Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Forum / Ramanên We / Kavilê ”rastiyên nerast”

Kavilê ”rastiyên nerast”

Bi salan xelkê bawer kiriye erda ko em li ser dijîn ciheke rast e, stêr, heyv, dinya hemî li dora erdê dizivire, heta ko Nicolaus Copernicus û Galileo Galilei piştî xebateke dûrûdirêj ev bawerî guhort, rastiyeke dî li şona wê bi cih kir.

Erd girover e, ev rastî bi awayên zanistî tesbît bûye, lê hêjî mirov hene nikarin ji vê rastiyê bawer bikin, matmayî dimînin, dipirsin çawa erd girover e, çawa em li ser bi rê ve diçin bêyî ko kesek jê bikeve, hingê Isaac Newton û sêva wî jî têt bîra me, erd bi hêza erdkişandinê, me hemiyan wekî miqnetîsê bi xwe ve grêdide.

Di dîrokê de gelek derew ketine şona rastiyê, xelk wan derewan wekî rastiyê bêqisûr dibînin. Feylesof û lêkolînerê fransî Émile Durkheim ji rastiyên “nerast” re dibêje ”rastiya sosyolojîk” an jî rastiya civakî, herçiqasî li ser bingeheke şaş jî ava bûye, xelkê bi salan, nifşek li pey nifşekî ji hev re vegotiye, heta ko di hiş û mejiyê mirovî de wekî faktayeke sabit bi cih bûye, eger hinek şikê jî bîne ser dê di çavên xelkê de bibe wekî ko bêrêziyek li hemberî civatê, an jî gunehkariyek kiribe.

Zehmet e ko mirov temenê xwe hemiyê bi baweriyekê bijî, paşê diyar bibe ko baweriya mirovî bêbingeh e, di rewşên wiha de mirov bi çavên xwe jî bibîne dê zûbizû bawer neke an jî dê nexwaze bawer bike.

Tesîra rastiya civakî kûr e, pîvanên me yên exlaqî, urf-û-adet, heta bi awayê tevger û têkiliyên me jî di bin siya wê de ava dibe. Bîrûbaweriyên me yên olî jî piranî bi rêya vegotinê ava dibin, jixwe ne em olên xwe hildibijêrin, ola dêûbavên me çi be em jî dibin xudanê heman olê, em pê nebawer bin jî dê her bikevin bin sîwana tradisyon û kultura wê. Bawermend nexwenda be, qet pirtûka ola xwe nexwendibe jî bawer dike ko ola wî ya herî rast e, hemî olên dî, seqetî di rastiya wan de heye.

Baweriyên me yên siyasî jî piranî bi heman awayî ava dibin, bi taybetî dema ko mejiyê me bi fanatîzmê hatibe şûştin, her yek ji me partî û îdeolojiya xwe bê kêmasî dibîne, hemî tevger û îdeolojiyên dî yên ji me cida qels û seqet in.

Rastiya civakî di siyasetê de ji bo xizmeta desthilatê, di şerî de jî wekî çekeke psîkolojîk bi kar têt. Ne tenê civatên nezan lê belê civatên zana jî li ber pêla rastiya civakî diçin, lê belê bicihkirina ramanên bêbingeh di civatên nezan de hêsanîtir e.

Li Tirkiyeyê, di dema dijwariya ramanên sekuler de kesên feqe û mela di çavên civatê de kevneperest û paşketî bûn, kefiya serê jinan jî sembola paşketinê bû, jina sernixumandî nedikarî biçe dibistan û zanîngehê, niho xanima serokê Tirkiyeyê sernixumandî ye.

Destûra Tirkiyeyê hêjî sekuler e, lê belê civat ne wisa ye. Nêrîn û pîvanên exlaqî gelekî hatine guhortin, civaka Tirkiyeyê ji sekuleriya fanatîk hêdî hêdî berê xwe dide dîndariya fanatîk. Berpirsên rêxistinên olî nikarin destûra Tirkiyeyê biguhorin lê belê ew civatê wisa amade dikin ko rojekê xelk bi xwe dakeve meydanan da daxwaza guhortina destûrê bike. Mizgeft ji dibistan û zanîngehan gelekî bêhtir ava dibin, propagandeya ramanên nû ko cihê ramanên berê bigire hêjî berdewam e.

Dîrok tejî rastiyên nerast e, dîrokvan li gorî nêrîna xwe ya kesane, an jî li gorî berjewendiyên aliyekî rastiyê dibêje. Gelek caran beşek ji rastiyê dibêje, û hûrgiliyên mayî yên ne bi dilê xwe vedişêre.

Di dîroka îslamê de, dîrokvanê sunî û yê şîî gelekî ji hev cida behsa heman bûyerê dikin. Heman kesayetiya dîrokî ko li gorî dîrokvanê sunî leheng û pîroz e, yê şîî wî wekî bikuj û kafir bi nav dike, berevajîyê wê jî rast e. Di dîroka krîstiyanan de, li Ewropayê, katolîk rûperê protestanan reş dikin, protestan jî wêneyê katolîkan wêran û tarî dikin. Lewra têt gotin ko gelek rûyên dîrokê hene, heger mirov bixwaze li rastiyê bigere, divêt mirov bêteref hemî çavkaniyan bide ber hev, hemî rûyên dîrokê bibîne.

Di heman dema ko ewropî li dîroka xwe vedigerin, analîz dikin, xalên tarî û veşartî eşkere dikin, li şaşîtiyên xwe yên berê mikur tên, rojhilatî hêjî bi metoda serdemên nêvê dîrokê dinivîsînin. Ramanên nijadperestiyê li Rojhilata-nêvê dijwartir dibe, li şona ko feqîrên hemî ol û mezheban li dijî zordariyê destên xwe bidin hev, ew hevdu dikujin. Diyalektîk li welatên Rojhilata-nêvê kar nake.

Ji roja ko mirov li ser rûyê vê erdê dijîn ve, desthilat û bindestî heye, zordaran hertim desthilata xwe li ser bingeha derewan ava kiriye. Fîrewnê Misrê bi derewa ko ew Xweda ye serdestiya xelkê kir, xelkê Misra kevin bi sedan salan ji fîrewnê xwe re çû secdeyê û nimêj kir. Dema ko çavên xelkê li rastiyê vebû, têgihişt ko fîrewnê wan ne Xweda ye û mirovekî wekî hemî kesî ye, bi hezaran mirov bûn qurban.

Desthilatdarê îro hêdî yekser nabêje ko ew Xweda ye, lê belê kesên derdora wî, dezgehên medyayê wî wekî qehremanekî bêhempa binav dikin, heger milet ji aliyê psîkolojîk ve şikestî be, hingê desthilatdar bi tesîra propagandayê, di çavên xelkê de dibe wekî pêxemberekî, xelk hemî xewnên jiyana xwe bi hebûna wî ve grêdide.

Medyaya Elmanyaya nazîst bi şev û roj behsa pêşketin û serdestiya nijada elman dikir, wêneyê Adolf Hitler wekî lehengekî mitolojîk dida pêş, miletê elman wekî tifengê bi nijadperestiya etnîkî hat dagirtin, bêhnika ko Hitler destê xwe ji wan re hilda, hemî rabûn ser piyan, çavgirtî dan ser şopa wî.

Gelek sal in ko Elmanyayê tevger û ramanên nazîzmê qedexe kiriye, lê belê tesîra wê zêde kûr bû, hêjî wekî pilêteke agirî ya di bin rejûyê de veşartî ye, heger derfetê bibîne dê careka dî ji nû ve gur bibe.

Hemî rengên zordariyê li ser bingeha derewan ava bûye. Ji bo ko emerîkî koletiya mirovan ji xwe re heq bikin, wan got aqilê mirovê çermreş ji yê mirovê çermspî kêmtir e, ya xirab ew e ko zarokên çermreşan ko di bin koletiyê de mezin dibûn bawer dikir ko ew kêmaqil in. Emerîkayê koletî qedexe kir, lê hêjî ruh û aqilê xelkê ji nijadperestiyê pak nebûye. Zordariya li dijî jinê ko li gelek deverên dinyayê berdewam e bi derewa ko jin bêhêz û kêmaqil e destpê kir, dema jin li ber xwe dide û diçe pêş, hingê bi urf-û-adetên bêbingeh zordariyê lê dikin.

Li Ewropayê – ji bo ko civat nekeve bin tesîra derewan – giraniyê didin saxlemiya psîkolojîk. Zarokê bê dest jî fêr dibe ko bi tiliyên lingên xwe pênûsê bigire, dest û ling herdu jî nebin fêr dibe ko bi devê xwe pênûsê bigire, binivîsîne û tabloyên herî spehî jî şêwe bike. Zarok fîzîkî seqet jî be, ji aliyê psîkolojîk ve, jixwebawer û bêyî kompleks mezin dibe. Mixabin zarokên me di bin barê paroblemên civatê de, di bin bandora kultura zordariyê de bi hestên kêmasiyê mezin dibin. Mirovê biaqil û zana jî heger ji aliyê psîkolojîk ve nerehet be, bi hêsanî tesîr lê dibe.

Feylesofê fransî Gaston Bachelard dibêje: Mirov bi çavên koleyan li xwe binêre, ti xwendin û zanînê jî nikare mirovî rizgar bike.

Dinya tejî derew e, lê belê heger mirov jî derewan li xwe bike û xwe bixapîne, dê di jiyanê de ti rastiyan zelal nebîne. Hebûna me rastiyek e, divêt mirov rojane bîne bîra xwe ka kî ye û çi ye, wê rastiyê baş bibîne û jê hez bike. Jiyan hemî bi wê rastiyê dest pê dike.

Rastiya rast li ser bingehê kavilên derewekê ava nabe.

Rindê ÇAÇAN-Nefel

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir