwe yê hêşîn jî bixin ser bîstan û wan jî deynin aliyekî. Pêşî keriyên balîcanan, paşê jî bi qasî gûzekê goştê hûrkirî yê zirxê, çar kerî balîcan û xilorîkên goştê hûrkirî di bîstan re bikin heta ku we goşt û balîcanên xwe tevde li bîstan xistin.
Li ser manqelê û agirekê peret, pêşî firingî û îsotan bidin ser, paşê jî bîstên xwe yên kebaba balîcanan bidin ser agir bila bên biraştin.
Li ser derdanekê bi devik, beyî ku ji hev belav bibin, bistan ji nav kebaban bikişînin, heta kebab bi temamî pijiyan. Piştê ku biraştina kebabê tevde temam bû, wekî ku mîrov nanê şikeva av dike, bi tiliyên xwe avê li ser kebabê bireşînin û devika wê bigirin, bila nêzî 10 deqeyan xwêdanê bide. Piştê 10 deqeyan. Hûn dikarin servîsa kebaba balîcanan bikin.
Noşî can be