Kal û pîrên ku du zimanan dizanin, hişê wan bêhtir dixebite

Zanyarên Kanadayê tesbît kir ku kal û pîrên ku du zimanan dizanin, fonksiyonên hişê wan li gor kal û pîrên ku zimanekî dizanin, xurttir dixebite.

Li gor lêkolîna ku encama wê di Journal of Neurolinguisticsê da hat weşandin, meriv ku du zimanan bizanibe, dema kalbûn û pîrbûnê da hiş di bicihanîna wezîfeyekê da rêbazên cuda bi kar tîne û xurttir dixebite.

Ji Zanîngeha Montrealê Dr Ana Ines Ansaldo ekîbek ava kir û li ser du grûbên ku di yekê da kal û pîr du zimanan dizanin, di ya din da kal û pîr zimanekê dizanin, xebitî. Di xebatê da ji kal û pîran hat xwestin ku tenê wezîfeyeke dîtbarî bi cih bînin. Paşê fonksiyonên hişê endamên her du grûban dan ber hev.

Di lêkolînê da hat tespîtkirin ku beşdarvanên yekzimanî dema bicihanîna peywirê da fonksiyonên mêjiyê xwe di xelekeke firehtir da diemilînin û herwiha xeleka yên cotzimanî jî bêhtir teng e.

Ansaldo bal kişand ku li gorî encamê, kesên ku bi du zimanan diaxivin, fonksiyonên mêjiyê xwe bêtir sûdwer û biteserûf diemilînin û wiha got, “Mêjiyê kesên cotzimanî bi tenê şaxên ku bûne pispor diemilînin û bi vî awayî herêmeke tengtir meşxul dikin.”

Ji hêla din lêkolîneran diyar kirin ku li gorî encamê, kesên yekzimanî dema bicihanîna peywirê da hemû qadên kontrolê yên dîtbarî û teşebusî ku di loba pêş a mêjî da ne, bi kar tînin.

 

AA-trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply