Kafka û edebiyata mînorîteyê

Di pirtûka “Kafka, Ber bi Edebiyata Kemîne – Kafka: Toward a Minor Literature” de, Gilles Deleuze û Fêlix Guattari nerîneke cihêreng ji nerîna naskirî li ser edebiyatê nîşan didin. Li gor wan, edebiyat ziman bikar tîne. Ziman jî diyardeyeke siyasî ye. Li vê gorê edebiyat jî siyasî ye. Di vê bîr û baweriyê de, ziman ne kereseya nîşandana rasteqîniyê ye.

 

Ziman ne kereseya nîşandana tiştekî li derve ye. Ne kereseya pêwendîgirtinê ye. Ziman an yek ji kirdeyên ziman hukmkirin û fermandan e. Ev ziman me şûngir dike û me ji hêla derbasbûnê dûr dixe.

 

Ev ziman, zimanê standard û pîvanek e, zagonên neguhêr bikar tîne. Her cure guherîn û şêwireke curbicur a zimanî wek ji wê zagonê derketî wesf dike û wê red dike. Ev zimanê edebiyata piraniyê ye.

 

Herçiqasî Deleuze û Guattari di pirtûka xwe de mînakên edebiyata piraniyê pêşkêş nakin jî, lê Deleuze di gotarekê de bi navê “Li ser serdestiya edebiyata ingilîzî-amerîkî”, amaje dide edebiyata Fransayê wek edebiyata piraniyê. Ew edebiyata ku li kûrahiyan hûr dibe. Mijûlî karûbarên kesîtî ye. Herdem dilgirana rehan e, li piştovanekî digere. Herdem diçe demên zaroktiyê. Li her cihî li pey dayê û bavo ye.

 

Di wê edebiyatê de, divê tiştek herdem tiştekî dîtir bîne bîra me. Ev şîrovekariyê pêk tîne. Mana û raveya ku Deleuze wek du nexweşiyên mezin li ser rûyê zemîn dibîne: Stemkar û keşe.

 

Di vê edebiyatê de wehm an xeyala tawanê, wek têgehekê dibe behane û hênceta lidarxistina gelek panel û semînerên şîrovekirinê ku, papa yan keşeyên hîlebaz serpereştiya wan dikin.

 

Deleuze di gotara xwe de, li hember edebiyata piraniyê, mijara edebiyata kemîne derdixe holê û edebiyata ingilîzî-amerîkî wek edebiyata kemîneyê dide nasîn.

 

Ew edebiyata ku li gor hêlên cografyayî kar dike, çûna ber bi Rojava, dîtina Rojhilata rasteqîn di Rojava de, hestkirina bi sînor wek tiştekî ku divê bê bezandin û derbaskirin.

 

Berê xwe bide kesayetiyên Thomas Hardy. Ew ne subje û mirov in. Ew çend hest in ku hildiçin. Gurzek hest in ku diguherin.

Bi baweriya Deleuze kemîne (hindikahî) pêvajo ye. Taybetmendiyeke herdem guhêrbar e. Kemîne cihêrengî ye. Kemîne ne grûpeke hejmar biçûk e li hember grûpeke mezin. Kemîne rewt e, rewta biçûkbûn, bêdirûvbûn, windabûn, nenaskirîbûn li hember tiştê heyî, mezin û naskirî ye.

 

Kemîne yan mînorîte ne şîrovekarî, lê ezmûnxwazî ye. Şîrovekarî kereseya piraniyê ye, kereseya hêza sepandî û cihgirtî ye. Kemîne dijberiya stemkar, padîşa û desthilatên neguhêr e.

 

Deleuze û Guattari di pirtûka xwe de behsa kirdeyên zimanê grûpekê dikin ku ew grûp xwedan du yan çend zimanên cihêreng in. Çimkî kirdeyên zimanên cuda çend hokarên civakî û pêwendiyên hêz û navendên cuda yên desthilatê diyar dikin.

 

Ev kar xwe ji efsaneya “gihandina zanyariyan” derbas dike, da sîstema zincîreyî û fermander a zimên wek sîstemeke gihînera fermanan û bikaranîna desthilatê yan dijberiya li hember wan kirdeyan nîşan bide.

 

Deleuze û Guattari di pirtûka xwe de sûdê ji modela çar zimanî ya Henry Gobart werdigirin ku ji van pêk tê: “Zimanê navçeyî (zimanê dayikê), di wan civakan de tê bikaranîn ku gundnişîn in an her di kok û bingeha xwe de gundî bûn.

 

Zimanê navincîker, zimanê bajarî, zimanê hikûmetê û tew zimanê cîhanî, zimanê kar û kedkariyê, zimanê tevgera bazirganî, zimanê tevgera bîrokratîk û hwd. Zimanê çavkanî (vegerandî), zimanê wate û zimanê çand (kultûrê) ku pêdivî ye ji bo desthilata dubare ya çandî. Zimanê efsaneyî ku, di asoya kultûran de wek desthilata dubare ya rûhî û olî mijûl dibe.

 

Bêguman dem û cihên van zimanan bi zelalî ji hev cuda ne: Zimanê navçeyî yê vir e (here), zimanê navincîker yê her cihî ye (everywhere), zimanê çavkanî li jêr e (there over), zimanê efsaneyî li wêdetir e (beyond.)

 

Lê xala girîngtir ew e ku dabeşkirina van zimanan ji vê grûpê bo wê grûpê di nav grûpeke dî de, ji dewreyekê bo dewreya dûre cihêreng e (Zimanê Latînî heta demeke dirêj li Ewropayê, beriya ku zimanê çavkanî be û dûre bibe zimanê efsaneyî, zimanê navincîker bû. Zimanê ingilîzî di dinyaya îro de, zimanekî navincîker e.)

 

Tiştê ku bi zimanekî tê gotin, di zimanekî din de ne hêjayî gotinê ye û hemû tiştên ku mumkin e bên gotin û ne mumkin e bên gotin, bê tirs û pirs ji aliyê her zimanekî ve û ji aliyê pêwendiyên di navbera van zimanan de cihêreng e.”

 

Yanî tiştê ku ji me re girîng e, ne sîstema zimanan, lê têkilîheviyek ji zimanan e. Gava em dibînin hawar ji hin kesan bilind dibe çima dûaya yekşeman bi zimanê Fransayê birêve diçe, ji ber wê yekê ye ku xema ji destdana kirdeya efsaneyî ya çanda zimanê Latînî dixwin.

 

Yanî xema ji destdana forma mezhebî yan cure rahênana wan desthilatan dixwin ku ev ziman ferz dikirin û vêga hin formên din ketine dewsa wan. Mînakên nûtir hene ku sînorên navbera grûpan dibezînin. Zindîkirin û vejandina navçeperestiyê, bi desthilata dubare bi rêya zarava yan zimanê navçeyî.

 

Dibe ku bê pirskirin, baş e çimkî zimanê navçeyî xizmeta teknîksalariya cîhanî û neteweyî dike, sûda wî çi ye? Êdî qey bizavên şoreşgêrî ne tijî ne bi cureyên arkaîzmê (peyvên mehcûr û terikandî) û hewl didin wateyeke îroyîn bidin wan? Bi rastî gotin nayê ser wê yekê ku sînor heta radeyeke çawa ji hev vediqetin. Stranbêjekî îroyîn yê amerîkî dikare desthilata dubare ya herî çavkanî û Oedipî di awazên xwe de bikar bîne, ax dayê can, ax welatê dayik, ax ez nemînim, wayê wayê wayê…

 

“Em dikarin vê wek dîrokeke têkilîhev binav bikin. Ew rewşa siyasî ku zimannas, wek zanistvanên şênber ên “nesiyasî”, tiştekî ji hev dernaxin û naxwazin jê fam jî bikin. Tew “Chomsky” jî vê “nesiyasîbûna” zanistî, tenê bi xebateke mêrxasane li dijî şerê Vetnamê qerebû dike.”

 

Deleuze û Guattari babeta derbirînê di zimanê edebî de, li ser zimanê Kafka, ne wek şêwazeke giştî û şênber, lê derbarê edebiyatekê tînin holê ku jê re dibêjin edebiyata kemîneyê, wek edebiyata cihûyên Warsaw an Pragê. Li gor vê nerînê, edebiyata kemîneyê ne berhema zimanê kemîneyê ye, lê ev edebiyat ew tişt e ku kemîneyek di nav zimanê piraniyê de diafirîne.

 

Bi baweriya wan, yekemîn taybetmendiya edebiyata kemîneyê ew e ku dikeve bin bandoreke bilind a desthilatrewiyê. Li gor vê wateyê, Kafka binbestekê diyar dike ku dibe berbest û nahêle destê cihûyên Pragê bigihîje nivîsandinê û edebiyata wan dike tiştekî ne mumkin. Ango ne nivîsandin  ji ber hişyariya neteweyî, hişyariyeke serkutkirî ku bi neçarî bi rêya edebiyatê dijî.

 

Mînaka vê taybetmendiya edebiyata kemîneyê di nav nûserên Kurd de, Yeşar Kemal e. Nivîsandina bi zimanê navçeyî (zimanê dayikê) ji bo Yeşar Kemal ne mumkin e, lewma di bilindtirîn asta mumkin de li hênceteke realîst digere. Nivîsandina bi zimanê piraniyê “dahênan wek gavavêtina di nav ne mumkinan de ye.”

 

Duyemîn taybetmendiya edebiyata kemîneyê ew e ku hertişt di vê edebiyatê de siyasî ye. Kafka dibêje, yek ji armancên edebiyata kemîneyê “parzûnkirina wê hevdijiyê ye ku bav û kur bi hev re berhingar dike û îmkana behskirina vê hevdijiyê, ne wehm û xeyaleke Oedipî ye, lêbelê bernameyeke siyasî ye.”

 

Tiştê ku di edebiyata piraniyê de dibe sedema destkefteke derbasbar, di edebiyata kemîneyê de ji babeta mirin û jiyana hemûyan ne kêmtir e.

 

Sêyemîn taybetmendiya edebiyata kemîneyê ew e ku hertişt di vê edebiyatê de xwedî girîngiyeke giştî ye. Di edebiyata kemîneyê de tiştê ku nûserek tenê dinivîse, berê kirdeyeke hevbeş pêk aniye, ango tiştê dibêje û encam dide ji ber pêwistiyeke siyasî ye, tew eger êndin pê re ne hemfikr bin jî. Kafka dibêje “Edebiyat bi qasî ku mijara xelkê ye, ne mijara dîroka edebiyatê ye.”

 

Çaremîn taybetmendiya edebiyata kemîneyê desthilatrewiya zimên e. Ango edebiyata kemîneyê rewşeke şoreşgêr e ji bo her edebiyatekê di nav wê edebiyatê de ku bi navê piraniyê hatiye tomarkirin. Eger kesek li welatekî xwedan edebiyateke mezin (piranî) ji dayik bûbe, neçar e bi zimanê wî welatî binivîse. Herwekî çawa cihûyekî çekî bi zimanê almanî dinivîse. Yan kurdek li Îranê bi zimanê farisî dinivîse. Di dîroka edebiyata farisî de, têgeha “kurdên farisînivîs” an “tirkên farisînivîs” tê xuyakirin.

 

Nûserê edebiyata mînorîteyê, wek mişk zimanê piraniyê dikiritîne  daku kunekê ji xwe re tê de dirust bike. Heta ku xala geşbûna xwe, zimanê xwe yê navçeyî, dinyaya xwe ya sêyem û biyaban û çolistana xwe tê de bibîne.

 

Nûserê edebiyata mînorîteyê taybetmendiya serkutkirî ya zimanê xwe li hember taybetmendiya serkutkirî ya zimanê piraniyê dibîne. Gerek e ew meraq û arezûyeke dijber di nav zimanê piraniyê de biafirîne ku arezûya felat û derbasbûnê bi xwe ye.

 

Samal Ehmedî-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply