Jiyana Îmam Şafiî- M.Emîn Can

Ehli sinneta çar mezhebe emelî hene yekjivan mezheban Mezhebê Şafiîye.Mezhebê Şafiî Îmam Şafiî avakiriye bi nave Îmam Şafiî ve jî tê naskirinê. Nave îmam şafiî Mihemmed b.Îdrîs e.Şafiî esil navê bapîre wîye. Lê nave bapîre xwe ve navdarbuye. Secera wî; Ebu Abdullah Mihemmed bin. Îdrîs bin Ewas bin Osman bin Şafiî’ el Kureyş’î el-Haşim’î el-Mutallib e. Bapîre Îmamşafiî bi civanîya xwe de Hz.Mihemmed (sew) ditîye Buye sehabîyê pêxember (sew). Bi eslê xwe qebîla qureyşîyane.Alîye bavê xwede dighêje Hz.Mihemmed (sew). Diya Îmam Şafiî ji Yemenê ji qebîla Ezd e. Alîyê dê da jî dighêje Hz.Hesen (xjr).Îmam Şafiî li gor salnameya hîcrî 197 bi nevîye Hz.Osman (xjr)Hemîde bintî Nfî’re dizewice.Hemîde bintî nafî jê zarokek tê dine navêwî jî Mihemmed e.

Îmam Şafiî li gor salnameya hîcrî 150 (M 767) Bajare gazzeye roja înê dawîya meha receb e salak Îmam ebu henîfe çu ber dilovanîya xwe, dayîka wxe Fatime hatîye dine.Li gor salnameya hîcrî 204 (M 819) Qahîrê 54 salîya xwede çu berdilovanîya xwe. Qebra wî li nav Goristana Qurafê e.

Di perwerdehî û gihîştina Îmam Şafîî de para dîya wî wê gellek zahf e. Îmam Şafiî hêj di dergûşê de ye bavê xwe wenda dike, ji ber vê yekê bi xizanî mezin dibe. Malbata Îmam Şafîî di vê xizaniya xwe de, xwe davêjin Filistînê. Di têkoşîna jiyanê de leqê gellek zehmetiyan dibin. Diya Îmam Şafîî wî dibe Mekkê. Ew bi xizanî û sêwî mezin bû. Îmam Şafîî ji bo destpêka hînbûna xwe wusa dibêje “Piştê jiberkirina Qur’ana Pîroz ez herdem diçûm Mescîda Heram. Li vir min ji alimên hedîsê û ji alimên fiqihê hîndibum, lêbelê em zaf xizan bûn, qeweta me qasê sitendina rûpelek kaxiz jî tune bû. Min di nivisandina fêr û meselê ku ez hîn bibûm de gellek zahmetî kişand”.Lê bele Îmam mirovekî jîr, zana û pir aqilbu.

Îmam Şafîî hemî temenê xwe ji bo xizmeta Ola Îslam qedand.neh saliya xwede Quran’apiroz berkır. Îmam Şafîî di bist saliya xwe de pirtüka Îmam malîk dema xwe de herî navdar Muwatta di neh rojan de ji ber dike. Îmam Şafiî xwendina xwe ya yekemîn li Mekkê bi cih anî. Piştê vê xwendinê, dest bi hînbûna wêjeya Erebî kir. Ji ber vê yekê, beşdarê qebîla Huzeyl bû. Qebîla Huzeyl jiyana xwe li çolê didomandin. Îmam Şafîî li vir zanîna xwe pêş ve bir.

Îmam Şafîî diçe Bexdayê li vir mala Muhemmed kurê Hesen dixwîne û bi vî awayê fiqha Îraqê û ya Hîcazê berhev dike. Di îlma fiqhê de tê astek wusa bilind ku edî dikare rêzikê îlma fiqhê diyar bike. Navê wî di nav herkes de hate naskirin û belav bû, îtibara wî bilind bû. Şafîî bi heqê xwe gihîştibû merteba îmametiyê. Dema Şafîî li Bexdayê dima bi kesên Îraqî re diket niqaşa fiqhê. Xwe şagirtê Îmam Malîk dihesiband.

Îmam Şafîî Pişt re vedigere Mekkê li Haremê Şerîf dest bi dersa dide. Di dema Heccê de alimên herî mezin bi wî re diaxivin, guh didin gotinên wî. Di vê demê de Ehmed b. Henbel wî dibîne. Êdî kesatiya Şafîî bi fiqihek nipînû derdikeve holê. Ev fiqih ne ya ehlê Medîne û ne jî ya ehlê Îraqê ye. Îmam Şafîî di nav Mekkê û Bexdayê de diçû û dihat. Ilma ku jiustadê xwe sitandibû bi hişê xwe pêş ve dibir û fiqihek nû derdixist holê. Ev fiqih, di nav merivan de bela dikir û wan pê agahdar dikirin.

Gellek civak ji bo ji Îmam Şafîî Ilim bigirin li dora wî diciviyan guhê xwe baş didan gotinên wî. Lê piştê demek di nav merivan de hinek kes û hinek fikrê dijî Îslamê derketin rastê. Ji bo vê yekê Îmam Şafîî ji bo xwe ji gelemşa Îraqê dûr bixe demek dirêj li Mekkê bi cih bû. Îmam Şafîî di çil û pênc saliya xwe de carek din vedigere Bexdayê.

Îmam şafiî pirtu nivîsîne.Nave pirtuka wî ê navdar;El-Umm û El hucce;Li ser fiqhe nîvîsîye.Er-rîsale li ser rêbaza binyada fiqhe nivîsîye.Pirtuka wîye El-Umm şakirde wî Er-rebî bin Suleyman rîwayet kirîye.

BERHEMÊN ÎMAM ŞAFIÎ:

• HIlafetî Malîk

• Ahkamu’l Qur’an

• Es-Sunen

• Kîtabu’l-um

• Musned-î Şafîî

• Er-Rîsale ( Behsa rê û rêziken fiqhê dike.)

ŞAGIRDÊ ÎMAM ŞAFIÎ Ê IRAQE TÊNE NASKIRIN:

Ehmed b. Henbel

Hesen b. Mihemmed Ez-ZEFERANÎ

Ebu Elî Hiseyîn b. Elî El-KERBASÎ

Ebul Ehmed b. SURAYE

ŞAGIRDÊ ÎMAM ŞAFIÎ Ê MISIRÊ TÊNE NASKIRIN:

Îsmaîl b.Yehya El-MUZNÎ

Yusf b. Yehya El-BUWEYTÎ

Reb’î b. Sileyman El-MURADÎ

Harmele b. Yehya

Nivîskar: Mehmet Emîn CAN

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply