Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Forum / Nivîsxane / Kawa Nemir Êdî Mir!

Kawa Nemir Êdî Mir!

 

 

Ez vê nivîsê, li ser milê xwe wekî deyn û wekî wezîfeyekê dibînim. Nivîskarekî me radibe bêpîvan û bêmantiq helbestvanekî qerase yê wêjeya Kurdî li ber çavan dixwaze rexne bike; biborin daxwaza wî ne rexne ye, reşkirin û devavêtin e.

Navê wî Kawa Nemir e lê ji bilî mirovê emrê wan di navbera bîst û çil salî de kesên din vî navî nizanin û dibe ku nebihîstine jî.

Lê sed mixabin ev mirovê ji xwe re dibêje helbestvan, radibe bi awayekî serxweşî dev diavêje yek ji sitûnên helbesta Kurdî. Ev sitûn hewqasî qewîn e, ti carî û bi ti awayî qeweta wî pê nakeve û wê nikaribe wê sitûnê ji cihê wê bilebitîne.

Ji jin û mêran bigire heta bi keç û xortan, ji zarokan heta mezinan, ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava nav û dengê Cegerxwîn li hemû derî belav bûye. Li ser her zimanî helbestên wî jiber tên gotin û wê bên gotin jî. Lê ka ji me re bibêje helbestavanê ne helbestvan, gelo çend kes helbestên te ji ber dizanin û çend helbestên te wekî yên Seydayê Cegerxwînî bûne stran û bi keyfxweşî û bi dilmestî tên guhdarîkirin?

Kesên evîndar bi saya helbestên Cegerxwînî evîna xwe ji yara xwe re eşkere dikin û ji hev re helbestên wî dişînin. Kesên ji yara xwe xeyîdîn bi helbestên wî bangî yara xwe dikin û dibêjin, “Şev tev çûye êdî ma tu hew tê lo/ Ez ranazim kengî bê te xew tê lo”. Kesên welatparêz bi saya helbestên wî bêhtir hêstên wan yên welatparêzîyê difûrin û dibêjin, “Kî me Ez?”. Kesên Femînîst bi saya helbestên wî dibêjin, “Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî”… De ka kî bi helbestên Kawa hêstên xwe tînê zimên. Helbestên wî ne tên xwendin û ne jî tên famkirin.

Birêz Kawa! Pêşî gêsinê di çavên xwe de derxe, paşî ji me re behsa qirşê di çavên kesên din de bike. Ew gêsinê di çavên te de mixabin nahêlê tu baş bibînê. Tu zevîyê xwe yê vala nabînî lê tu dev diavêjî zêvîyên tije ji fêkî, bi bêhn û rengîn.

Birêz Kawa! Di navbera  “Rexnegirî” û “Rexnekerî”yê de mûyekî zirav heye. Heger tu nizanibî pîvanên rexnegirîyê ji kerema xwe re rexneyan neke. Ew rexneyên te ji rexnegirîyê derdikevin û dikevin beşa rexnekerîyê. Ev millet jî ne nezane ku bi rexnekerîya te ji helbestvanê mezin dilsar bibe.

Birêz Kawa! Pîvanên rexne û rexnegirîyê hene lê bi çi awayî tu van rexneyan dikî û pîvanên te çi ne, ne dîyar in. Twîtter ne cihê rexnekirinê ye û bi twîtekê rexne nayê kirin.

Gotineke Kurdî heye dibêje: “Kesê fîncanê çêbike hewce ye qulpê wê jî çêbike”. Fîncana te jî ne amade ye û qulpê te jî.

Heta niha navê Kawa Nemir di nav civaka me de pir nehatîye bihîstin. Helbestên te bala mirovan nakişînin û bi rehetî nayên xwendin. Ti harmonî di helbesta te de nîn e. Ji peyvan risteyan tînê meydanê lê risteyên te bêwate û bêtam in. Heta niha min ji ti helbestvanê/î pesnê te seh nekirîye ji bilî nivîskarên weşanxaneya ku berhemên te diweşînê.

Li gorî nerîna min di reşkirin û devavêtina helbestên Cegerxwînî de sedemeke aborî jî heye. Ev yek demek dirêj tê ser zimanê min û heta niha min nedixwest behsa vê yekê bikim, lê birêz Kawa ez mecburî vê yekê kirim.

Bila berhemên her duyan jî bên firotin heyran, ev çavsorî ji bo çi ye?

Tevgera Kawa Nemir, çîrokekê tîne bîra min. Li gundekî camêrekî di hal û wextê xwe de hebû. Ti derdên wî nebûn. Tenê dixwest ji alîyê herkesî ve bê naskirin. Rojek ji rojan diçe ser kehnîya gund û şalwarê xwe tîne xwarê û kehnîya gundîyan dilewitîne. Ji wê rojê pê ve her kesekî û her malekê behsa wî kir lê ne ji alîyê başîyê ve ji alîyê xirabîyê ve. Ya ku Kawa Nemir dike jî ev e ne tiştekî din e.

Ji wêjeya me re ji pesindayîn û reşkirinê bêtir rexnekirin pêwîst e. Heta wêjeya me deriyê xwe li rexneyan veneke bi nirxandinên vala nagihe ti astên modern.

Kawa Nemir, Êdî Mir!!!

 

Mela Mihyedîn

2 comments

  1. Şervan Azad

    Tu kî bî ez te nas nakim!
    Lê te her tişt çar û çar rewa kiriye.

    Sihet te xweş

  2. Gotinên te tev rast in.
    Demeke dirêj bû em li benda nivîsek wiha bûn.
    Saeta te û ya pênûsa te xweş.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir