اعْلَمُوا أَنَّمَا الْحَيَاةُ الدُّنْيَا لَعِبٌ وَلَهْوٌ وَزِينَةٌ وَتَفَاخُرٌ بَيْنَكُمْ وَتَكَاثُرٌ فِي الْأَمْوَالِ وَالْأَوْلَادِ (20) الحديد
Bawermendên birûmet!
Jiyana mirovan ji du beşan pêk tê. Yekemîn ew e ku ya bi hatina li ser dinyayê dest pê dike û bi mirinê dawî dibe, ya duyemîn jî ew e ku bi mirinê dest pê dike û heta ebedilebed dewam dike. Bêguman jiyana dinyayê fanî ye û ya axretê jî ebedî ye. Ji bo vê yekê ew Xudayê ku em afirandine çêtir dizane ka jiyana dinyayê jiyaneke çawa ye û di Qurana pîroz de, wiha ferman dike:“Bizanin, bi rastî heçî jiyana dinyayê ye; leystin, mijûlî, xweşkahiya di navbera hev de, xwemezinkirin û kubariya bi mal û zarokan e.[1]” “Mal û zarok xemla jiyana dinyayê ne û kar û kiryarên qenc jî li cem Xudayê te bi xêrtir û hêvîtir in.”[2] Tê xuyakirin ku jiyana dinyayê, ji cihê zewqekî kin û îmtihanekê pê ve, ne tişteke din e. Ew kesên bi xweşikahî û delaliyên dinyayê tên xapandin û ji axreta xwe re jî tu karekî nakin, ew bi şêwazeke dijwar tên tawanbarkirin û di der barê wan de Quran wiha dibêje: “Bila ger û geşta wan ên ku kafir bûne di welatan de te nexapîne! Ew kêfborandineke hindik e. Paşê ciyên wan dojeh e çi pîs war e ew der.” [3]
Misilmanên birûmet!
Belê tişta em jê birevin ne ku jiyana dinyayê ye. Belkî xapandina bi jiyana dinyayê û jibîrkirina jiyana axretê û amadehiyên jê re ne. Kesê misilman bêguman wê ji dinya xwe re bixebite. Ji bo bi destxistina rizqên jin û zarokên xwe bixebite, sûdê bide mirovan û jixwe xebata ji bo ol û netewê emrê dîn e. Mirovê misilman pêwîst e ku her dem bibe destê ku bide, ne ku yê bistîne. Di cihê ku ji xelkê re bibe bar, pêwîst e bibe mirovekî bisûd û ji êş û janên wan re jî bibe derman. Ji bo ku karibe van tevan bike pêwîst e ji dinya xwe re bixebite û di vî der barî de axreta xwe jî kar bike. Xuda Teala ev rastî di Qurana pîroz de wiha diyar kiriye: “Bi wî malê ku Xuda Teala daye te xaniyê axretê bixwaze. Lê belê para xwe ji dinyayê jî ji bîr neke. Xuda Teala wekî ku qencî li te kirî tu jî wisa -li xelkê- qenciyê bike û li erdê tevdanê nexwaze. Bi rastî Xuda Teala ji fesadan hez nake.”[4]
Misilmanên birûmet!
Ji bo ku pêdiviya me nekeve bi bal kesên nemerd ve pêwîst e em ji dinya xwe re bi xebitin û axreta xwe jî ji bîr nekin. Di vê mijarê de pêxemberê me wiha dibêje: “ Neqencê we ye ew kesê terka dinyayê dike ji boy î axretê û ew kesê terka axretê jî dike ji bo yî dinyayê heta ku ji herdukan sûdê wergire.”
Mele Cewadê Girdarî-Çandname
[1]– Hedîd 20
[2] – El-Kehf 46
[3] Âl- i Imran 196-197
[4] -El-Qeses 77.
*Ev nivîs di çandnameyê de cara pêşî di 27yê çileya 2017an de hatiye weşandin.