JIYANNAMEYA YAŞAR KEMAL

YaşarredrerereÎRO ROJBÛNA WÊJEVANÊ NAVDAR YAŞAR KEMAL E.
YAŞAR KEMAL DI 1923AN DE LI NAVÇEYA OSMANIYEYA EDENEYÊ, LI GUNDÊ HEMITEYÊ JI DAYÎK BÛYE. WÊ DEMÊ OSMANIYE GIRÊDAYÎ EDENAYÊ BÛ.
YAŞAR KEMAL PÎŞTÎ JIYANEKE TÊR Û TIJÎ DI 28Ê SIBATA 2015AN DE LI STEMBOLÊ DI NEXWEŞXANEYÊ DE JI BER SEDEMÊN ÊŞA DIL Û BÊHNDENGIYE DI 92 SALIYA XWE DE WEFAT KIR.

Yaşar Kemal di 6ê Cotmeha 1923an de li navçeya Osmaniyeya Edeneyê, li gundê Hemiteyê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, Sadik Kemal Göğçeli ye. Yaşar Kemal bi eslê xwe ji gundekî Bêgiriya Wanê ye.

Di romannûsiya tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind.

Piştî Şerê cîhanî yê yekem malbata wî tev koçî herêma Edenê û Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî wî kor bûye.

Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re bi berhevkirina berhemên folklorî dest pê dike. Wê heyamê, helbestên wî jî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê Kovara Nihêrînan de hatin weşandin. Di pola dawî ya dibistana navîn de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di heman demê de, helbestên wî di kovarên weke Ülke, Kovan, Millet û Beşpınarê de kemilîn.

Di sala 1951ê de hate Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de, nivîskariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê “Di Mezintirîn Çewlîga Dinyayê De Heft Roj” xelata Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê wergirt. Di sala 1952yan de, pirtûka wî ya bi navê Keleka Havînê hate     weşandin. Romana wî ya pêşîn, Memedê Zirav ango Înce Memed di sala 1955an de weşiya. Di navbera salên 1955-1984an de 33 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, roman, hevpeyvîn û bend û gotaran pêk hatine weşiyane.

Di temenekî biçûk de, dest lêxistina tembûrê kir, dengbêjî kir, bû stranbêj û Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.

Yaşar Kemal bi roman xwe ya pêşîn Memedê Zirav, xelata Romanê a Varlıkê wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê. Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin. Di Sala 1974an de, bi pirtûka xwe ya bi navê “Qetla Sûka Hedadan” xelata Madaralı ya Romanê wergirt. Di sala 1977an de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir angoYer Demîr Gok Bakir ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin.

Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsgirêkên axa torosan û mirovên Çuqurovayê bi awayekî serkeftî, bi teswîrên bêhempa di honê ne, ku ev yek girîngtirîn taybetiya nivîskariya wî ye.

Ji roman û çîrokên wî gelek lîstikên şanoyê û fîlm hatine çêkirin.

Yaşar kemal her çiqas dibistana xwe bi dawî nekiribê jî ji ber serkeftinên wî ji aliye 7 zanihngehan ve doxtoriya faxrî vergirtiye.

Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de li Stembolê di nexweşxaneyê de ji ber sedemên êşa dil û behndengiye di 92 saliya xwe de wefat kir.

Amadekar
Ridwan Xelîl

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply