Ev dem û hemû demên we xweş û baş bin…
Em wekî WEŞANÊN J&J dest bi weşana Ensîklopediya Kurdî dikin. Bi navê “J&J ENSÎKLOPEDIYA KURDΔ me fasîkula yekemîn (ku 16 rûpel e) amade kir û em pêşkêşî xwîner û dilsozên Zimanê Kurdî dikin.
Berpirsiyariya giştî û edîtoriya weşanê ji aliyê Azad ZAL ve; redaksiyon û sererastkirin jî ji aliyê Serwet Denîz ve tê kirin. Amadekirina ji bo çapê jî bi giştî ji aliyê “AJANS J&J”yê ve tê kirin.
Her wisa “Desteya Şêwrê” û “Referansên Zanistî” yên J&J Ensîklopediya Kurdî hene; ev jî dê bi berga yekemîn re bên diyarkirin.
“WEŞANÊN J&J” ji bo ENSÎKLOPEDIYA KURDÎ biweşîne û berhemên ku bi taybet mijarên wan li ser FELSEFE, FERHENG, JIYANNAME, LÊKOLÎN, MÎTOLOJÎ, RÊZIMAN, WÊJEYA KLASÎK, ZANISTÎ, ZARGOTIN, ZIMAN bin diweşîne.
Berhema WEŞANÊN J&J a yekemîn; fasîkula yekemîn a ENSÎKLOPEDIYA KURDÎ ye. Niha digel vê fasîkulê FERHENGA SUMERÎ-KURDÎ li ber çapê ye.
J&J ENSÎKLOPEDIYA KURDÎ; Di mehê de du fasîkul (16+16=32) rûpel ew ê bê amadekirin. Ji Ayê dest pê dike heta Zyê. Her 24 fasîkul dê bibin bergekî (cild). Xal û mijarên berfireh ên ku ji aliyê hin nivîskar û lêkolîner û akademisyenan ve bên amadekirin dê di binê gotarê de nav û jêderk bê nivisandin; ên din dê piştî fasîkula 24an ew wekî lîste dê bê dayîn.
Şert û mercên kiriyariyê (abonetiyê) yên ji bo ENSÎKLOPEDIYA KURDÎ ev in:
Rêbaza Standinê [Satinalma Biçimi] Perakende [Her carê fasîkulekê]
Abone [Abonetiya 6, 12, 24 fasîkulan li ser hev.]
Mercên Kiriyariyê [Abone Koşulları]
1 Fasîkul 6,50 TL [li derveyê Tirkiyeyê diguhere]
6 Fasîkul 36 TL [li derveyê Tirkiyeyê diguhere]
12 Fasîkul 70 TL [li derveyê Tirkiyeyê diguhere]
24 Fasîkul 120 TL [li derveyê Tirkiyeyê diguhere]
• Kiriyar [Abone]yên ku bixwazin yek bi yek her cara ku hat weşandin bigihîje ber destê wan dê li gorî wê peyman bi wan re bê çêkirin. Piştî hejmara [fasîkul] 24an dê ew ê bi xwe berg [cild]a ensîklopediya xwe bidin çêkirin.
• Kiriyar [Abone]yên ku bixwazin piştî berg [cild] temam bibe û hîna werbigirin; wê demê em wekî Weşanên J&J, em ê piştî hejmara 24an bi berg radestî wan bikin, ango bişînin navnîşana wan.
• Ew ê di navbera Weşanên J&J û kiriyar [abone] de pergaleke taybet a mafdariyê hebe. Weşanên J&J ew ê bikaribe ji aboneyan re promosyonên wekî berhemên J&Jyê veqetîne û bişîne.
• Weşanên J&J dê pêwendiyên taybet bi aboneyan re deyne.
Kesên ku bixwazin bibin kiriyarê [abone] J&J Ensîklopediya Kurdî dikarin bi riya e-name û telefonê bi me re pêwendî deynin.
(Têbinî: Em wekî Weşanên J&J li TUYAPa 2mîn a Amedê ne. Ji bo danasîn û xebatên kiriyarî [abonetî]yê me ciyekê ji xwe re veqetandiye. Kurdîhez û ensîklopedîhezên ku bixwazin bên serdana me; ciyê me li hember TZP-Enstîtuya Kurdî; li kêleka Komeleya Nivîskarên Kurd e.)
Digel rêz û silavan…
Gerînendeyê Giştî yê Weşanên J&J
AZAD ZAL
azadzal@hotmail.com