Kalbûn di Pirtûkan de

Berî her tiştî dixwazim bêjim ku ‘xwendin bi zimanê min xweş e’. Rastî xwendin bixwe xweş e. Mirov çiqas bixwîne ewqas dibîne, ewqas hîs dike. Belê ez jî wekî hevalan hetan vê rojê çend pirtûkan xwendime. Yên dîrokî, çîrokî, jiyan, huner û evîn. Gor min mirov her çi bixwîne dibe govanê vê tiştî.

Govan jî wekî rêberan in, bi maneyekî din zana ne. Gor min govan û zanayê jiyanê jî kal û pêşiyên me ne. Ber ku mirov gotin û kirinên mezinên xwe digire. Kalikê min jî ez hîn nehatime dinê çûye ber dilovaniya Xwedê. Gor gotin û dîtinan Kurdekî feqîr û gelekî jîr jêhatî bûye. Ez jî dixwazim qala ev ku tiştî ku kalikê min aniye bîra min bikim.Çend ro berê hevalekî min, ji Amedê çend pirtûkan ji min re şandibûn. Ji wan yek jî ‘Xelweta Kalbûnê’ ya Yaşar Aksuyê bû. Dest bi xwendina pirtûkê kirim û demekî dirêj neçû xwendina pirtûkê xilas kirim. Pirtûk bi her çîrokê xwe ve gelek bandora xwe li ser min kir. Hema hema di her çîrokê de qala kalan dihate kirin û çîrok êş didane mirov. Herwiha mirov çîrok û dîtina kalan gelek dilxweş û dilêş dibe. Lê dîsa jî ji xwendina çîrokan têr nabe. Ber ku fêrî jiyanê dibe mirov. Tişteke xweş a din jî mirov çanda xwe dixwîne.

Yanî gelî hevalan; min duh jî digot ez îro jî dibêjim û wezê sibê jî bibêjim ‘pirtûkên bi Kurdî bixwînin, bibine Kurd, xwe wenda nekin, li dijî nezaniyê wek kela Mêrdînê bin’

Dixwazim hevokên xwe bi gotineke ji pirtûkê bi dawî bikim; Min dît her kes li ser merezên dilê xwe dikulî, lê ji tu kesan re ne xem bû, kî sax e yan kî mirî…

Ömer ÖZCAN

Derbar Ömer Özcan

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply