Yekşem , 29 Sermawêz 2020

Jiyanek Dijwar (Bîranîn-Çand-Çîrok) Ya Suleyman Demirkol

Ez şexsê nivîskarê pirtûka ‘Jiyanek Dijwar’ nas nakim, lê nivîskar Suleiyman Demirkol tiştên di pirtûka xwe de nivîsandîne ji mêj ve dinasim. Mîna bibêji ku pirtûk ji derûniya ruhê min a xerîb de, ji dilê jiyana min a koçer de, ji qelema min a xembar de derketiye. Nivîskar çiqas şa bibe hindik e; çimkî nivîsandina pirtûkekê wisa nabe nesîbê her kesî.

 

Kelepora me Kurdan û mohra Jiyanek Dijwar, bi hev re, bi hostatî hatiye honandin. Tu dizanî ku em Kurd bi her tiştî xwe ve henî û miletekî cûda nî û nivîskar Süleiyman Demirkol jiyanekê rengîn û zengîn, jiyanekê zor û dijwar jîiyaiye.

 

Bi nivîskar re ez jî pir çûm Çermûgê û ketim rêya qurbetê, ketim rêya xerîbiyê, ketim rêya perwerdehî û hînkariyê. Tim tavê germ di ser serê min de dibariya, avê germ a şîfayê di bin lingan de dihêrikiya. Em bi nivîskar re pêz û berxikan “li bin siya daran mexel” dikir, bi meşkê dew re dikeiyînî. Em bi xalê nivîskar Silêman re “berê xwe didin Heiyderpaşaiyê.”

Di berîka me de kalîna berxikan û bêhna bişkulan.

Di berîka me de hesreta dê û bavan, xwişk û birayan.

Di berîka me de tehma çîrokan, dengê zarokan.

Me bêriya rojên berê dikir, me bêriya çiya û baniyan dikir, me bêriya çem û robaran dikir.

Ji bo wê, ez dixwazim ku her Kurd vê pirtûkê hêja bixwîne û bawer dikim ku kesî jî poşman nabe.

Min ji pirtûka Jiyanek Dijwar ya Suleyman Demirkol hin peyv û hevok nivîsandin. Du sedem hene. Ê Yek, hînkariya peyvên Kurdî  ê yên nû; dudu kurikî. Mebesta xwe vekim. Nivîskar bi kurmanciyekê zelal û delal, orjînal û binemal pirtûka xwe nivîsandiye. Min xwest vê Kurmanciyê nivîskar bi dest xim, hîn bibim, têxim tûrê zimanê xwe. Kurikî? Berê, li kurikiyê ev peyv û hevok bikartînin, lê niha jibîr kirine. Min xwest ev peyv û hevokan dîsa jibîr bînim, vebijînim, di navbera dema nû û dema kurikiyê de pirekê nûjen avabikim.

 

Ev peyv û hevok:

 

*Erdê havînê sor dibe, dibe wek belorê.

*Çi mêze ke, mirovek xwe li erdê bor dike. Devê mirov di kefê de maiye.”

*Dêya min heqlî ye.

*Apê Ziya damîş nedibû…

*Apê Ziya goga ku me pê dilîst begen nekir.

*Ji bona ku pêz rehet bidoşin, bêrk çêdikirin.

*Postê ku bikirina meşk, hem hundirê wî, hem derê wî, ew ê bi ceftê cebar bikirana ku postê meşkê zû xirab nabe, zû nehelise.

*Navîna lingên pêşî û dawiyê ( ê ya post) qilop dixistine.

*Kêrî dixistin navîna qilopan û her aliyê kêriyê bi hebin girê didan.

*Bi qasî du metreya dirêj, sê darên mertagan  ê ya jî rotan çêdikirin.

*Tîpa çatmê wek daraxaçê ye.

*Toraqa zêde jî rind distiran û bi qasî gurmistkê gilover dikirin, li ber royê radixistin, hişk dikirin û dikirin çortan. Carinan jî (ji dewê çortanê)  xwarina keldoşê çêdikirin.

*Me li kêleka daristanê ji xwe re darê hişk, hej (hejik) komkirin û kirin benke. Me şeş benkê xwe temam kirin.

*Biharê ava çem hindikî kêm dibû, sûfe di devê çem da çêdikirin.

*Hinekan jî li jorê golan giyayê şîrtahlekê, giyiyê xoşrîgê/xusûlê di avê de dipişifandin. Şîrê giya bi avê de diherikî û diçû. Av tev dibû jahr.

*Me xwe giyand tûşa Mezelê Pîvazo…

*Em bi ber newalê ketin û qame meşiyan.

*Gelek gwînî xist argûn û ar berdaiyê.

*Agir bi qonca ket, tîna êr em germ kirin.

*Ji xwe re galgal dikirin.

*Qelemzirîça wî timî di paş goyê wî de bû. Wexta qelemzirîç biçûk dibû, davêt.

*Berf pir dibariya. Xaniyê gund gişk du qat bûn. Berfa li ser xaniyan bi kurtimê rêj dikirin kuçan.

*Me ya seradê  ya jî sepetek mezin daniyana ser xweliya ku me rijandiye.

*Dibistan li gorê xaniyê me mezin bû. Serê wî arîk bû.

*Mamoste ji cêba xwe pîpikek derxist û pifkirê.

*Lîstik: Birê, Sêgavê, Sêgûçê, Kevirê Badanê, Kevirê Tahndanê, Qîtê, Teqteqoq, Latê û Delo.

*Germî. Hêl. Qale. Xilç.

*Ewil me ji hev re qinik pirs kirin.

*Carinan jî me çitmê davêt.

*Ji bona ku ewil kî dest bi lîstikê bike, peşka xwe davêjin.

*Keko peko, kê kuşt, min kuşt, bona çi, bona kerengan.

*Tevna Totê, Rêzika Kayê, Stêrka Bakur.

*Rêwiyan digot: li wê newalê neteneke heye.

*Li paş serê wî takek hîro dirêj heye…

*Paşê ez ê biçûma nêçîriya çika û dîksoran.

*Ji xewa ez tekel pekelî dibûm.

*Li ku derê çêre, pelax hebana li wir min diçêrandin.

*Nîvê pir li bin darên sincan û nav dirikan da diman.

*Ji bo nêçîriya çûkan, min daf çêdikirin.

*Li nav rez ji bo miştaxê erd dûz dikirin û cih çêdikirin.

*Ji tiriyê hişk ra me digot mewij.

*Dawiya havînê tiriyê şîrê jî digihîştin. Dest bi kergan dikirin.

*Ji bo ku tirî tê de buguvişin (Kurne) çêdikirin.

*Bi kevgîrê kef ji nav digirtin heta zelal dibû.

*Ji motê bastiq, helaw, kesme, sincoq çêdikirin.

*Sawan, ji qumaşê gewr bi qasî mîtrokê dirêj çêdikirin.

*Bêra pelûlê, male.

*Serê dezî her aliyekî wî bi darê neçel ve girêdidin.

*Wexta hişk bû, bi kêrê zûl, zûl dibirin û dixin çewalan.

*Xalê Meqsût mirovekî bergîzan bû.

*Li vir zivistanê hezaz diherike. Celb çêdibe.

*Ew dibistan lişandin…

*Wê çaxê ezê Suleiyman demborî qeyd bikim.

*Li kêleka sandoqê dexîlekê biçûk kişand.

*Me palasên xwe raxistin.

*Nalbekek xwarin.

*Me her yekî ji xwe re bîz çêdikir.

*Nan û îsotê sûravkê.

*Çovek dirêj girt û dirêj kir, li hewa sakoyekî boz di hilco da bi darda bû danî.

*Ez li dora xwe ra doş bûm, doş bûm…

*Soyîna dawîn di navîna gundê me û gundê Kewanê da…

*Ji toximê dirika reş ra me digot derb.

*Ji kertikê heta sêrî bi kêrê nicirand.

*Min pez dibir li newalekê yan jî li ser delava av didan û dianîn li bin siya daran mexel dikirin.

*Min miyek bi hebin bi piyê xwe ve girêda.

*Min dît bavê min tehn da min. Ez bi bayê xewê holbûm rabûm ser xwe…

*Ez dûşê nedim bila bişev ji xwe ra rakeve.

*Zerzewatê xwe, fêkiyê xwe, debira xwe gişk bi xwe digihandin.

*Ji bo heiywanên xwe kizin dajotin.

*Di hênikiya sibê da gelek palî kiribûn.

*Destiyên ku didin ser hev pir dibin, jê ra dibêjin pirnag.

*Ji pirnagên ku dianîn didan ser hev, jê ra digotin riwaqe.

*Pirnag dikişandin gidîş ê.

*Her du sewil tije av kirin.

*Dêya min ji bo taştê tirş çêkirêbû. Kedik jî tije dew kiribû.

*Qalûç: Dasa paliyê ya biçûk.

*Marekî kor qilêr, li ber min weka destarekî desta, kovala xwe girtiye û serê xwe daiye ser kovala xwe û raketiye.

*Qijikan, koteran, çûkên nav malan hêlînên xwe li ser darên kelema çêkiribûn.

*Kêlimti. Hol. Melêv. Qelm. Nîr. Misas. Malexme. Nîv olçek. Xirar. Kuvan. Dolab.

*Kewar, ji biyên siltaniyan Şêxbiziniyan çêdikirin.

*Rûyê ya lê hundirê kewarê bi celba sinît sewax dikirin…

*Bendên pembû, bendên rîsîn, bendên mûyîn boyax jî dikirin.

*Rot. Kirkît. Masûr. Palas. Mîrkut. Savar (bilxur). Conî (Sokî). Danê kufte. Şehîre.

*Min êdî tedareka xwe kir…

*Bavê min pere derxist xerçlix da min.

*Tifingek azolî jî tîne, zêde barûd û balme dixê û rind rijî dike.

*Di ber pelçan re jî, xobxobî çêdibûn.

*Di nav çem da darê pelkan, darê biyan hebûn.

*Em ji sermayê xelisî bûn.

*Hat ji manqelê carûdek ar girt û bir xist ber êzingan.

*Çend caran pifê kir, pifê kir êzingan pilotî girt û vêket.

*Lawê min ê çelînî…

*Em li bin dara benavê rûniştin.

*Me dît çiqilk (çîqilk) di cî da melisî.

*Loma gotine; “veqetandin û mirin wezinandin in, veqetandin zêde hatiye.”

 

 

 

Faik Öcal

 

About Faik Öcal

Avatar
ocalfaik@gmail.com

Check Also

Çavxezal a Qahir Bateiyî

Payîz e. Mijdar e. Li hawîrdorê min pelên zer hene. Payîzê, nîşanê xwe li her …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.